Parêzvanên mafê mirovan: Tişta li Îmraliyê tê kirin sûc e

  • rojane
  • 09:00 13 Cotmeh 2021
  • |
img

ENQERE - Parêzvanên mafên mirovan anîn ziman ku tecrîda li Îmraliyê sûcekî qanûna bingehîn e û bang li saziyên navneteweyî kirin ku di vî warî de tevbigerin. 

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de ne, didome. Serlêdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya û malbatan ên ji bo hevdîtinê jî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê ya Îmraliyê nayên bersivandin. 
 
Parêzvanên mafên mirovan tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin. 
 
‘TECRÎD SÛC E LI DIJÎ MIROVAHIYÊ'
 
Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Dîlokê Sînan Taştekîn, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan beriya her tiştî binpêkirina mafê mirovan e û got: "Di qanûnên derbarê girtî û hikumxwaran de, tiştekî li gor şexsan tune ye. Bêparkirina ji mafan, pêkanîneka tecrîdeke taybet e. Ev jî binpêkirina mafên mirovan e. Ev ji ber siyasîbûna darazê û zextên sîyasetê yên li ser darazê ye. Tecrîda li ser Birêz Ocalan, sûcekî li dijî mirovahiyê ye." 
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Taştekîn, bibîr xist ku Ocalan ji 1999'an heya niha tê tecrîdkirin û ew parêzvanên mafên mirovan ji bo jiholêrakirina vê tecrîdê gelek caran bang kirine. Taştekîn, li dijî polîtîkaya tecrîdê bal kişand ser têkoşîneke hevpar û wiha domand: "Rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan, tê wateya rakirina tecrîda li ser girtiyên din jî. Halê vî welatê bêyî zemîneke hiqûqî li ber çavan e. Tirkiye êdî bi temamî veguheriye girtîgeheke girtî."
 
Taştekîn, destnîşan kir ku welêt bi otokrasîyeke ku guh li biryarên navneteweyî nake tê birêvebirin, lewma ya ku vê meseleyê çaresr bike vîna gel e û jixwe Ocalan gelek caran bal kişandiye ser vê yekê. 
 
‘BINPÊKIRINA QANÛNA BINGEHÎN'
 
Seroka ÎHD'a Şaxa Enqereyê Încî Încesagir jî bal kişand ser rêgeza wekheviyê. Încesagir got: "Heger em behsa rêgeza wekheviyê bikin, nexwe divê em li rex mafê hevdîtinê yê ji bo hemû girtiyan û hikumxwaran bin. Ev ji bo Îmraliyê jî wisa ye. Li wir hin girtiyên din jî hene, ew jî bi heman pêkanînan re rû bi rû dimînin. Ev tê wateya pêkanîna hiqûqeke din, ev jî binpêkirina qanûna bingehîn e."
 
BANG LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ KIR
 
Încesagir, bal kişand ser bêdengiya saziyên navneteweyî ya di warê binpêkirina mafên mirovan de. Încesagir, destnîşan kir ku ev bêdengî hêvîşikestin e û mijareke pir girîng e ku divê ji bextê welatan û hikûmetan re neyê hiştin. Încesagir, ragihand ku armanca hebûna mekanîzmayên wekî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û Neteweyên Yekbûyî, parastina mafên mirova ye û got: "Li tu welatî û di tu hikûmetê de divê mafên mirovan ne di înîsyatîfa wan de be, em peywirên wan bibîra wan dixin." 
 
‘TECRÎD, RÊBAZA ÎŞKENCEYÊ YE'
 
Serokê Odeya Bijîşkan a Enqereyê Alî Karakoç jî destnîşan kir ku tecrîd bi tena serê xwe binpêkirineke mafên mirovan e û navê vê jî rêbaza îşkenceyê ye. Karakoç got: "Li Tirkiyeyê bi salan e girtî û hikumxwar tên tecrîdkirin. Me got, ev binpêkirina mafên mirovan û rêbaza îşkenceyê ye. Li girtîgehan parastina mafên girtî û hikumxwaran peywira dewletê ye. Di dema pandemiyê de girtîgeh bi rêbazine pir xirab û çewsîner hatin birêvebirin. Tevdîrên di warê Covîd-19'ê de li seranserê Tirkiyeyê hatin rakirin, lê hê jî ev pêvajo li girtîgehan pir xirab tê birêvebirin. Hê jî di warê xwegihandina mafê tenduristiyê de astengînî cidî hene. Ev tecrîd û îzolasyon e. Ev binpêkirin e. Ne mimkun e miorv vê yekê qebûl bike." 

Sernavên din

15/10/2021
14:39 Qeydên tapeyan ên nû li dosyeya malbata Dedeogullari hat zêdekirin
14:38 Dayîkên Aştiyê banga tevlîbûna mitîngê li jinan kirin
14:31 Danişîna parêzerên ku qayûman şermezar kiribûn hat dîtin
14:11 Jinek û zaroka xwe di girtîgehê de bi Kovîd-19’ê ketin
14:02 Civîna Tifaqa Kurdistanî: Peywira me ya herî girîng yekrêziya li dijî şer e
13:59 Parêzerên Doza Kobanê: Biryara DMME’ê nayê bicihanîn
13:22 Şaredarê berê yê Cizîrê ku girtiye nayê dermankirin
13:14 Dozger xwest ku Dr. Gokalp were cezakirin
12:30 Tirkiyeyê Qendîl û Asosê bombebaran kirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Roja heq û edaletê wê ji nû ve hilbê
11:55 Aygul Dokû bang li Wezîrê Dadê kir
11:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:29 Sakik: Mûxalefet bi şens e, bêrî ku îstîxbarat were kurd dihatin înfazkirin
11:14 Amadekariyên konsera ‘Berbang’ didomin
10:51 Jinên Êlihê ji bo mitînga Amedê amade ne
10:24 Têkoşer Hesen: Goran di encama polîtîkayên şaş de biserneket
09:22 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
09:04 Ozsoy: AKP li Sûriyê tengijiye
09:04 Zabitayan li zaroka kaxezan berhev dike, xistin
09:04 Ûca: Dixwazin li Şengalê civaka demokratîk ji holê rakin
09:04 3 meh ma ji qedexeya tûtinê re: Tûtin jî here, em ê çi bikin?
09:04 Di 5 salan de 40 caran cezayê pereyan li Hevşaredara Êlihê hat birîn
09:04 Baroya Şirnexê dest bi perwerdehiya kurdî kir
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2021'AN
08:28 Li Edeneyê kesek hat binçavkirin
14/10/2021
17:41 Endama RJAK'ê Ciwana Ebdulbaqî hat berdan
17:05 Bikaranîna çekên kîmyewî bir rojeva Meclîsa Elmanyayê
16:26 Doza Gulîstan Doku: Ji bo Engîn Yucel biyara girtinê hat dayîn
16:24 MED-DER’ê belgename li mezûnên HDP’î yên kursa kurdî belav kir
16:05 Alî Dûran Topûz: Sedemê veqetandina min serxwebûna edîtoryal e
15:58 Bikaranîna çekên kîmyewî: Divê giliyê Tirkiyê li NY bê kirin û darizandin
15:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:34 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan
14:27 Rewşenbîran serdana Nûnertiya HDP'ê kir
14:26 Ji Rihayê banga tevlîbûna mîtîngê
13:57 Rojnamevan Kadrî Bagdû hat bibîranîn
13:36 Ji bo mîtînga jinan a Amedê destûr hat dayîn
13:36 MED TUHAD-FED: Li girtîgehan binpêkirin zêde bûn, bi hestiyar bin
13:34 Baroya Rihayê: Girtî bi îşkenceyê re rûbirû mane
13:34 Li pey hev ji Rojnameya Dûvarê îstifa kirin
13:11 Li Pirsûsê qeza: 2 kes mirin, 6 kes birîndar bûn
12:54 Dema hinarên Zivzikê dest pê kir
12:53 Dozger xwest Şerîf Çamçi heta 15 salan were cezakirin
12:52 Doza rojnameger Şahîn taloq bû
12:07 Malbata Şenyaşar: Em ê bi berxwedanê edaletê bînin
12:03 Gunay: Gur e gura şer komploya li muxalefetê ye
11:50 Parêzer Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:45 Li Qereyaziyê leşkeran bi ser gundekî de girt
11:40 Danişîna nûçegihanê me Aslan hat taloqkirin
11:19 Erdogan dîsa berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefan lê dixwe
11:18 Piştî Erdogan û Çavûşoglû Akar jî gefa êrişê xwar
11:02 Berdevkê YPG'ê: Tirkiye dixwaze statûya Rojava ji holê rake
10:21 Di doza ‘cînayetên siyasî’ ya JÎTEM’ê de wezaret zextan li ser dadgehê dike
10:04 ‘Daxwaza Baybars ê di rojiya mirinê de ye qebûl bikin’
10:04 Kaplan: Divê her kurd mala xwe bike cihê perwerdehiya zimanê kurdî
09:11 Ji TJA'yê banga mîtîngê: Dikare her tiştî biguherîn e
09:10 Rojnameger Êzidî: Encamên hilbijartinê ne rewa ne
09:08 'Zabitnameya ku DAIŞ'iyan tê de Bagdû kirin hedef daxilî dosyeyê nehat kirin'
09:08 Dê rapora derbarê êrişên li hemberî goristanan de berpêşî NY'yê bikin
09:08 Mîtînga Amedê: Em ê bersiveke mezin bidin feraseta dagirker û tecawizker
09:08 Hevseroka ciwan Duzun ji bo têkoşînê bang li ciwanan kir
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2021'AN
13/10/2021
17:06 Platforma Zimanê Kurdî li Batmanê jî nûnertiya xwe vekir
16:16 Li gundan kampanyaya ‘Dema azadiyê’ hat birêvebirin
15:39 Li wargeha KYK’ê li xwe kirina pîjemayan ji bo jinan hat qedexekirin
15:20 Serokê AKP'ê destdirêjî li jinekê kir
15:20 Li Rihayê banga tevlîbûna mîtînga jinan hat kirin
14:54 Ji Çavûşoglû daxuyaniya Sûriyeyê
13:47 HDP’ê di meha îlonê de serdana hezar û 653 gundan kiriye
13:46 Malbata Şenyaşar ji girtiyên nexweş re edalet xwest
13:43 Doza Demîrtaş a "heqareta" li Davûtoglû taloq bû
13:28 Li Qibrisê hikûmetê îstifa kir
13:07 Kovara Dilopê bi dosyeya Mehmet Bayrak derket
13:07 Girtiyan bang kirin: Bi lez bikevin tevgerê
12:33 Tirkiyeyê di berdêla çi de Casimê DAIŞ'î da Iraqê?
12:12 Di hilbijartina Iraqê de 97 jin ketin parlamentoyê
11:41 Doza 5 rojnamevanan ji bo mutalayê hat taloqkirin
11:41 Ji daxuyaniyên “Dê cînayetên siyasî bên kirin” re lêpirsîn hat destpêkirin
11:26 'Destûr nedan civîna me, gef li me hat xwarin'
11:21 Rekorek nû: Dolar asta herî jor derbas kir!
11:01 Rêxistinên Elewiyan: Em xwedî li deklarasyona HDP’ê derdikevin
10:42 Ji girtiyan xwestine di 10 deqîqeyan de amade bin
10:15 Piştgirî dan Nîhal Yalçin: Êrişa li dijî nasnemaya jin û kurdbûnê ye
09:42 Li parêzerê ku hewl da muwekîlê xwe biparêze doz vekirin
09:39 Piştî heyamek dirêj baran li Deşta Mezopotamyayê bariya
09:00 Aydoganê CHP'î: A li girtîgehan rû dide dram e
09:00 Li gundên Semsûrê amadekariyên zivistanê
09:00 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li kuçeyan e: Em ê tiryak û fuhûşê ji binî de biqedînin
09:00 ‘Heya ev îqtidar neçe, aborî sererast nabe'
09:00 Kose yê 38 sal in girtiye nayê dermankirin
09:00 Parêzvanên mafê mirovan: Tişta li Îmraliyê tê kirin sûc e
09:00 Bi ser qetilkirina rojnamevan Bagdû re 7 sal derbas bûn
09:00 Hevserokê MEBYA-DER’a Şirnexê: Îşkencê li cenazeyan tê kirin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2021'AN
12/10/2021
17:08 Polisan bi fîşekên gazê yên dîroka wan derbas bûne agir derxistin
17:07 Piştî sê salan derbarê girtiyekî de lêpirsîn hat destpêkirin
16:59 Kuştina Tutal hat şermezarkirin: Ne cînayet e, qirkirina jinan e
16:45 Dozger piştî çend saetan îtîrazî beraeta Metîna kir
16:29 CHP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:07 30 sal ceza li mamosteyê ku xwendekarên xwe îstismar kiribû hat birîn