ŞIRNEX - Li gundê Roboskî yê Qilêbanê jina ciwan a bi navê F.U. bi sedemeke nediyar xwest ku xwe întîhar bike.
Li gundê Roboskî ya bi ser navçeya Qilêbana Şirnexê ve hat îdiakirin ku jina ciwan a bi navê F.U. (21) bi sedemeke nediyar xwestiye ku xwe întîhar bike. Li gel pê hesandina malbatê, F.U. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilêbanê. Hat diyarkirin ku rewşa F. U. giran e û wê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê kirin e.