* Sekretera Jin a KESK'ê Done Gevher Koyûn, anî ziman ku divê budçe pêşî li ser asasê wekheviya zayendî ya civakî be û jinên kedkar ên cemaweriyê doza budçeyeke bi beşdarbûna jinan bê amadekirin û li ser asasê aştiyê dikin.
* Hevserokê Egîtîm Sen a Şaxa Wanê Mûrat Atabay, anî ziman ku her du zarokên ku çawîşê pispor Tlîp K. dest dirêjî wan kiriye, li midûriyeta polîsan bi berhêlîkirina polîsan re rû bi rû mane.
* Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku armanca tezkereya li meclîsê hat qebûlkirin hedefgirtina têkoşîna kurdan e û got: "Tezkere mirin û zilm in ji bo gel."
* Paleyiya silqokê dest pê kir, lê hilberîner ji ber zêdebûna maliyetan û kotaya hatiye danîn hindik mane top bavêjin. Hilberîneran, anîn ziman ku sala bê dê nikaribin çandiniyê bikin.
* Şêniyên gundê Serpirê ku piştî Heskîf di bin avê de ma û navçe li gundê wan hat avakirin, anîn ziman ku axa wan, bîra wan bi zorê ji des wan hatiye stendin.
* Dayik û parêzerê rojnamevan Devrîm Ayik ê girtî û nexweş, diyar kirin ku mafê jiyanê yê Ayik tê binpêkirin û demildest divê bê berdan.
* Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 236'emîn de didome.
* Di çarçoveya kampanya "Dema Azadiyê" hevserokên KCD û DBP’ê li avahiya HDP'ê ya Pirsûsê bi gel re bên gelhev. (10.00)
* Platforma Jinan a Mersînê, wê li navçeya Tarsûsê têkildarî destdirejî û hişbirê daxuyanî bide. (12.00)
* Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan, wê li Stenbol, Amed, Êlihê çalakiya xwe ya "Bila Winda bên Dîtin û Faîl Bên Darizandin" li dar bixin. (12.00)
* Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 373'yemîn de li Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber Sumerbanka Kevn a li navçeya Konakê daxuyanî bide. (13.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya OHD'ê, rapora xwe ya binpêkirinên mafan ên 6 mehan ên girtîgehan li navenda xwe aşkera bike. (13.00)
* Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê wê 501’emîn çalakiya “Rûniştina F” li avahiya komeleya xwe li dar bixe. (13.30)
* NÇM wê ji bo pîrozkirina 30’emîn salvegera damezrandina xwe li Şanoya Servekirî ya Fûara Îzmîrê konserekê lidar bixe. (18.00)
* Komeleya Wêjekarên Kurd, wê helbestvan Arjen Arî yê jiyana xwe ji dest dabû li avahiya komeleya xwe bi bîr bîne. (18.30)