ENQERE - Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, diyar kir ku ji girtiyê ji sedî 98 astengdar Guven, agahî nayê girtin û mijar bir rojeva Meclîsê.
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, girtina Bekîr Guven ê ji sedî 98 astengdar bir rojeva Meclîsê. Gergerlîoglû, agahiyên ku ji hevjîna Guven Rûkiye Guven wergirtin wiha ragihandin: “Derbarê hevjînê min Bekîr Guven de ji ber parvekirinên wî yên medya dîjîtal di sala 2016-2017’ê de lêpirsîn hat vekirin û ji sûcê “propagandaya rêxistinê kirinê” 22 meh ceza lê hat birîn. Piştî ku ceza hat pejirandin parêzeran ji bîr kir îtîraz bikin û ceza gengaz bû. Ji heqareta Serokkomar jî salek û mehek cezayê wî heye, ew jî niha li îstînafê ye. Dema hevjînê min li pêş dikanekê rûdine, binçavkirine û birina Girtîgeha Eskîşehîrê, heta niha me tu agahî jê negirtine.”
Gergerlîoglû, têkildarî girtina Guven, ev pirs ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsîn:
“* Îdiaya ku parêzerê welatî Bekîr Guven, cezayê wî temyiz nekiriye rast e? Heke ev îdia rast be şertên ku welatî Bekîr Guven careke din were darizandin çi ne?
* Îdiaya ku malbata Bekîr Guven, ji wî agahiyê nagire rast e? Rewşa tenduristiyê ya Bekîr Guven çawa ye?
* Sererastkirineke wezareta we ya ji bo welatiyên ku dema parêzerên wan serlêdan nekirin, binpêkirinên mafan dijîn, heye? Heke hebe çi ye?”