HDP: Wê qeyûm biçin û em ê bimînin

img

ENQERE - HDP'ê di encamnameya Konferansa Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk de got: '' Wê qeyûm biçin û em ê bimînin. Li dijî qeyûman gotina dawî em ê bibêjin.''

 
Encamnameya Konferansa Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê ku 26'ê îlonê bi dirûşma, "Dema Hilweşandina Rejîma Qeyûm û Avakirina Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk e" ya ku li Enqereyê hatibû lidarxistin eşkere bû. HDP'ê got ew konferansê diyarî Deniz Poyraz dikin. 
 
Encamnameya Konferansê wiha ye: 
 
"Di 26’ê Îlona 2021’an de bi dirûşmeya “Dem dama avakirina rêveberiyên herêmî yên demokratîk û hilweşandina rejîma qeyûman e” Konferansa Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk pêk hat. Konferans li Salona Konferansê ya Tesîsên Civakî û Mala Xwendekaran a Teoman Ozturk a TMMOB'ê pêk hat. Konferans diyarî rêhevala me Denîz Poyraz a li Îzmirê qetil kiribûn hat kirin. Ji bajarên herêmê nêzî 400 delege beşdarî konferansê bûn.
 
Em wek hevparên konferansê di serî de di şexsê hilbijêrên me yên di girtîgehan de dîl hatine girtin û hemû hevrêyên me yên girtî, hemû hevalên xwe yên têkoşîna azadiyê didin silav dikin.
 
Îqtîdara AKP-MHP’ê bi pêşxistina gelek krîzan hewl dide civakê bênefes bihêle. Di vê pêvajoya ku AKP-MHP xera dike de, têkoşîna me ya ji bo parastina civakê û rizgarkirina demokrasiye bênavber didome.
 
Siyaseta herêmî, li dijî polîtîkayên zextên sîstematîk ên rêveberiya navêndî, têkoşîna civakî pêş dixe û lêgerîna xwebûnê û jiyana nû berdewam dike. Îfadeya herî şênber a vê têkoşînê dijberî û ragêşiya li dijî tayînkirina qeyûman a Şaredariyên HDP’ê ye.
 
Di çarçoveya stratejiya me ya Xeta Sêyemîn de, li şûna dewletê em civakê esas digirin. Em têkoşîna demokratîkbûn, wekheviya zayendiya civakî, hebûn û avakirina civaka exlaqî û polîtîk bi pêş dixin.
 
Em ji bo ku gel xwe bi xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin têdikoşin. Ji bo karibe xwe bi rê ve bibe demokrasiya herêmî û jiyana nû ava bike têdikoşin.
 
Em Tirkiyeyê Demokratîk dikin, Em Riya Azadiya Gelê Kurd Vedikin!
 
HDP, di dîrokê de bi tecrûbe û cerebeyên xwe, li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasiyê dide. Bûye navenda têkoşîna hevpar a hemû civakan. Her ku sal derbas dibin, bêtir rêkeftina civakê bi pêş dixe û têkoşîna siyasî dimeşîne.
 
Me bi stratejiya di hilbijartina rêveberiyên herêmî û îdarî ya 31’ê Adara 2019’an de, careke din îsbat û aşkera kir ku em hêza diyarker in.
 
Me bi stratejiya 31’ê Adara 2019’an û encamên vê stratejiyê dît ku em hêza xwe ji perspektîfa Komara Demokratîk û Rêveberiyên Demokratîk digirin. Me armanc kir ku em tenê xwe li gorî encamên hilbijartinê bi sînor nakin. Di heman demê de me feraseta demokrasiya herêmî ya şaredariyan kir armanc. Bi vê yekê em gaveke din gihiştin armanca ku siyasetê bikin malê civakê û siyaseta civakî bi pêş bixin. 
 
Di hilbijartina 31’ê Adarê de em bi fikra ku Tirkiyeyê demokratîk bikin û gelê Kurd azad bikin nêzîk bûn. Di vê çarçoveya azadkirina gelê Kurd de me şaredarî dîsa ji destê qeyûman girt û em gihiştin armanca xwe.
 
Di heman demê de em bi vê serkeftinê gihiştin fikra bandora demokrasiya herêmî ya li ser yekîtiya neteweya gelê Kurd. Me dît ku fikra demokrasiya herêmî li ser yekîtiya neteweyî çiqas bi bandor e. Ligel hin pirsgirêk û astengiyan, me ji tifaqê ruhê yekîtiya neteweyî bi hêz kir.
 
Bêguman di bidestxistina van encaman de, rêgezên me û piştgiriya gelê Kurd diyarker bû.
 
 EM Ê TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎK MEZIN BIKIN 
 
Di encama serkeftina armancên me yê statejiya piralî ya me di 31’ê Adarê de dabû destpêkirin, hîn salek di ser hilbijartinan re derbas nebû, daxwazên ji bo hilbijartinên pêşwext gelekî hatin ser zimanan. Serkeftina me ya di hilbijartinan de careke din derxiste holê ku desthilatî bi polîtîkayên xwe yên zextê nikare encam bigire.
 
Her wiha ew bû nîşaneya ku bijarteyeke gelên Tirkiyeyê ya demokratîk jî heye. Ji bo welatekî demokratîk hêvî mezin kirin.
 
Ji bo mezinbûna hêviyên avakirina welatekî demokratîk em dixwazin tevî gel, rêxistinên civakî, jin û tevgerên ekolojiyê bi hev re vê têkoşînê bimeşînin û mezintir bikin.
 
Helwesta stratejîk û piştgiriya ku me ji gelên Tirkiyeyê girtî bi coş û kelecaneke mezin didomînin; ji bo ku em ji vê feraseta zordariyê û ji zextan xilas bibin, em ê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin.
 
Em ê xwedî li mîrasa xwe ya şaredariya civakparêz derkevin!
 
Bi salan e xebatên şaredariyên demokratîk bûne hedef û armanca pergala dewletê. Li ku derê rê û rêbaz an jî xebateke demokratîk hebe bûye hedef û armanca wan û xwestine bi riya hêzên dewletê wê ji holê rakin.
 
Li dijî van êriş û kiryarên zordarî ji sala 1979’an û heta roja îro ji bo me xwedîderketina li hişmendiya şaredariya civakparêz û pêşxistinê wê, xwedî giringî û wateyeke dîrokî ye.
 
Kevneşopiya siyasî û pratîka rêveberiyên herêmî ya ku heta serdema Partiya Demokrasiya Gelan hatiye, ‘avakirina civakê’ ji xwe re kir armanc. HDP pala xwe da van tecrûbeyên zengîn û xwedî li xeta rêveberiya herêmî ya demokratîk derket û berfireh û mezin kir.  Di navenda avakirina têkoşîna me de bingeheke wekheviyê heye. Em bi çanda azadiya jinê bawer dikin.
 
Di serî de pergala hevserokatiyê, gelek destkeftiyên din ên wekî bajarên ku jin tê de azad in, şaredariyên ku azadiya jinê esas digirin û avakirina saziyên jinan, hatin bidestxistin.
 
Li Her Qadê Li Dijî Qeyûman Gotina Herî Dawî Em ê Bibêjin!
 
Biryarên tayînkirina qeyûman di civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya 2014’an de hat plankirin û ket meriyetê. Rejîma qeyûman ku di çarçoveya plana têkşikandinê de ket meriyetê, di çarçoveya pêkanînê de Plana Isleheta Şerqê ya Duyemîn e. Dema em li pratîka qeyûman a di navbera 2016-2019’an de binihêrin, dê bê dîtin ku li dijî nasneme û nirxên gelê Kurd hemleyeke plankirî ya siyasî û îdarî di meriyetê de ye. Lêbelê rejîma nû bi êrişkirina nasnameya Kurd sînordar nema, îro hemû Tirkiye xistiye bin bandora xwe.  
 
Qeyûm ku navê xesbkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye, li Tirkiyeyê hewldana tunekirina destkeftiyên hêzên demokratîk û gelan e. Kiryarên qeyûman, nîşaneya bêtehemuliya li dijî îradeya civakê û binpêkirina hemû mafên qanûnî ye.
 
Em nûnertiya wê kevneşopiya siyasî dikin ku di her şert û mercên êrişkar de xwedî li îradeya xwe derdikeve. Bêyî ku em kiryarên qeyûman qebûl bikin, têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin û tu carî tawîzan nedin û li dijî qeyûman gotinên dawîn em ê bibêjin.
 
DÊ QEYÛM BIÇIN, EM Ê BIMÎNIN 
 
Em ê Pergala Hevserokatiyê Biparêzin û Bidomînin!
 
Hevserokatî pergala demokratîk e ku xwe dispêre hişmendiya demokrasiya radîkal. Me tu carî li dijî siyaseta mêr, dev ji gotina xwe ya ku hevserokatî xeta me ya mor e, berneda.
 
Pergala hevserokatiyê ku nîşaneya veguherîna civakî ye, dê bibe pergaleke wisa ku jin di mekanîzmaya biryarê de cih bigirin û nêrîn nêzikatiyên pergala mêran ên zordest parçe bikin.
 
Ev pergala zemîneke wisa ye ku hem jin hem jî mêr bikaribin li ser têkoşîna azadî û demokatîkbûnê bidin. Ji ber vê yekê rastî êrişên dijwar ên pergalê hatin; xwestin krîmînalîze bikin, hewl dan di dosyeyên dadgehê de wek sûc nîşan bidin, lê me ew di eywanên dadgehê de darizand.
 
Dîsa em ê bi têkoşîna hevpar a jinan bersiva herî xurt bidin ew kesên ku pergala hevserokatiyê hedef nîşan dan, qeyûm tayînî şaredarî û saziyên me yên bi feraseta azadiya jinan dihatin birêvebirin.
 
Em vê yekê baş dizanin ku pergala me ya hevserokatiyê ji bo hemû cîhanê bû model.
 
Em di Feraseta Demokrasiya Herêmî ya ku Xwe Dispêre Rêveberiya Xweser de bi Israr in
 
Rêveberiya xwecihî û rêveberiya gel bingeha têgihiştina rêveberiya herêmî ya partiya me pêk tînin. Em li dijî pergala sînordarker û îdareya navendî ya ku dixwaze li ser rêveberiyên herêmî zextan ava bike, parastina xweseriya demokratîk a rêveberiyên herêmî didomînin.
 
Bi derbaskirina nexweşiya desthilatdarî û dewleta navendî, hiyerarşiya xweza, civak, çîn û zayendperestiyê têk birin û di avakirina civaka demokratîk de rêveberiyên herêmî di rol û rista diyarker de ne. Heta ku li gund, kolan, tax, kuçe, navçe û bajaran demokrasi bi pêş nekeve em ê nikaribin jiyana nû ava bikin.
 
Pergala rêveberiyên herêmî ku gel tê de xwedî mafê gotinê ye û li ser esasê tevlêbûneke giştî ye ji bo me jêveneger e. Tiştên ji bo gel ji xizmeta gel re bikaranîn û ji bo vê divê em bikin ku gel bi xwe vê biryarê bide.
 
Divê ji kolanan heta taxan, ji navçeyan heta bajaran, li tevahiya welat demokrasiya herêmî têkeve meriyetê û ji bo ku rêveberiya xweser a gelên Tirkiyeyê pêk bê divê em bikevin nav tevgerê.
 
Em xwedî wê hêzê ne ku dikarin li gund û bajarên xwe jiyana demokratîk a civakê û hemû zindiyên xwezayê ava bikin û binesazî, çandinî, ziman û qadên perdehî, tenduristî û civakî bi pêş bixin û biparêzin.
 
Ji bo avakirina rêveberiyên herêmî yên demokratîk pêwistî bi peşkandina daran hebe em ê bipeşkînin, pêwistî bi komkirina çopan hebe em ê çopan jî kom bikin, pêwistî bi dersdayînê an jî ders standinê hebe em ê bikin, pêwistî bi nîqaşê hebe em ê nîqaş bikin. Bi kurtasî em ê ked bidin, bawer bikin û ava bikin.
 
Hemû kêmasî û nebesiyên xwe yên heta roja îro me li ber çavan girt.  Di Rêya Sêyemîn  de ku me bi ked û bawerî têkoşîna wê da, ne ku em bibin aliyekî feraseta desthilat û dewletperesiyê; em dibêjin dema dema ji bo feraseta rêveberiya herêmî û şaredariyê ya li ser esasê jin, civak û xwezayê ye û ji bo wê em ketina tevgerê.
 
Em Rejîma Qeyûman Hilweşînin, Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Ava Bikin!"

Sernavên din

04/10/2021
09:00 Mehserek rengîn a bi tiriyê ‘Mezrone’
09:00 Karkerên Tekstîla Tay: Heya serkeftinê berxwedan
09:00 Li Pirsûsê 20 hezar donim erdê çandiniyê di bin avê de ma
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2021'AN
03/10/2021
19:45 MED DER'ê panela 'Zarok û Ziman' li dar xist
18:47 Dema binçavkirina 11 kesan hat dirêjkirin
16:25 Faîlê destdirêjiyê û kurê xwe serbest hatin berdan
16:03 Li Şirnexê 2 kesan xwe întîhar kirin
15:10 Orak a hatibû revandin serbest hat berdan
14:25 AATUHAY-DER'ê kongreya xwe li dar xist
13:55 Daxuyaniya Xelîfanê: PDK’ê êriş pêk anî
13:33 Malbata Şenyaşar: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
13:30 Hacî Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hat bibîranîn
11:45 Li Nexweşxaneya Şirnexê 2 cenaze tên sekinandin
11:08 Jinan danezana HDP’ê şîrove kirin: Nexşerêya jiyanek nû ye
10:22 Navê Denîz Poyraz û malbata Dedeogullari li taxan kirin
09:10 'Heger navê Ocalan bê bilêvkirin, nexwe heqê wî ye ku ew jî baixive'
09:09 Kûrhan ê 30 salan di girtîgehê de ma: Heke îdia mezin bin berxwedan jî mezin dibe
09:07 Ji bo aqûbeta penaberên ku eskeran ew avêtin çem serî li ÎHD'ê dan
09:06 Kooperatîfa Kîbeleyê ku bi destê du jinan hat avakirin mezin dibe
09:03 Esnafên halê ji ber krîza aborî nikarin çerxa xwe bigerînin
09:03 Girtiyê nexweş Akbaba yê 29 sal in girtiye nayê dermankirin
09:03 Gelo Erdogan cardin berê dûmena xwe dide Biden?
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2021'AN
02/10/2021
21:16 Li Hezexê kesek hat binçavkirin
19:55 203 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:52 Li Hezexê şahiya jinan: Ne Ezgî Molla, bila Mûsa Orhan bê cezakirin
16:48 Li Antalyayê jinên HDP'î hatin gelhev
16:20 Bavê Şahîn bertek nîşanî daxuyaniya Walîtiya Êlihê da
16:17 Gergerlîoglû kameraya di girtîgeha jinan de vegot
15:54 Prz. Yureklî: Bi qanûnên li dijî Ocalan bingeha qanûna înfazê ava kirin
15:37 Li Cindirêsê jinek hat revandin
15:13 Ji bo Mehmet Ozkan daxwaza berdanê kirin
15:07 ‘Girtiyê nexweş Kirtay serbest berdin'
14:54 Girtiyê 4 salin di hucreyê de tê girtin, 13 rojin di greva birçîbûnê de ye
14:53 Xizmên windayan: Faîlên Ceylan Onkol bibînin
14:21 Banga taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Ramazan Dûrmaz
13:58 Prof. Bîçer: ATK’î bi perspektîfa parastina dewletê tevdigerin
13:47 2 bira 28 sal in winda ne
13:15 Li Licê operasyona eskerî dest pê kir
12:47 Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin
12:32 Gelê Şengalê li dijî tevgera eskerî ya PDK û Iraqê daket qadan
12:04 Malbata Şenyaşar: Divê em jiyanek dadmend pêşkêşî nifşên nû bikin
11:26 MKGP’ê piştgirî da rojnameger Yildiz
11:17 Ji bîra Ayhan Erkmen çîrokên mirov û mekanan: Çîrokên Serhedê
11:16 Gewriye: Ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê me piştgirî xwest
10:13 Înfaza girtiyê nexweş ku 'poşmaniyê' qebûl nekir hat şewitandin
10:09 Ji bo axaftina berî 7 salan, doz vekirin
09:51 Walî û midurên polisan ên nû hatin tayînkirin
09:36 Malbata Varol 20 roj in di tariyê de ye
09:10 Hilbijêrên Partiya ÎYÎ û AKP'ê li dijî hevserokatiyê ne
09:09 Komkujiya Vartînîsê: Ji bo doza mafên wan bikim jiyam
09:09 Li Mêrdînê di 7 îhaleyên din de jî nelirêtî: Ne mimkun e ku bêyî qeyûm hatibe kirin
09:08 Hevberdevkê EGEÇEP'ê: Deklerasyona HDP'ê ji bo têkoşîna ekolojiyê watedar e
09:05 Roja ku mirovahî bi erdê re hat kaşkirin: Hacî Lokman Bîrlîk
09:04 Ji bo ku şivan agahiya çekê kîmyewî nedin, gef li wan hatiye xwarin
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2021'AN
01/10/2021
21:15 Qeyûm ji bo gora xebatkarê jiyana xwe ji dest da kemçe neda malbatê
20:59 210 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:56 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em hêzên çekdarî yên PDK'ê qebûl nakin
18:24 Di Doza KCK'ê ya Geverê de ceza li ser ceza hat birîn
17:02 Êrişî girtiyên jin kirin: Ji ser hişê xwe çû, tiliya wê hat dirûn
16:43 Meclîs bi înkarkirina pirsgirêka kurd vebû
16:03 Ezgî Mola ji ber ku xwest Mûsa Orhan bê girtin ceza lê hat birîn
15:48 Rapora nexweşxaneyê daxuyaniya Walîtiya Êlihê diderewîne
15:28 Bi kuçikan ser malan de girtin, derî şikandin, li welatiyan dan
15:19 Li Amedê dê panela li ser girtîgehan were lidarxistin
15:19 5 kesên ku bav û keça wî kuştibûn beraet kirin
15:18 Doza suîkastê ya siyasetmedarên Kurd hat dîtin
15:17 ‘Kesê ku vîna me nas neke em jî wî nas nakin’
15:04 36 sal ceza li tecawîzkar hat birîn
14:17 DÎSK'ê bernameya xwe ya têkoşîn û birêxistinbûnê aşkera kir
14:08 DÎB: Deklarasyona HDP’ê siyaset rehet kir
14:00 Peymana Avhewayê ya Parîsê ji meclisê re hat şandin
13:52 Ji malbata Gurdegîr 2 kes hatin berdan
13:05 Sefîrê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê serdana HDP’ê kir
12:55 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgerî û girtîgehê dan
12:07 Malbata Şenyaşar bangî Meclîsê kir: Bêedelatiyê rakin
11:15 Di encama hewldanên Rêveberiya Xweser de NY ket tevgerê
11:10 Clare Baker: Divê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan bê xurtkirin
10:53 Cîhad Hesen ê ji aliyê PDK’ê ve hatibû desteserkirin: Îşkence li me dikirin
10:14 Amerîkayê li Idlibê rêveberekî El Kaîdeyê kuşt
09:05 Tumuklu: Divê em têkoşîna malbata Şenyaşar û Malbatên Pirsûsê bikin yek
09:04 29 salan ji bo Kûrt ê bi îşkenceyê hat kuştin dan dû edaletê: Encam bêcezatî!
09:04 30 sal in girtiye, cezayê wî qediyaye, nayê berdan!
09:04 'Keç û kurê manewî' yên qeyûmên Mêrdînê hatin terfîkirin
09:00 Yûsûfoglû: Divê CPT ji ber binpêkirinên mafan biçe Îmraliyê
09:00 Rêwîtiyeke talûke: Bi kelekê li pengava bendavê dixin û diçin dibistanê
09:00 Li Iraqa ku heta ber qirikê di nav pirsgirêkan de digeveze hilbijartin!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2021'AN
30/09/2021
19:15 Cenazeyê Can bi awayekî girseyî hat definkirin
16:55 MSD'ê bi Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re Sûriyeyê axivî
16:04 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Odeya Avahîsazan: Texrîbatên li Sûrê bi dawî bikin
15:43 Li Botanê HDP'ê lez da xebatên xwe: Em HDP'yî ne û li her derê ne
15:32 Derbarê ciwanê li Êlihê bi çekê birîndar bûbû de lêpirsîn hat destpêkirin
15:15 Doza qetilkirina Fatma Altinmakas hat taloqkirin
14:38 Başaran: Îqtidar û daraz, bersûcan û kujeran diparêz e
14:29 Fîncanci: Heta ku gotin azad bibe wê têkoşîn bidome
14:13 ESP’ê serdana malbata Şenyaşar kir