Unsal: HDP rêya çareseriyê nîşan da

  • rojane
  • 09:11 29 Îlon 2021
  • |
img

STENBOL - Parêzvana mafên mirovan Fatma Bostan Unsal, anî ziman ku HDP ji bo çareserkirina pirsgirêkan rê nîşan dide. Endama DÎB'ê Nesteren Davûtoglû jî destnîşan kir ku divê hemû derdor li dor 11 rêgezên hatin eşkerekirin kom bibin. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 27'ê Îlonê de "Deklerasyona Banga Ji Bo Demokrasî, Edalet û Aştiyê" ku 11 rêgezan pêk tê eşkere kir. Parêzvana mafên mirovan Fatma Bostan Unsal û Endama Yekîtî Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) Nesteren Davûtoglû deklerasyona HDP'ê nirxandin.
 
MESELEYA KURDÎ
 
Endama DÎB'ê Nesteren Davûtoglû, anî ziman ku raya giştî ji zû de ye li benda vê daxuyaniyyê bû û bi taybetî jî pêşniyarên derbarê meseleya kurdî de dihatin meraqkirin. Davûtoglû, bilêv kir ku derdoreke mezin a ku guh li deklerasyonê kiriye dibe ku bi vî awayî fikirî be: "Dê daxwazên bi vî rengî bikin ku em bi awayekî aştiyane û edalet û bi aramî bijîn." Davûtoglû got: "Ez kevaneke şexsî vekim. Ez li maleke Enqereyê ya girêdayî nirxên komarê mezin bûm. Malbata min malbateke rewşenbîr û pêşverû bû. Dapîra min perrdekar, mifetîşa MEB'ê bû, welatperwereke rasteqîn bû. Ez fikirîm, ggava deklerasyona HDP'ê bixwendana, dê bi wê baweriya xwe ya ji bo demokrasiyê xwedî li hemû rêgezên wê derketana." 
 
HEVPARÎBÛN
 
Davûtoglû, destnîşan kir ku niha li Tirkiyeyê rejîmeke pir dijwar heye û maf û azadî hemû hatine xespkirin, xizanî zêde bûye û hawirdor ji bo rantê tê talankirin. Davûtoglû got: "Em li Tirkiyeyeke ku mafên mirvan nayê hesibandin dijîn. Ez wisa difikirim ku kesên ehlê demokrasiyê û mafên mirovan, dê ji bo xalên daxuyaniya HDP'ê bibêje ji bo pêşketina Tirkiyeyê pêdiviyeke bivê nevê ye." 
 
Davûtoglû, anî ziman ku ji xeynî jiyaneke aştiyane tu şensekî gelan nemaye û got: "Yan na em ê bi navê aramiyê tiştekî nebînin." Davûtoglû, diyar kir ku lewma wisa difikire ku deklerasyona HDP'ê dê bersiva hest û daxwazên piraniya gel e û niha jî dem dema hevparîbûnê ya li dor van rêgezan e. 
 
'ÎSPATA KU PARTIYA TIRKIYEYÊ YE'
 
Parêzvana mafên mirovan û yek ji damezrînerên AKP'ê yên berê Fatma Bostan Unsal, diyar kir ku deklerasyona îspata ku HDP partiyeke Tirkiyeyê ye. Unsal, destnîşan kir ku HDP bal dikişîne ser gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê û got: "Deklerasyoneke ku bal dikişîne ser tevahiya pirsgirêkên Tirkiyeyê û van pirsgirêkan esas digire, çareseriyê pêşniyar dike û diyar dike ku dê di vî warî de bi partîne din re jî tevbigere. Ev deklerasyon li angaştên HDP'ê yên wekî 'Em partiya Tirkiyeyê ne' tê. Xwezî heman naverok di partiyên din de jî hebûna." 
 
Unsal, diyar kir ku di heman demê de HDP'ê xwe wekî hêza çareseriyê jî nîşan daye û pêşniyara wê ya "qanûneke bingehîn a sivîl, azadîxwaz û demokratîk" pir girîng e. Unsal, destnîşan kir ku deklerasyona bangawaziyeke ji bo muxalefet û îqtidarê û heger bersiva deklerasyonê bê dayîn dê gelek pirsgirêk çareser bibin. 
 
Unsal got: "Di warê jimarî de hêza HDP'ê heye. Partiya sêyemîn a mezin a Tirkiyeyê ye. Rasterast mexdûrê pirsgirêka kurdî ye ku pirgirêka herî girîng a Tirkiyeyê ye û carinan ji aliyê hin rayedarên payebilind ve tê înkarkirin û carinan jî ji aliyê muxalefetê ve tê bilêvkirin. Lewma partiyeke ku dikare bi rihetî çareseriyan bilêv bike, çareseriyê ji girseya xwe re bibêje û daxwazên wan li ser maseyê bîne ziman. Lewma girîng e. Heger Tirkiye meseleya kurdî çarser bike, dê di qada navneteweyî de jî bibe xwedî destkeftiyên mezin û dê wekî hêzeke aştiyane piştgirî lê bê kirin. Lewma girîngiyeke taybet a HDP'ê heye." 
 
MA / Mehmet Aslan

Sernavên din

30/09/2021
15:15 Doza qetilkirina Fatma Altinmakas hat taloqkirin
14:38 Başaran: Îqtidar û daraz, bersûcan û kujeran diparêz e
14:29 Fîncanci: Heta ku gotin azad bibe wê têkoşîn bidome
14:13 ESP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
12:27 Meclis vedibe: Pêşniyarên binîqaş di rojevê de ne
12:22 Li Nisêbînê kesek hat binçavkirin
12:01 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:47 HDP: Wê qeyûm biçin û em ê bimînin
11:41 Rojnamevanê Murat Kuseyrî koça dawî kir
11:40 Piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya rojnamegerên ku PDK'ê wan girtiye
11:29 Serokê Giştî yê PÎA’yê: Deklarasyon girîng e divê gav were avêtin
11:06 Bavê Sûat Şahîn: Piştî birîndarkirinê bi awayekî kelemçekirî lê dane
10:41 Li Kerkûkê di 6 mehan de 50 jinan xwe kuştiye
10:35 Cenazeyên Oklu û Yildiz li Wanê hatin veşartin
09:54 Li Hatayê dayik û du zarokên xwe mirî hatin dîtin
09:48 Ji welatiyan şîroveya aboriyê: Me berê bi qaseyan dikirî niha em nikarin bi kîloyan bikirin
09:06 Dîlgirtineke 37 salan, bêrîkirina 28 salan
09:06 Di wesayîta şîrketa ku unîformayan ji TSK'ê re peyde dike tiryak hat zevtkirin
09:06 5 sal in du guleyên di milê wî de nehatine derxistin
09:06 Fatûreya ceyrana girtîgehê li girtiyan tê barkirin
09:06 Li Farqînê jinan dest bi amadekariya zivistanê kirin
09:06 KASED ji bo jin û zarokan dest bi kargehan dike
09:06 Welatiyê ku 21 sal in bê nasname ye, nikare tedawî bibe
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2021'AN
08:32 PDK'ê Hesen piştî 112 rojan serbest berda
29/09/2021
20:16 227 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:39 Malbata Yazan li benda cenazeyê kurê xwe ye
18:57 Malbatan piştî 6 mehan cenazeyên zarokên xwe wergirtin
16:04 CFWIJ: Nûçegihaniya jinan tê terorîzekirin.
15:37 Di doza Komkujiya Pirsûsê de daxwazên parêzeran hatin redkirin
15:03 Dadgehê pirsa 'te çima qîr nekir?' ji zaroka hat tecawîzkirin pirsî
14:33 Doza Fîgen Ektî hat paşxistin
14:23 Baroya Amedê: Bila penaberên zarok, astengdar û xetereya wan a mirinê heye neyên dersînorkirin
12:21 Dozger ji rojnameger Yalçin re 20 sal ceza xwest
12:21 Cenazeyê Kahraman Sûnar hat veşartin
12:21 Ayeta kurdî ji tabeleya mizgeftê hat rakirin
12:05 Ava Gola Wanê kêm bû û qirêjî derket holê
11:37 Agahî ji ciwanê ku Talîbanê binçav kiriye nayê girtin
11:20 Encamnameya Konferansa Jinan: Rejîma qeyûm a zayendperest dê hilweşe
10:43 3 demsal derbas bûn: Heta pêkanîna edaletê em veneqetin
10:42 Karkerekî ji Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da
10:41 Li Herêma Bestayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:24 Girtiyê ji sedî 98 astengdar ji bo raporê şandin Stenbolê
10:21 ‘Deklerasyona HDP derketina ji gêdûka tarî ye'
09:35 Rêveberiya Xweser, wê giliyê Tirkiyê li NY û YE bike
09:32 Li cihê ku neft lê hatibû dîtin, dar tên birîn
09:11 Dadgehê têkildarî damezrandina PÎA'yê, peywira Wezareta Karên Navxweyî bibîra wê xist
09:11 Unsal: HDP rêya çareseriyê nîşan da
09:11 Înfaza girtiyê ku du gurçikên wî xera bûne nehat betalkirin
09:11 Wezaretê ji bo biryara derbarê Ceylan Onkol de îtiraz kir
09:11 Derbarê dosyeya kolberên hatin kuştin de biryara 'veşarî'
09:11 Dadgehê plana avadaniyê ya qeyûm a li dijî rêgezên bajarsaziyê da sekinandin
09:01 Firotina wesayîtên kevn kêm dibe, fiyet biha dibin
09:01 Agahî ji endama RJAK'ê nayê girtin: Li ser jinan şerek taybet tê meşandin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2021'AN
28/09/2021
16:43 Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê ber bi rektoriyê ve meşiyan
16:37 Li Cizîr û Hezexê jinan vexwendin şahiyê
16:12 Ji bo Tuzel heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
16:01 Jina ku hat angaştkirin ceyranê pê girtiye jiyana xwe ji dest da
15:53 Li Edenê bertek nîşanî hewldana êrişa li dijî Hatîmogûllari dan
15:51 Polîsan wî revandiye û sîxuriyê lê ferz kirine
15:26 Çalakiya hîndekarên Zanîngeha Bogazîçiyê di roja 179’emîn de ye
15:11 Ji bo Roboskiyê ‘edalet’ hat xwestin
14:52 Pankarta malbata Şenyaşar hat binçavkirin!
14:39 Di civîna HDP’ê û Hevserokê YNK’ê de 'yekîtî' hat axaftin
14:10 Li Stenbolê jinek hat kuştin
13:55 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha cotmehê aşkere kir
13:05 Hatimogullari: Du kesên çekdar ku gotin ‘em polîs in’ xwestin bi ser mala min ve bigirin
12:47 Ji DEVA û CHP'ê daxuyaniya deklerasyona HDP'ê: Em pêşniyarên çareseriyê girîng dibînin
12:34 41 xwendekarên ku nikarin bi cih bibin hatin berdan
12:05 Talîbanê çûyîna zanîngehê li jinan qedexe kir
11:35 Polîtîkayên avê yên Tirkiyeyê li ser Sûriye û Iraqê tên nîqaşkirin
11:35 Daxwaza rawestandina darizandina Feleknas Ûca hat redkirin
11:35 Malbata Şenyaşar: Dema edalet nebe mirovahî jî nabe
11:28 'Muxatabê kurdan eşkere ye, projeya we çi ye?’
11:25 Ji ronakbirin ji bo muxalefetê: Destê HDP'ê dirêj kir venegerînin
11:04 Saziyên elewiyan: Bê HDP’ê welatek demokratîk ava nabe
10:34 Şeker: Tirkiye dixwaze polîtîkayên taybet ên li Îmraliyê manîpule bike
09:52 Gundên têketina wan qedexe ji leşker û cerdevanan re vekirî ne
09:05 Derbarê hevserokê HDP'î de 2 lêpirsîn
09:05 Hefteyek derbas bû hê jî kiryarê Komkujiya Vartînîsê nehatiye girtin
09:04 Bangawazî ji bo doza Komkujiya Pirsûsê
09:04 Peyama amediyan ji bo Erdogan: Meseleya kurdî heye, muxatab jî Ocalan e
09:03 Li girtîgehê pençeşêr lê peyde bû, ji bo wî nebin nexweşxaneyê xistin hucreyê
09:03 'Di şert û mercên Rewşa Awarte de tiryak bi rihetî tê firotin'
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2021'AN
27/09/2021
20:53 206 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:54 Rojnamevan Aykol: Dora gavavêtinê ya Tifaqa Millet e
16:41 Karkerê ceyranê girt jiyana xwe ji dest da
16:34 Acar li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 'Tirkiye avê weke çeka şer bi kar tîne'
16:06 Hîndekarên Bogazîçiyê 178 roj in nobetê digirin
16:06 15 meh cezayê hefsê li parêzer Nûrcan Kaya hat birîn
15:56 Wezareta Dadê ku ceza taloq bike dê girtiyê nexweş were berdan
13:17 Di hevdîtina Soçiyê de li ser masê çi heye?
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila qanûn werin pêkanîn
12:16 Şandeya HDP'ê li Silêmaniyê serdanan dike
11:48 Gokkan bi peyamekê spasiya kesên beşdarî şîna dayika wê bûn kir
11:23 HDP ‘Deklarasyona Banga Demokrasî, Edalet û Aştî' eşkere kir: Em ji têkoşîn û reveberiya hevpar re amade ne
10:57 Yuce: Di Pirsgirêka Kurd de muxatab qadên têkoşîna civakî ne