3 meh ma ji qedexeya tûtinê re: Tûtin jî here, em ê çi bikin?

  • rojane
  • 09:04 15 Cotmeh 2021
  • |
img

SEMSÛR - Tûtinfiroşan diyar kirin ku divê Qanûna Tûtinê bê betalkirin û gotin: "Tekane çavkaniya debara me tûtin e. Ew jî here, em ê çi bikin?" 

Piştî di sala 2002'yan de tûtin û berên tûtinê hatin kesîdekirin û hilberandina wê hat sînordarkirin, barê hilberînerên tûtinê giran bû. Niha jî şertê "belgeya karbidestiyê" ji bo wan hatiye danîn. Hilberînerên ku belgeya wan tune be, dê nikaribin bazirganiya Tûtinê bikin. 
 
Li hemberî vê qanûna dawiyê ku di 1'ê Tîrmehê de ketibû meriyetê, li bajarên wekî Semsûr û Meletiyê bi hezaran hilberîner çalakî li dar xistibûn û rê li ber çûn hatinê girtibûn. Tûtinvanên ku bi dirûşmeya "ji kapîtalîstên tirşikçî re na dengê xw eragihandbûn her kesî, bi mudaxileya polîs û eskeran re rû bi rû manbûn û hin ji wan hatibûn binçavkirin û girtin. Piştî van çalakiyan qanûna vê dawiyê hat çêkirin 6 mehan hat taloqkirin û dê di Çileya 2022'yan de têkeve meriyetê. 
 
Tûtinvanan, diyar kirin ku salê 8 mehan karê tûtinê dikin û heger ev qanûn têkeve meriyetê dê birçî bimînin. Tûtinvanan xwest qanûna derbarê wan de bê betalkirin. 
 
DEBARA XWE TENÊ BI TÛTINÊ DIKIN
 
Li gundê Dardaganê Sitî Taştan ku pelên tûtinê bi benik vedike, anî ziman ku gava qanna heyî pêk bê dê barê wan pir giran bibe. Taştan, diyar kir ku jixwe tûtin tu pereyî nake û got: "Ez tenê debara xwe bi tûtinê dikim. Gelê me birçî ye. Heger em tûtinê neçînin, mecbûr em ê ji bo xebatê biçin bajarine din." 
 
PAR BI 100 TL'YÎ, ÎSAL BI 25 TL'YAN 
 
Taştan, anî ziman ku di biharê de dest bi çandina tûtinê dikin û got: "Gava tov dibin şitil, em wan radikin û li nav erd diçînin. Ji tevrika wê bigire heya avdaniya wê em jin 8 mehan li nav erdan e. Em ew qasî dixebitin, lê heqê sondajê jî bi dest me nakeve. Îsal ancax me tonek du ton berhev kir. Par kîloya tûtinê bi 100 TL'yî bû, îsal bûye 25 TL." 
 
‘EM NEFIROŞIN EM Ê JI BIRÇÎNA BIMIRIN'
 
Taştan, destnîşan kir ku îsal jî mesrefên tûtinê pir zêde bûne û got: "Gubre û mazot du qat biha bûne. Tûtina me 3 sal in li malê ye. Ev tûtin e, tûj e, nayê xwarin jî. Dirize. Hingî em dixebitin, wext tune em destên xwe, kincên xwe jî bişon. Li Meletiyê mişmiş, li Bazarcix û Dîlokê fistiq hene. Li cem me jî tûtin heye. Tûtin, wekî fistiq û mişmişan nayê xwarin. Heger em vê tûtinê nefiroşin em ê ji birçîna bimirin." 
 
KEDA MEZIN A JINA YE
 
Sûltan Taştan jî bilêv kir ku zehmetiya tûtinê pir, qezenca wê hindik e. Taştan, diyar kir ku bi şev û biroj dixebitin, lê bêfêde ye. Taştan, destnîşan kir ku di karê tûtinê de yê zêde dihabe jin in û wiha domand: "Keda jinan berhewa dibe. Em biharê dest pê dikin, heya dawiya salê dixebitin. Lê keda me ya 8-9 mehan berhewa dibe." 
 
Taştan, bal kişand ser qanûna ku dê di 1'ê Çileyê de têkeve meriyetê û got: "Heger ev tûtina me di dest me de bimîne, em ê ji birçîna bimirin. Jixwe li vira ji xeynî tûtinê tiştek tune ye. Em debara xwe pê dikin. Em bêyî tûtinê nikarin bijîn. Em dixwazin serbest be. 
 
Sûltan Tekçe jî anî ziman ku heqê keda wan bi dest wan nakeve. Tekçe, destnîşan kir ku heger qedexekirina tûtinê dest pê bike, dê nikaribin heqê motorê jî bi dest bixin û got: "Her tişt pir biha bûye. Em bi zorê kîloye çay dikirin. Em bi zorê ji zarokên xwe re cotek sol dikirin. Em nikarin lazmatiyên xwe yên zivistanê bikirin. Kîsek gubre bûye 300 TL. Kîloyek genim bûye 5 TL û 20 quriş." 
 
Tekçe, diyar kir ku heger qedexe dest pê bike dê pir bitengijin û got: "Tûtin, tekane çavkaniya debara me ye. Ew jî here îjar em ê çi bikin? Ji xeynî we rojnameyan kes dengê me ranagihîne. Ne ji vê be em ê rahêlin zar û zêçên xwe berê xwe bi çol û pesaran bidinç Gava mirov birçî bimîne, dê çi bike? Tûtin tune, gubre biha ye, genim biha ye, mazot biha ye... Ka bibêjin îcar em ê çi bikin, he?" 
 
MA / Ferhat Çelîk - Mujdat Can 

Sernavên din

15/10/2021
14:39 Qeydên tapeyan ên nû li dosyeya malbata Dedeogullari hat zêdekirin
14:38 Dayîkên Aştiyê banga tevlîbûna mitîngê li jinan kirin
14:31 Danişîna parêzerên ku qayûman şermezar kiribûn hat dîtin
14:11 Jinek û zaroka xwe di girtîgehê de bi Kovîd-19’ê ketin
14:02 Civîna Tifaqa Kurdistanî: Peywira me ya herî girîng yekrêziya li dijî şer e
13:59 Parêzerên Doza Kobanê: Biryara DMME’ê nayê bicihanîn
13:22 Şaredarê berê yê Cizîrê ku girtiye nayê dermankirin
13:14 Dozger xwest ku Dr. Gokalp were cezakirin
12:30 Tirkiyeyê Qendîl û Asosê bombebaran kirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Roja heq û edaletê wê ji nû ve hilbê
11:55 Aygul Dokû bang li Wezîrê Dadê kir
11:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:29 Sakik: Mûxalefet bi şens e, bêrî ku îstîxbarat were kurd dihatin înfazkirin
11:14 Amadekariyên konsera ‘Berbang’ didomin
10:51 Jinên Êlihê ji bo mitînga Amedê amade ne
10:24 Têkoşer Hesen: Goran di encama polîtîkayên şaş de biserneket
09:22 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
09:04 Ozsoy: AKP li Sûriyê tengijiye
09:04 Zabitayan li zaroka kaxezan berhev dike, xistin
09:04 Ûca: Dixwazin li Şengalê civaka demokratîk ji holê rakin
09:04 3 meh ma ji qedexeya tûtinê re: Tûtin jî here, em ê çi bikin?
09:04 Di 5 salan de 40 caran cezayê pereyan li Hevşaredara Êlihê hat birîn
09:04 Baroya Şirnexê dest bi perwerdehiya kurdî kir
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2021'AN
08:28 Li Edeneyê kesek hat binçavkirin
14/10/2021
17:41 Endama RJAK'ê Ciwana Ebdulbaqî hat berdan
17:05 Bikaranîna çekên kîmyewî bir rojeva Meclîsa Elmanyayê
16:26 Doza Gulîstan Doku: Ji bo Engîn Yucel biyara girtinê hat dayîn
16:24 MED-DER’ê belgename li mezûnên HDP’î yên kursa kurdî belav kir
16:05 Alî Dûran Topûz: Sedemê veqetandina min serxwebûna edîtoryal e
15:58 Bikaranîna çekên kîmyewî: Divê giliyê Tirkiyê li NY bê kirin û darizandin
15:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:34 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan
14:27 Rewşenbîran serdana Nûnertiya HDP'ê kir
14:26 Ji Rihayê banga tevlîbûna mîtîngê
13:57 Rojnamevan Kadrî Bagdû hat bibîranîn
13:36 Ji bo mîtînga jinan a Amedê destûr hat dayîn
13:36 MED TUHAD-FED: Li girtîgehan binpêkirin zêde bûn, bi hestiyar bin
13:34 Baroya Rihayê: Girtî bi îşkenceyê re rûbirû mane
13:34 Li pey hev ji Rojnameya Dûvarê îstifa kirin
13:11 Li Pirsûsê qeza: 2 kes mirin, 6 kes birîndar bûn
12:54 Dema hinarên Zivzikê dest pê kir
12:53 Dozger xwest Şerîf Çamçi heta 15 salan were cezakirin
12:52 Doza rojnameger Şahîn taloq bû
12:07 Malbata Şenyaşar: Em ê bi berxwedanê edaletê bînin
12:03 Gunay: Gur e gura şer komploya li muxalefetê ye
11:50 Parêzer Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:45 Li Qereyaziyê leşkeran bi ser gundekî de girt
11:40 Danişîna nûçegihanê me Aslan hat taloqkirin
11:19 Erdogan dîsa berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefan lê dixwe
11:18 Piştî Erdogan û Çavûşoglû Akar jî gefa êrişê xwar
11:02 Berdevkê YPG'ê: Tirkiye dixwaze statûya Rojava ji holê rake
10:21 Di doza ‘cînayetên siyasî’ ya JÎTEM’ê de wezaret zextan li ser dadgehê dike
10:04 ‘Daxwaza Baybars ê di rojiya mirinê de ye qebûl bikin’
10:04 Kaplan: Divê her kurd mala xwe bike cihê perwerdehiya zimanê kurdî
09:11 Ji TJA'yê banga mîtîngê: Dikare her tiştî biguherîn e
09:10 Rojnameger Êzidî: Encamên hilbijartinê ne rewa ne
09:08 'Zabitnameya ku DAIŞ'iyan tê de Bagdû kirin hedef daxilî dosyeyê nehat kirin'
09:08 Dê rapora derbarê êrişên li hemberî goristanan de berpêşî NY'yê bikin
09:08 Mîtînga Amedê: Em ê bersiveke mezin bidin feraseta dagirker û tecawizker
09:08 Hevseroka ciwan Duzun ji bo têkoşînê bang li ciwanan kir
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2021'AN
13/10/2021
17:06 Platforma Zimanê Kurdî li Batmanê jî nûnertiya xwe vekir
16:16 Li gundan kampanyaya ‘Dema azadiyê’ hat birêvebirin
15:39 Li wargeha KYK’ê li xwe kirina pîjemayan ji bo jinan hat qedexekirin
15:20 Serokê AKP'ê destdirêjî li jinekê kir
15:20 Li Rihayê banga tevlîbûna mîtînga jinan hat kirin
14:54 Ji Çavûşoglû daxuyaniya Sûriyeyê
13:47 HDP’ê di meha îlonê de serdana hezar û 653 gundan kiriye
13:46 Malbata Şenyaşar ji girtiyên nexweş re edalet xwest
13:43 Doza Demîrtaş a "heqareta" li Davûtoglû taloq bû
13:28 Li Qibrisê hikûmetê îstifa kir
13:07 Kovara Dilopê bi dosyeya Mehmet Bayrak derket
13:07 Girtiyan bang kirin: Bi lez bikevin tevgerê
12:33 Tirkiyeyê di berdêla çi de Casimê DAIŞ'î da Iraqê?
12:12 Di hilbijartina Iraqê de 97 jin ketin parlamentoyê
11:41 Doza 5 rojnamevanan ji bo mutalayê hat taloqkirin
11:41 Ji daxuyaniyên “Dê cînayetên siyasî bên kirin” re lêpirsîn hat destpêkirin
11:26 'Destûr nedan civîna me, gef li me hat xwarin'
11:21 Rekorek nû: Dolar asta herî jor derbas kir!
11:01 Rêxistinên Elewiyan: Em xwedî li deklarasyona HDP’ê derdikevin
10:42 Ji girtiyan xwestine di 10 deqîqeyan de amade bin
10:15 Piştgirî dan Nîhal Yalçin: Êrişa li dijî nasnemaya jin û kurdbûnê ye
09:42 Li parêzerê ku hewl da muwekîlê xwe biparêze doz vekirin
09:39 Piştî heyamek dirêj baran li Deşta Mezopotamyayê bariya
09:00 Aydoganê CHP'î: A li girtîgehan rû dide dram e
09:00 Li gundên Semsûrê amadekariyên zivistanê
09:00 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li kuçeyan e: Em ê tiryak û fuhûşê ji binî de biqedînin
09:00 ‘Heya ev îqtidar neçe, aborî sererast nabe'
09:00 Kose yê 38 sal in girtiye nayê dermankirin
09:00 Parêzvanên mafê mirovan: Tişta li Îmraliyê tê kirin sûc e
09:00 Bi ser qetilkirina rojnamevan Bagdû re 7 sal derbas bûn
09:00 Hevserokê MEBYA-DER’a Şirnexê: Îşkencê li cenazeyan tê kirin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2021'AN
12/10/2021
17:08 Polisan bi fîşekên gazê yên dîroka wan derbas bûne agir derxistin
17:07 Piştî sê salan derbarê girtiyekî de lêpirsîn hat destpêkirin
16:59 Kuştina Tutal hat şermezarkirin: Ne cînayet e, qirkirina jinan e
16:45 Dozger piştî çend saetan îtîrazî beraeta Metîna kir
16:29 CHP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:07 30 sal ceza li mamosteyê ku xwendekarên xwe îstismar kiribû hat birîn