* Dayika Aştiyê Hatîce Baytur bi hinceta ku di mîtînga Amedê de temeziya kesk, sor û zer di destê wê de hebû hat binçavkirin û got: "Yên ku tehemûla rengên Kurdan nakin, dê ji Kurdan re çi çareseriyê bînin?"
* Rojnamevan Nîhat Kaya diyar kir ku operasyonek gengaz a Tirkiyeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne mumkun e û Tirkiyeyê di berdêla Idlibê de herêmên Til Rifat û Şehbayê kiriye mijara danûstandinan. Kaya got konjonktura li herêmê ne wekî berê ye û QSD bêyî DYA'yê xwe ji bo şer amade dike.
* Ji parêzerên Doza Kobanê Ramazan Demîr diyar kir ku di dozê de delîlek şênber jî nîne û di encama 5 salan de doz gihîştiye fînalê û bi vê dozê re siyaseta HDP'ê tê astengkirin.
* Bişar Îçlî yek ji damezrînerê gundê komun û ekolojîk diyar kir ku armanca wan sereke ew e ku tovên xwecihî biparêz in û rê li ber talankirin ango windakirina tovên xwe cihî ku jê re “asîmîlasyona tovan" tê gotin bigirin.
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 224'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.
* Rûniştina 5'emîn a Doza Kobanê ku 20 siyasetmedarên jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd ku tên darizandin, wê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê were lidarxistin. (10.00)
* TJA wê têkildarî jinên ku di mitînga wan de bi zextan re rûbirû man li avahiya Rêxistina DBP'a Amedê daxuyanî bide. (11.00)
* HDP wê di çarçoveya "Hevdîtinên Budçeyê" de li Nisêbînê serdana esnafan bike, li Artuklu jî wê "Hevdîtina Budçe ya Jinan" were lidarxistin. (11.00-17.00)
* Danişîna doza Hozan Canê wê li Dadgeha Edîrneyê were lidarxistin. (11.30)
* HDP wê li Agiriyê mitînga "Banga Demokrasiyê" bi beşdariya Hevseroka Giştî Pervîn Buldan û Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk li dar bixe. (12.00)
* HDP wê li navçeya Elkê ya Şirnexê damezrandina salvegera 9'emîn şahiyek li dar bixe. (13.30)