ENQERE - Zarokê penaber ê sûriyeyî Muhammed Hattabî ku beriya du rojan li navçeya Altindagê winda bûbû, li avahiyeke vala bi awayekî kuştî hat dîtin.
Zarokê penaber ê sûriyeyî Muhammed Hattabî ku beriya du rojan li navçeya Altindag a Enqereyê winda bûbû, li avahiyeke vala bi awayekî kuştî hat dîtin. Piştî ku hin kesan Hattabî li avahiya vala bê tevger dîtin û agahî dan wan polis û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di kontrolkirina tîmên tenduristiyê de hat diyarkirin ku serê zarok pelçiqandine û ew kuştine. Di lêkolînên hatin kirin de li ser zarok nasname derneket.
Malbata Hattabî ku beriya niha îxbara windabûnê kiribûn, hatin cihê bûyerê û cenazeyê zarokê xwe teşhîs kirin. Cenazeyê Hattabî piştî lêkolîna cihê bûyerê rakirin morga Saziya Tiba Edlî.