NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê (YNK) ragihand ku namzetê wan ê ji bo Serokkomariya Iraqê Serokkomarê heyî Berhem Salih e.
Hevserokê Giştî yê YNK'ê Bafil Talabanî piştî dengdana ji bo hilbijartinên giştî yên Iraqê daxuyanî da çapemeniyê. Talabanî, diyar kir ku ew ê YNK'ê veguherînin YNK'a Mam Celal û wiha got: "Em ê Kurdistanê bikin Kurdistana Mam Celal, bi taybetî jî Kerkûkê." Talabanî, ji bo pirsa li ser namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê jî got ku namzetê wan Berhem Salih e.