COLEMÊRG - Li navçeya Geverê di encama qezaya maşîneyeke leşkerî de leşkerek mir û 2 leşker jî birîndar bûn.
Li ser rêya di navbera navçeyên Gever û Şemzînan ên Colemêrgê maşîneyeke leşkerî qelibî. Di qezayê de leşkerê bi navê Ebûbekîr Sel jiyana xwe ji dest da û 2 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.