AMED - Qeyûmê Amedê tabeleya kreşa Zarokistanê ya li navçeya Rezan ku bi kurdî û zaravayên wê perwerde dida zarokan guherand.
Qeyûmê Amedê, tabeleya kurdî ya Zarokistana ku di sala 2014'an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li taxa Bagcılar a Rezan hat vekirin û bi kurdî û zaravayên wê perwerde dida zarokan daxist û li şûnê tabeleya bi tirkî "Bağcılar Kreş ve Gündüz Bakımevi" daleqand.
KURDÎ ŞAŞ E
Tenê li cihekî tabelayê bi tîpên biçûk ku ji dûrî ve nayên dîtin bi kurdî "Mala Zarukan" hat nivîsandin. Balkêş e peyva zarokan jî şaş weke zarukan nivîsandine.
QEYÛMÊ PEYASÊ GIRT
Kreşa Zarokistan a ji aliyê Şaredariya Peyasê ve hatibû vekirin jî di 8'ê kanûna 2016'an de ji aliyê qeyûmê ku tayînî şaredariyê hatibû kirin ve hatibû girtin û hemû xebatkarên wê ji kar hatibû derxistin.
Zarokistan ji aliyê şaredariyên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ve hatibûn vekirin û dihatin fînansekirin. Perwerdeya wan bi kurdî bû û bernameya perwerdeya wan ji aliyê Miduriyeta Perwerdeyê ya Bajar ve dihatin kontrolkirin.