ANTALYA - Di şewata ku li herêma daristanê ya li Manavgatê derket de, teqrîben 3 donim qada bi dar şewitî.
Li herêma Arapbelenî ya bi ser navçeya Manavgat a Antalyayê ve duh bi şev agir bi qada daristanê ket. Şewata ku ji ber sedemek nayê zanîn dest pê kir, bi bandora bayê belavî derdorê bû. Tîmên agirkujiyê ji hewa û bejahiyê ve mudaxileyî şewatê kirin û piştî saetan şûn ve hat kontrolkirin. Di şewatê de nêzî 3 donim qada bi dar şewitî.