Malbatên girtiyan ji gardiyanan re gotin: Ma ev der Girtîgeha Guantanamoyê ye?

  • rojane
  • 12:00 4 Cotmeh 2021
  • |
img

AMED - Bi hêceta ku xizmên girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmarên1 û 2 yên Amedê dimînin, silav dane hin girtiyên din, cezayê hevdîtinê li wan hatiye birîn. Malbatên ku bertek nîşanî van zextan dan, ji gardiyanan pirsa “Ma ev der Girtîgeha Guantanamoyê ye?” kirin.

Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ku bi pandemiyê zêde bûn, her roja ku diçe zêdetir dibin. Ji lêgerîna dev heta sewqên nexweşxaneyan, ji sînorkirina hevdîtinan heta cezayên dîsîplînê bi gelek binpêkirinan hem girtî hem jî malbatên wan tên mexdûrkirin. Hat diyarkirin ku malbatên ku di meha Îlonê de çûn hevdîtinên zarokên xwe yên di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmarên 1 û 2 yên Amedê de dimînin, ji ber silav dayîna girtiyan cezayê hevdîtinê dane wan. 
 
Dayika Hamza Yildiz ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2 ya Amedê dimîne, Turkan Yildiz, diyar kir ku di hevdîtinê de gardiyanan heqaret li wan kirine û bi awayekî hişk nêzîkî wan bûne. 
 
GEFA CEZAKIRINÊ 
 
Yildiz, da zanîn ku silav dayîna girtiyan jî kirin hêceta cezayê dîsîplînê û wiha got: “Dema em diçin hevdîtinê ji bilî zarokên me em nikarin silavê bidin tu girtiyan. Dema me hewl da em silavê bidin gardiyan dibêjin ‘Teqez silavê nedin hevalên zarokên xwe, heke hûn ê ceza bigirin’. Ligel ku em ceza bigirin jî dîsa silav didin. Heke ji bo silavekê em ceza bigirin, bila bigirin. Di encamê de ew zarokên me ne.” Yildiz, bi lêv kir ku tevî biryara Wezareta Dadê ya saet û nîv, hevdîtin bi 45 deqîdeyan hatine sînordarkirin. Yildiz, diyar kir ku girtiyan ji bo rakirina vê binpêkirinê bi daxwaznameyekê serî li wezaretê dane.
 
‘WÊ JI GIRTÎGEHÊ DARBEST DERKEVIN’
 
Yildiz, anî ziman ku kurê wê Hamza Yildiz jê re gotiye ‘Heke rojekê dengê me dernekeve, tiştek bi me were bizanin ku berpirsyarê wê girtîgeh in. Heke wisa biçe wê ji girtîgehê darbest derkevin’ û wiha berdewam kir: “Em weke dayik naxwazin darbest ji girtîgehê derkevin. Heke me dayika li kolanan ji bo zarokên xwe deng derxistibûya, niha ev tişt bi serê zarokên me ne dihat. Ji ber van zextên li girtîgehan zarokên me heliyan e. Divê êdî hemû dayik ji bo girtîgehan rabin ser piya. Girtî ji xwe çend mehan di çalakiya greva birçîbûnê de bûn. Tenduristiya zarokên me ne baş e. Êdî nikarin bimeşin. Ez nikarim li wêneyên wan binerim. Zarokên me dibêjin her derê wan diêşe. Em êdî nizanin serî li ku derê bidin û biçin ku derê. Em ji jiyana zarokên xwe bi fikar in.”
 
‘DOZGER NIKARE XWE BIGIHÎNE MIDURÊ GIRTÎGEHÊ’
 
Bavê Mehmet Kirik ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 a Amedê dimîne, Abdulhalik Kirik jî diyar kir ku tenduristiya zarokê wî û hevalên zarokê wî yên di sala 2018’an de ji bo balê bikşînin tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, ketibûn çalakiya greva birçîbûnê, nebaş e. 
 
Kirik, da zanîn ku zarokê wî girtiyekî ku cezayê muebbetê lê hatiye birîn e û wiha got: “Ev demekî dirêje ji ber zextan me ji midurê girtîgehê û dozger re daxwaza hevdîtinê kiriye lê ev daxwaza me nayê qebûlkirin. Em ji zarokên xwe re pirtûk û cilan dişinin lê dibên ne guncav in ev tişt û paş ve dişînin. Em nameyan dişinin bi mehan nadin wan.”
 
‘EM LI DIJÎ ZILMÊ NE’  
 
Kirik, bi lêv kir ku gardiyan naxwazin di hevdîtinan de silavê bidin girtiyan û wiha berdewam kir: “Min ji gardiyan re got ‘tu misilman î?’ Got ‘erê.’ Min jî  jê re got tu dayîna silava me ya Xwedê asteng dikî, tu Xwedê înkar dikî?’ Ev hevalên hev in, em wan nas dikin, ji ber wê em silavê didin wan. Dema hin dayik di hevdîtina girtî de bi telefonê diaxivin, ji nezanî kabloya telefonê diqetînin. Ji ber vê yekê ji sûcê ‘Zirar dayîna malê cemaweriyê’ sê meh cezayê hevdîtinê didin wan. Herî dawî ez bi gardiyanan re niqaş kir û ji wan pirsa ‘Ma ev der Girtîgeha Guantanamoyê ye’ kir. Min ji wan re got ji vir û şunde nivîsa ‘edaletê’ ya li vir jê bibin. Hem ji dayikeke ku qabloya telefonê qetand hem jî ji dayikeke ku silav da girtiyan re cezayê hevdîtinê birîn. Em dixwazin êdî ev hovîtî were sekinandin. Em heta dawiyê li cem zarokên xwe ne û li dijî zilmê ne.”
 
 

Sernavên din

07/10/2021
12:28 Dixwest lawê xwe bibîne lê berî ku bibîne koça dawî kir
12:23 MGKP: Em bi pênûsa wêrek a Gurbetellî nivîsandinê bidomîn in
12:17 Li Egeyê bi ser malan de girtin: Dayika Aştiyê ya 70 salî di bin çavan de ye
12:09 Nûnerên HDP’ê yên li Hewlêrê hatin binçavkirin
12:07 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike
11:33 Piştî bombebarana Tirkiyeyê li Amediyê şewat derket
10:51 Salaz: Ger em Tirkmenan di operasyonan de bibînin, em ê şaş nemîn in
10:43 Li Mêrsînê kesek hat binçavkirin
10:40 Dolmîşa karkeran qeza kir: Kesek mir û 16 kes birîndar bûn
10:39 Şopa ku Ocalan di 66 rojan de li pey xwe hişt 23 sal in hêj winda nebûye
10:15 Li Girtîgeha Kirikkalê nêzî 100 girtî hatin sewqkirin
09:42 Operasyona li Bestayê dewam dike
09:35 Tevî temînata dan DMME'yê jî, dosya girtin
09:26 Polîsan berhevkarên kaxizan binçav kirin
09:05 'Bi sedan jin xwedî li pênûsa wêrek a Gûrbetelliyê derketin'
09:02 ‘Em ê bi kongreyê bibin bersiva zextên desthilatê’
09:02 Eyşe Efendî: Li Kobanê jinan bîr bi derziyan kolandin
09:02 Ji ber 'cezayên dîsîplînê' yên 10 sal berê berdana wî 6 salan hat taloqkirin
09:02 Îsal halê îsotê ne tu hal e!
09:02 Tûrhalli: Ya nelirêtî kir ne hevserokatî, qeyûm bi xwe ne
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2021'AN
06/10/2021
17:05 Jinên siyasetmedar ku Mûsa Orhan şermezar kiribûn hatin beraetkirin
16:17 Kesên ku xwe weke ‘polîs’ dan nasîn Savaş û Bariş revandin
16:03 Ciwanê HDP’yî: Polîsan xwest min bikin sîxur
15:41 Jinan ji bo mitînga Amedê dest bi amadekariyan kirin
15:41 Li Farqînê hejmara binçavkirinan derket 13’an
15:36 6 sal cezayê hefsê li siyasetvan Çûr hat birîn
15:09 Ji Girtîgeha Kirikkaleyê 80 girtî hatin sewqkirin
15:02 Xwediyê kar hevdîtinê qebûl kir, karkeran jî navbera da çalakiyê
14:53 Dozger 15 sal cezayê hefsê ji Hevseroka MEBYA-DER'ê re xwest
14:39 Li Wanê mamosteyekî 3 zarok tacîz kirin
14:38 Karkerên ku nanê xwe ji çopê derdixin: Desthilatdarî zilmê li me dike
13:42 Rêvebera MEBYA-DER’ê hat beraetkirin
13:10 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
13:09 Tundiya zilam: Keça xwe ya 14 salî bi giranî birîndar kir
13:05 Derbarê Ferît Şenyaşar de lêpirsîna ‘Qesrê’ hat destpêkirin
12:50 Di Îlonê de 175 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:49 Dozger xwest faîlê tacîzê were beraetkirin
12:22 Di wesayîta Serokê AKP’ê de cixareyên qaçax û sîleh hatin girtin
12:21 Li Farqînê 5 kes hatin binçavkirin
11:54 Berxwedana 300 karkeran di roja 3’yemîn de ye
11:49 Li Enqereyê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:01 Têkoşîn bi ser ket û pêşengên komployê jî tune bûn
10:20 ‘Avahiyên HDP’ê bidin ber keviran û konan vedin’
09:19 Hestên xwe bi keviran nexş dike
09:12 Bi bûyerên Kobanê HDP'ê hedef girtin: Hewl didin bigirin
09:05 'Pênûsa wêrek a Ersoz berpisiyariya nivîsîna heqîqetê daye ser milê me'
09:04 Miduriyeta daristanan nikare mudaxaleyî birîna daran bike!
09:03 Sînorê Kobanê nerehete!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2021'AN
08:49 Li Stenbolê nêzî 200 karkerên kaxizan berhev dikin hatin binçavkirin
08:48 Li Silêmaniyê 5 kes di malekê de şewitîn
05/10/2021
19:02 Dayika 2 girtiyan ku di rêya girtîgehê de qeza kir jiyana xwe ji dest da
17:03 Daxwaza ji bo kifşa cihê bûyera malbata Îzol hat redkirin
16:42 3 karkerên ku kaxizan kom dikirin hatin girtin
16:35 AYM’ê serlêdana Komkujiya Pirsûsê red kir
15:49 Li Mexmûr û Sêmalka çalakiyên şermezarkirinê: PDK di nava îxanetê de ye
15:45 ‘Li girtîgehan tedbîrên pandemiyê veguheriye tecrîdê’
15:37 Platforma Zimanê Kurdî li Mêrdînê nûnertiya xwe vedike
15:00 Artêşa tirk Bradost bombebaran kir
15:00 Li Silopiya 12 kes hatin binçavkirin
14:59 Dadgehê îtîraza ji bo berdana Demîrkiran red kir
14:42 Sancar: Heke we pirsgirêka kurd çareser kiribe, çima panzêr zarokên kurd dikujin?
13:52 Li Midyadê esnafek mirî hat dîtin
13:36 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
13:36 DFG’ê raporê meha îlonê aşkere kir: 50 rojnamevan hatin darizandin
13:33 300 karker li ber xwe didin: Em li hember pergala koletiyê serî radikin
12:30 Çeteleya tundiya meha îlonê ya JinNewsê: 25 jin hatin qetilkirin
12:27 Derbarê du parêzerên piştevaniya Malbata Şenyaşar kirine de gilî hatiye kirin
12:26 Doza rojnamevan Demîr hat taloqkirin
11:27 ‘Sûîqestên li Kurdistana Federe perçeyekî konseptekê ne’
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:19 Vaye darên ku li Botanê tên birîn!
10:38 Li Bedlîsê du kes hatin binçavkirin
10:21 Li Farqînê 2 tax bi ‘birîna ceyranê’ hatin cezakirin!
10:10 Foza Yûsif: Şengal rûmeta gelê kurd e
09:12 Cenazeyên HPG'iyên ku tên revandin bi awayekî komî tên definkirin
09:11 Berdana girtiyê ku ûr di mejiyê wî de tê astengkirin
09:11 MÎT bela xwe ji Suloyê penaber venake
09:10 Ji girtiyan ji bo midûrê ku got 'Ez Esat Oktayê girtîgehê me': Em jî Mazlûm, Kemal û Hayrî ne
09:09 Di çalakiyên Kobanê de kê çikir?
09:07 Ji Platforma ji Biçekkirina Ferdî re Na Sozer: Civakek xeternak tê avakirin
09:03 MED-DER’ê ji Semsûrê heta Colemêrgê berhavkarî kir: 7 pirtûkên folklorîk çap kir
09:01 Ji rojnamevan Kara re 15 sal cezayê hefsê tê xwestin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2021'AN
04/10/2021
16:35 HDP'a Stenbolê kongreya xwe li dar dixe
16:05 Cenazeyê Bahadir piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
14:19 Girtiyên cezayên wan qediyane nayên berdan
14:18 Polîsan bi ser depoyên paşve veguherînê de girtin: 2 binçav kirin
14:01 Li Rihayê 300 karkeran li ber fabrîkayê dest bi nobetê kirin
13:40 PSK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:24 Doza 16 xizmên qurbaniyên Roboskî hat taloqkirin
13:23 'Kujerên Haci Bîrlîk ji aliyê kîjan hêzan ve tên parastin?'
12:49 Li Girê Spî çeteyekî 3 sivîl birîndar kirin
12:08 Rêveberiya Şengalê: Yên îradeya me nas nekin, em ê jî wan nas nekin
12:00 Malbatên girtiyan ji gardiyanan re gotin: Ma ev der Girtîgeha Guantanamoyê ye?
11:59 Zilamê ku hewl da destdirêjî zarokê bike hat girtin
11:49 Kolber axivî: Me wek çekdaran radestî Îranê kirin
11:44 Lêkolîna Qadê: 4 partî bendê derbas dikin, hilbijêrên herî bi biryar ên HDP’ê ne
10:21 Xelkê Şengalê li dijî planan tên kirin li ser piya ne