NAVENDA NÛÇEYAN - Di 24 saetên dawî de 206 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin û 27 hezar û 188 kes jî pê ketin.
Li gor daneyên Covîd-19'ê yên rojane yên Wezareta Tenduristiyê, di 24 saetên dawî de 353 hezar û 324 test hatine kirin û 27 hezar û 188 kes jî bi Covîd-19'ê ketine. Hat diyarkirin ku 206 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine.