STENBOL - Nûçegihanên me Muhammet Enes Sezgîn û Mahmût Altûntaş û 8 endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê yên hatibûn binçavkirin, duh bi şev serbest hatin berdan.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), duh xwest li Kolana Îstiklalê bi daxuyaniyekê qedexekirina konsera "Berbang" a bi boneya 30'emîn salvegera Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) bihataba lidarxistin, şermezar bikin. Lê polîsan êrişî ciwanan kirin û 10 kes binçav kiribûn.
10 kesên ku nûçegihanên me Muhammet Enes Sezgîn û Mahmût Altûntaş jî di nav de, duh bi şev serbest hatin berdan.