Elîaçik: Erdogan dixwaze bi Erbaş, rayan zêde bike

  • rojane
  • 09:01 26 Îlon 2021
  • |
img

STENBOL - Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik, anî ziman ku Serokkomar Erdogan, dixwaze bi Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş rayan zêde bike. 

 
Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş, bi têhilanînên xwe yên demên dawî di rojevê de ye. Erbaşê ku li Ayasofyayê bi şûr çû mîmberê û ji ber vê bû cihê rexneyan, di demên dawî de jî xwe li qada siyasetê nîşan dide. Erbaş, tevî hin rayedarên AKP'î tevli hin merasîmên vekirinê dibe û daxuyaniyan dide. Erbaş, di dema vekirina sala edlî ya nû de tevî Serokkomar Tayyîp Erdogan û Serokê Dadgeha Bilind Mehmet Akarca dua kiribû û gotibû, "Gotina rojbaş, adetek dema cahîliyeyê ye" û "xwarina mîdyeyan heram e." Ev gotinên Erbaş jî bûbûn cihê nîqaşan. 
 
PLANA ERDOGAN
 
Îlahîyatnas Îhsan Elîaçik, têhilanînên Erbaş ji bo ajansa me nirxandin. Elîaçik, anî ziman ku cihgirtina Erbaş a li cem Erdogan di çaçroveya plan û bernameyekê de ye. Elîaçik, destnîşan kir ku Erdogan bi vî awayî hesabê hêsankirina karên xwe yên siyasî û zêdekirina rayan dike. Elîaçik, bilêv kir ku têhilanînên Erbaş girêdayî polîtîkaya Erdogan a li hemberî muxalefetê ye û got: "Erdogan, qada dînî wekî qada xwe dihesibîne. Wekî qadeke ku reqîbên xwe li mala xwe vedihewîne dihesibîne. Wisa difikire ku dê li bara temaşevanên di warê moral de bi ser bikeve û bi vî awayî bi rihetî goga xwe bigerîne." 
Elîaçik, diyar kir ku Erdogan dixwaze CHP'ê jî ber bi vê qadê ve bikişîne û bi vî awayî têk bişikîne û got: "Ji lew re wisa difikire ku CHP'î di warê zanyariya dînî de qels in. Wisa difikire ku dê 'nikaribin bersivê bidin min û ez ê wan bitengijînim.'" 
 
Elîaçik, destnîşan kir ku dibe ku hin CHP'î jî di vî warî de "xeletiyê bikin" û got: "Dê biqîrin û bibêjin em ê 'komara laîk' biparêzin. Dê ev jî bi kêrî wî bê. Porpagandayê dike, dibêje 'ji bilêvkirina navê Xwedê nerihet dibin, ji duakirinê nerihet dibin, li welêt gava otobêsek bê stendin, gava qurbanek bê şerjêkirin jî dua tê kirin, çima di merasîma Vekirina Edlî de dua neyê kirin.' Wisa difikire ku bi vî awayî tiştina bi dest xwe bixe; 'A rast ev ji bilêvkirina navê Xwedê nerihet dibin, dijminê dîn in, lê biner we dît.'"
 
MUXALEFET
 
Elîaçik, anî ziman ku di serî de CHP û bi giştî jî hemû derdorên muxalif ji bo ji vê yekê xelas bibin, divê "îslamiyetê ji wan baştir zanibin." 
 
Elîaçik got: "Min ev tişt ji CHP'iyan re jî got. Madem hûn ji îslamiyetê bawer dikin, nexwe divê hûn bi baweriya xwe zanibin. Gava hûn nizanibin divê hûn dernekevin holê. Heger hûn derkevin, hûn ê têk biçin. Heger hûn bawer nekin jî, lê ji bo ku hûn reqîbê xwe têk bişikînin hûn mecbûr in ji wan baştir zanibin ku nikaribin li hemberî we bi kar bînin. Wê çaxê dê kifş bibe ku ka dikare ev qasî rihet li ber wan bisekine yan na. Dê nikaribe." 
 
HESABÊ RAYAN
 
Elîaçik, destnîşan kir ku êdî dê AKP nikaribe bi rêbaza ku CHP'ê ber bi qada dîn ve bikişîne û bi vî awayî rayan bi dest bixe, ji lew re rewşa zêdekirina rayan a AKP'ê ji holê rabûye. Elîaçik, diyar kir ku sedema vê ya sereke jî krîza aborî ye. Elîaçik got: "Erdogan dixwaze wekî padîşahan tevbigere. Lê ji xwe re jî nabêje padîşah. Serokê Karên Diyanetê jî, serokatiya diyanetê û felsefeya wê ya damezrîner qebûl dike, lê wekî şêxê îslamê tevdigere. Lewma rim di têran re hilnayê. Yanî ya ku tu dikî ne serokkomartî ye, padîşahtî ye û ya tu dikî ne serokatiya diyanetê yye, şêxtiya îslamê ye. Hişê wan 300 sal paşdemayî ye, lê laşê wan li vir e. Bêahengiyek rû dide. Ne dikarin li gor vir tevbigerin, ne jî terka ya din bikin. Hewl dide tişta ku nikare terka wê bike, di nav tiştekî ku esas nagire de îfade dike. Wê çaxê jî pirsgirêk rû didin. Sedema piraniya pirsgirêkan jî ev e." 
 
'TIŞTINE KU JI CIWANAN HÎN BIBE HENE' 
 
Elîaçik, bilêv kir ku Erbaş ji dêvla ku nirxên gerdûnî yên dînî pêş ve bibe, daxilî nav nîqaşên siyasî yên rojane dibe û got: "Dibêje, li medyaya civakî bendetiya ji bo xwedê qels dibe, 'sereratkirin divê'. Yanî ciwanan jî biçûk dixe, hişê wan kêm dixe. Ciwanan, jinan, ramyaran, rewşenbîran têra xwe wekî pêlîstokên hêzên derveyî dibîne û wan bi sîxurtiya hêzên derve tawanbar dike. Yanî ji wan bawer nake. Halbûkî tam tersa wê ye, belkî gelek tişt hene ku ji wan ciwanan hîn bibe. Ciwan bêtir hay ji asta serdemê hene. Tu pêwendiyê bi wan re danaynî, tu wan wekî dijmin, xayîn û kesên xapandî dibînin. Ev ne tu dîtin e." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan 

Sernavên din

27/09/2021
10:27 Sirri Sakik: Gotinên xweş têrê nakin, pêwîstî bi gavên şênber heye
10:10 Gotin ‘gihîşt malbata xwe’ lê cezayê muebetê lê hat birîn
09:00 Kanar: Divê Konseya Ewropa ambargoya li ser Tirkiyeyê bike rojeva xwe
09:00 Xelkê Rihayê ji ber krîza aborî bêzar bûye
09:00 Dadgehê salek û 3 meh ceza da manşeta rojnameya Bildê
09:00 27 sal in girtî ye, nabihîze, nabîne û lingek wî astengdar e
09:00 Awirên Ceylanê 12 sal in li kujeran û edaletê digere…
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2021'AN
26/09/2021
21:19 Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê bi dawî bû
21:06 Ciwanên HDP'ê li dijî tiryakê xelkê agahdar kirin
20:21 Ji ber Kovîd-19'ê 228 kesên din mirin
20:13 Di hilbijartina Elmanyayê de SPD li pêş e
19:04 Yek ji lîderên EGRF’ê Xalida Jarrar hat berdan
15:12 Li Tahranê girtiyek Kurd bi îşkenceyê hat qetilkirin
14:24 Ji 12 salî heya 16 saliya xwe hat tecawizkirin
12:51 Sancar: Em dixwazin hemû pirsgirêkên Tirkiyê çareser bikin
12:05 Di êrişa DAIŞ'ê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:57 Ahmet Turk: Mûxatap gelê Kurd û aktorên wê ne
11:09 Malbata Şenyaşar: Edalet tenê di lewhê de cih digire
10:56 Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê dest pê kir
10:28 Li Girtîgeha Maltepeyê 3 girtî bi vîrûsa koronayê ketin
09:30 Nobedarê Miduriyeta Polîsan jinek qetil kir
09:01 Beriya hevdîtina Soçiyê amadekarî: Salvoyê Qirimê
09:01 Elîaçik: Erdogan dixwaze bi Erbaş, rayan zêde bike
09:00 Xwendekarên 'bêstare': Madem hûn nikarin çareser bikin, ji ser wan qoltixan rabin
09:00 Dê Ardanûç bi lewenteyê bê ser hemdê xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2021'Ê
25/09/2021
23:57 'Bi rêxistinbûyînê em ê karibin civaka xwe azad bikin'
17:17 Binbanê avahîyeke TOKÎ'yê hilweşiya
17:05 Ji Wezaretê parastina ‘Li Îmraliyê binpêkirin nînin’ hat pirsîn
16:49 Aydenîz: Mûxatabê çareseriyê Ocalan e
16:19 Di 2 salan de 63 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
16:19 Şewata li Gabarê bi xwe vemirî
15:46 Li Tûşbayê lehî: Binesazî tune ye
15:45 ‘Eroglû yê 26 sal in winda ye li ku ye?’
15:33 Li girtîgehê di 28 salan de 5 caran mîda wî xwînîbû
15:17 Malbata ku 5 zarokên wan heye 8 meh in bêceyran e
14:50 Parêzerê malbata Dedeoglû Karabûlût: Dozger, peyamên watsappê ji me vedişêre
14:43 Li Amed û Êlihê, aqûbeta kesên hatin windakirin pirsîn
14:34 Babacan jî tevlî nîqaşa Pirsgirêka Kurd bû
14:28 Giliya ferzkirina sîxurtiyê kirin
14:08 Dayikên Şemiyê: Dagirkeriya li Galatasarayê bi dawî bikin
13:33 Rojhilatiyekî ku radestî MSO'yê hatibû kirin qeyda dengê xwe ji malbata xwe re şand
12:56 Hevdîtinên Rêveberiya Xweser ên bi Amerîkayê re dest pê kirin
12:50 Li Wanê ji ber barana zêde lehî rabû û mal û dikan di bin avê de man
12:25 Bûldan: Modela hevserokatiyê ji bo jinan destkeftiyek sedsalê ye
12:12 Îpekyuz tayînkirina tenê 3 mamosteyen kurdî bir rojeva meclisê
11:57 Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê dest pê kir
11:29 Kirkazak: Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji Tirkiyeyê nexşerê dixwaze
11:10 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna maf, hiqûq, edaletê mezin dibe
10:45 Jina ku têkoşîna xizanî û ekolojiyê kiriye yek: Wangari Maathai
10:17 Tirkiye bi Firatê aramiya Sûriyeyê hedef digire!
10:12 Jin wê biryara red a Şûreya Dewletê îtîraz bikin
09:45 Li gundê Erzanixê yê Hezexê şewat derket
09:29 Di dema birîna daran de eskerek mir
09:05 ‘Îqtidar li ber xetereya tiryakê xwe li bêdengiyeke teşwîqkar daniye'
09:00 Dê biryara AYM'ê ya derbarê Ozgur Gundemê de bişînin DMME'yê
09:00 'Pereyê di berîka me de her roj dihele'
09:00 Esker û cerdevan ji wargeha xwendekaran dernakevin
09:00 Ekolojîst Işikli: Ji bo xweza zû bê talankirin, raporên ÇED'ê nadin
09:00 Mehmet Ocalan: Rêya çareseriyê di Îmralî û meclîsê re derbas dibe
09:00 Salek e li benda cenazeyên zarokên xwe ne
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2021'AN
24/09/2021
22:50 HDP'iyên li Kadikoyê kom bûn: Xizanî ne qeder e
20:39 27 hezar û 197 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin, 221 kesên din jî mirin
19:44 Bûrhan Sonmez bû serokê PEN Internationalê
18:15 Li Şirnexê girtiyek sewqî Rîzeyê kirin
16:12 200 parêzer di Nobeta Edaletê de ne: Daxwaza malbata Şenyaşar daxwaza me ye
15:43 Dayikên Aştiyê: Em li dijî dagirkeriyê bibin yek
15:03 Dadgehê giliyê Tosûn kir
14:12 Malbata Denîz Poyraz giliya kesên alîkarî dane kujerê keça wan kir
13:44 'Ji bo jiyan û ekolojiyê bikeve tevgerê'
13:34 Roja 200’emîn a Nobeta Edaletê: Dest danîn ser pankartê
13:04 Gunay: Divê rola Ocalan ji nedîtî ve neyê
12:41 Dersa Jineolojiyê li dersên dibistana amadehiyê zêde kirin
12:40 Li Mêrdînê di qezaya trafîkê de 2 kes mirin
12:40 Ji girtiyê ji sedî 98 astengdar Guven agahî nayê girtin
12:09 Li dijî talankirina daran biryara çalakiyê girtin
11:34 Malbata Şenyaşar 200 roj in li benda edaletê ye
10:04 Dixwaze herî dawî gundê xwe bibîne
09:51 Li Manavgatê agir bi daristanê ket
09:05 CÎSST: Karbidestiya darazê ket destê îdareyên girtîgehan
09:05 Ji bo zarok û mezinan tev de kursên kurdî
09:05 Waniyan got: Divê CHP zelal be û rola Ocalan neyê jibîrkirin
09:05 Xwendekarên ku starek bi dest wan neket: Heya daxwazên me neyên qebûlkirin em ê li kuçeyan bin
09:05 ‘Qezenca çar çêlekan ji karê erzan ê li metrepolan çêtir e'
09:02 Derbarê redkarê wijdanî de 14 doz
09:02 Pirtûka dîrokzan Bayrak a derbarê dîplomasiya kurdî de derket
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2021'AN
08:50 Meydana Galatasarayê dîsa dorpêç kirin
23/09/2021
23:09 Warê çûkan Dehla Nehilê dişewite: 34 saet in mudaxile nayê kirin
21:36 217 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:55 Kolberên di êrişa helîkopterê de hatin kuştin, spartin axê
16:49 Encu giliyê Savci Sayan kir
16:03 Lêpirsîna 'helîkopterê' li Midurê Karên Nivîsan ê ajansa me vekirin
15:52 Doza Kobanê taloqî 18'ê cotmehê hat kirin
15:30 Dadgehê 9 sal ceza li aktîvîsta TJA’yê Bîlgîn birî
15:30 Şewat belav dibe, mudaxile nayê kirin
15:03 4 girtî hatin sîrgûnkirin
14:47 Endama berê ya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat girtin