ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo Ayşe Ozdogan a nexweşa penceşêrê ye bang berdana lezgîn kir.
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bi armanca balê bikişînê ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 370’emîn a çalakiya xwe de, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) civakîna çapemeniyê li dar xist. Endama Lijneya Rêveber a Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen li ser navê înîsiyatîfê di civînê de axivî. Çevîrmen, bal kişand ser rewşa girtiya nexweşa penceşêrê Ayş Ozdogan a li Girtîgeha Tîpa L a Doşemealti ya Antalyayê dimîne.
Çevîrmen, diyar kir ku nexweşiya Ozdogan a penceşêrê di qonaxa 4’emîn de ye û her diçe rewşa wê girantir dibe. Çevîrmen, dest nîşan kir ku divê cezayê Ozdogan ji ber nexweşiya wê bê taloqkirin û ji bo parastina mafê wê yê jiyanê banga serbest berdana lezgîn kir.