STENBOL - Ji bo tezkereya şer ku wê be meclisê 16 rêxistinên sivîl daxuyanî dan û bang li parlamenteran kirin ku nebin hevparê sûc û ev tişt gotin: "Bi hêviya ku hûn nebin hevparê sûcê giran em li bendê ne ku hûn ji tezkereyê re bibêjein na."
Hewldana 78'an, Muxalîfên Leşker yên Derbeyên Leşkerî (Adem-Der), Federasyona Elewî Bektaşî, Foruma Anitparkê, Înîsîyatîfa 78'an a Enqerê, Hewldana Azadiya Ramanê ya Enqerê, Misilmanên Antîkapîtalîst, Weqfa Aştiyê, Yekitiya ji bo Demokrasiyê (DÎB), Koma Diyalogê, Platforma Komeleyên Rojhilat-Başûrrojhilat (DGD), Hewldana li Dijî Sûcê Ramanê, Weqfa Çanda Anadolu ya Haci Bektaş Velî, Platforma Maf û Edaletê, Platforma Edaletê ya ji bo Tevgera Lezgîn û Mexdûran, li dijî tezkereya şer ku li bendê ye bê meclisê daxuyaniyeke hevpar dan.
Di daxuyaniya xwe de rêxistinan bang li palamenteran kir ku nebin hevparê sûc û ev tişt gotin: "Bi hêviya ku hûn nebin hevparê sûcê giran em li bendê ne ku hûn ji tezkereyê re bibêjein na."