Waniyan got: Divê CHP zelal be û rola Ocalan neyê jibîrkirin

  • rojane
  • 09:05 24 Îlon 2021
  • |
img
WAN - Waniyan daxuyaniyên Kiliçdaroglû yên têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd nirxandin û anîn ziman ku divê CHP ji gotinê wêdetir gavina bavêje. Welatiya ji bo qada çareserkirinê îşaret bi meclîsê kirin û destnîşan kirin ku divê rola Ocalan neyê jibîrkirin. 
 
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglû, gotibû: "Em dikarin tevî HDP'ê pirsgirêka kurdî çareser bikin. Piştî vê daxuyaniyê pirsgirêka kurdî cardin bû cihê nîqaşê. Ji bo nîqaşê jî îşaet bi bi muxatab hat kirin. Me ev mijar ji waniyan pirsî. 
 
BI PÎVAN NÊZ DIBIN
 
Reşat Şakî ku bi qiyas û pîvan nêzî daxuyaniya CHP'ê dibe, anî ziman ku CHP, AKP û MHP heya niha tim di demên hilbijartinê de projeyên xwe yên derbarê kurdan de danîne holê. Şakî, bilêv kir ku kurd ji dîrokê heya niha tim hatine eciqandin û zilm li wan hatiye kirin û got: "Ma biratiya wisa dibe? Bi ya min tiştên niha tên axaftin hemû galgaline ji bo siyasetê ne. Armanc jî ji bo di hilbijartinê de rayan bi dest bixin. Heya niha kîjan kurd siyaset kiribe û daketiba qadan ew girtine. Sûcê Selahattîn Demîrtaş, parlementeran û hevşaredaran çi bû? Tew ev ne bes, bi ser de jî qeyûman tayin dikin. Hemû welatiyên vî welatî divê wekhev bin. Kurd, laz, elewî, tirk divê xwedî heman mafan bin. Lê bi vê pergalê zor e." 
 
DAXUYANÎ QÎM NAKE
 
Abdûrrahman Akşak jî diyar kir ku gotinên Kiliçdaroglû baş in, lê belê gotin tenê têr nake û got: "Gotina CHP'ê ya 'ez ê çareser bikim' qîm nake. Divê eşkere bikin bê ka dê çawa çareser bikin û dê ji bo kurdan çi bikin. Ev mesele, divê li meclîsê bê axaftin û li wir bê çareserkirin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hevdîtinên ku bi Ocalan re jî bên kirin pir cuda ne. Jixwe gava çareseriya vê pirsgirêkê bigihê heya astekê, dê Ocalan têkeve dewrê." 
 
'EZ BI VÎNA XWE RE ME'
 
Osman Agirtaş jî destnîşan kir ku ji daxuyaniyên CHP'ê pir ne êmin e û got: "Li gor min CHP, çenikekî ji AKP'ê çêtir e. Mirov baş dizanin dê ev pirsgirêk çawa bê çareserkirin. Ez bi xwe ez ê tim xwedî li raya xwe û vîna xwe derkevim." 
 
‘BÊYÎ OCALAN NAYÊ ÇARESERKIRIN' 
 
Yaşar Metîn, destnîşan kir ku ji daxuyaniyên CHP'ê yeqîn nake û ji bo vê helwesta CHP'ê ya di dema avakirina Tirkiyeyê de bibîr xist. Metîn, bilêv kir ku CHP li ser vê kokê şîn bûye, lewma divê CHP ji bo gotinên xwe xwebaweriyekê bide der. Metîn got: "Niha jixwe AKP û MHP dixwazin kurd nemînin. Helwesta me ya ji bo CHP'ê jî, girêdayî gavavêtina wan e. Em ne li galgala kesan, em li emelê wan dinerin. Kurd, nadin ser rêyeke mifha wan tê de tune be. Bi ya min Kiliçdaroglû, ev tişt ji bo mifha xwe gotin. Erdogan jî berê digot 'ez ê pirsgirêka kurdî çareser bikim.' Lê niha dev ji çareserkirinê berde, bû cihê karesatan. Lewma em bi vê bawer in ku dê pirsgirêk tevî partiya me HDP'ê li meclîsê bê çareserkirin. Helbet pirsgirêk dê li meclîsê çareser bibe, lê bêyî Ocalan jî nayê çareserkirin. Ocalan, 40 sal in ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê tevdigere. Lewma teqez divê ew jî di nav vê pêvajoyê de hebe. Divê meclîs jî û Ocalan jî di nav vê pêvajoyê de bin. Lê divê neyê jibîrkirin, gere kurd gavine tekûz bavêjin." 
 
YEKÎTIYA KURDAN
 
Adem Arpûç jî dema îqtidara CHP'ê û helwesta wê ya ji bo pirsgirêka kurdî bibîr xist, diyar kir ku bi qiyas û pîvan nêzî vê daxuyaniyê dibe. Arpûç, diyar kir ku AKP'ya ku digot dê pirsgirêka kurdî çareser bike, niha êrişine dijwar dibe ser kurdan û got: "Di dema AKP'ê de gelek komeleyên kurdan, saziyên kurdî hatin girtin. Mesela niha nikarim li saziyên fermî xwe derdê xwe bi kurdî bilêv bikim. Gava AKP bû îqtidar got 'ez ê kurdan nas bikim' û kurd jî jê bawer kirin û raya xwe dan AKP'ê. Lê êdî kurd baweriya xwe bi van gotinan naynin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê kurd divê li hev kom bibin û polîtîkayên xwe eşkere bikin." 
 
Mehmet Koç jî ji bo çareserkirinê îşaret bi yekîtiya gelan kir û got: "Bila êdî mirin, girtin û komkujî biqedin. Lê êdî baweriya me bi vî jî nayê. Çendî di warê çareserkirina pirsgirêka kurdî de daxuyanî bên dayîn jî, lê baweriya me ya di vî warî de nemaye. Çareserkirina pirsgirêka kurd di destê gelê kurd û tirk de ye. Divê ev pirsgirêk li meclîsê, bi awayekî aştiyane bê çareserkirin." 
 
MA / Dîndar Karataş - Cemil Ûgûr 

Sernavên din

27/09/2021
10:27 Sirri Sakik: Gotinên xweş têrê nakin, pêwîstî bi gavên şênber heye
10:10 Gotin ‘gihîşt malbata xwe’ lê cezayê muebetê lê hat birîn
09:00 Kanar: Divê Konseya Ewropa ambargoya li ser Tirkiyeyê bike rojeva xwe
09:00 Xelkê Rihayê ji ber krîza aborî bêzar bûye
09:00 Dadgehê salek û 3 meh ceza da manşeta rojnameya Bildê
09:00 27 sal in girtî ye, nabihîze, nabîne û lingek wî astengdar e
09:00 Awirên Ceylanê 12 sal in li kujeran û edaletê digere…
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2021'AN
26/09/2021
21:19 Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê bi dawî bû
21:06 Ciwanên HDP'ê li dijî tiryakê xelkê agahdar kirin
20:21 Ji ber Kovîd-19'ê 228 kesên din mirin
20:13 Di hilbijartina Elmanyayê de SPD li pêş e
19:04 Yek ji lîderên EGRF’ê Xalida Jarrar hat berdan
15:12 Li Tahranê girtiyek Kurd bi îşkenceyê hat qetilkirin
14:24 Ji 12 salî heya 16 saliya xwe hat tecawizkirin
12:51 Sancar: Em dixwazin hemû pirsgirêkên Tirkiyê çareser bikin
12:05 Di êrişa DAIŞ'ê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:57 Ahmet Turk: Mûxatap gelê Kurd û aktorên wê ne
11:09 Malbata Şenyaşar: Edalet tenê di lewhê de cih digire
10:56 Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê dest pê kir
10:28 Li Girtîgeha Maltepeyê 3 girtî bi vîrûsa koronayê ketin
09:30 Nobedarê Miduriyeta Polîsan jinek qetil kir
09:01 Beriya hevdîtina Soçiyê amadekarî: Salvoyê Qirimê
09:01 Elîaçik: Erdogan dixwaze bi Erbaş, rayan zêde bike
09:00 Xwendekarên 'bêstare': Madem hûn nikarin çareser bikin, ji ser wan qoltixan rabin
09:00 Dê Ardanûç bi lewenteyê bê ser hemdê xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2021'Ê
25/09/2021
23:57 'Bi rêxistinbûyînê em ê karibin civaka xwe azad bikin'
17:17 Binbanê avahîyeke TOKÎ'yê hilweşiya
17:05 Ji Wezaretê parastina ‘Li Îmraliyê binpêkirin nînin’ hat pirsîn
16:49 Aydenîz: Mûxatabê çareseriyê Ocalan e
16:19 Di 2 salan de 63 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
16:19 Şewata li Gabarê bi xwe vemirî
15:46 Li Tûşbayê lehî: Binesazî tune ye
15:45 ‘Eroglû yê 26 sal in winda ye li ku ye?’
15:33 Li girtîgehê di 28 salan de 5 caran mîda wî xwînîbû
15:17 Malbata ku 5 zarokên wan heye 8 meh in bêceyran e
14:50 Parêzerê malbata Dedeoglû Karabûlût: Dozger, peyamên watsappê ji me vedişêre
14:43 Li Amed û Êlihê, aqûbeta kesên hatin windakirin pirsîn
14:34 Babacan jî tevlî nîqaşa Pirsgirêka Kurd bû
14:28 Giliya ferzkirina sîxurtiyê kirin
14:08 Dayikên Şemiyê: Dagirkeriya li Galatasarayê bi dawî bikin
13:33 Rojhilatiyekî ku radestî MSO'yê hatibû kirin qeyda dengê xwe ji malbata xwe re şand
12:56 Hevdîtinên Rêveberiya Xweser ên bi Amerîkayê re dest pê kirin
12:50 Li Wanê ji ber barana zêde lehî rabû û mal û dikan di bin avê de man
12:25 Bûldan: Modela hevserokatiyê ji bo jinan destkeftiyek sedsalê ye
12:12 Îpekyuz tayînkirina tenê 3 mamosteyen kurdî bir rojeva meclisê
11:57 Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê dest pê kir
11:29 Kirkazak: Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji Tirkiyeyê nexşerê dixwaze
11:10 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna maf, hiqûq, edaletê mezin dibe
10:45 Jina ku têkoşîna xizanî û ekolojiyê kiriye yek: Wangari Maathai
10:17 Tirkiye bi Firatê aramiya Sûriyeyê hedef digire!
10:12 Jin wê biryara red a Şûreya Dewletê îtîraz bikin
09:45 Li gundê Erzanixê yê Hezexê şewat derket
09:29 Di dema birîna daran de eskerek mir
09:05 ‘Îqtidar li ber xetereya tiryakê xwe li bêdengiyeke teşwîqkar daniye'
09:00 Dê biryara AYM'ê ya derbarê Ozgur Gundemê de bişînin DMME'yê
09:00 'Pereyê di berîka me de her roj dihele'
09:00 Esker û cerdevan ji wargeha xwendekaran dernakevin
09:00 Ekolojîst Işikli: Ji bo xweza zû bê talankirin, raporên ÇED'ê nadin
09:00 Mehmet Ocalan: Rêya çareseriyê di Îmralî û meclîsê re derbas dibe
09:00 Salek e li benda cenazeyên zarokên xwe ne
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2021'AN
24/09/2021
22:50 HDP'iyên li Kadikoyê kom bûn: Xizanî ne qeder e
20:39 27 hezar û 197 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin, 221 kesên din jî mirin
19:44 Bûrhan Sonmez bû serokê PEN Internationalê
18:15 Li Şirnexê girtiyek sewqî Rîzeyê kirin
16:12 200 parêzer di Nobeta Edaletê de ne: Daxwaza malbata Şenyaşar daxwaza me ye
15:43 Dayikên Aştiyê: Em li dijî dagirkeriyê bibin yek
15:03 Dadgehê giliyê Tosûn kir
14:12 Malbata Denîz Poyraz giliya kesên alîkarî dane kujerê keça wan kir
13:44 'Ji bo jiyan û ekolojiyê bikeve tevgerê'
13:34 Roja 200’emîn a Nobeta Edaletê: Dest danîn ser pankartê
13:04 Gunay: Divê rola Ocalan ji nedîtî ve neyê
12:41 Dersa Jineolojiyê li dersên dibistana amadehiyê zêde kirin
12:40 Li Mêrdînê di qezaya trafîkê de 2 kes mirin
12:40 Ji girtiyê ji sedî 98 astengdar Guven agahî nayê girtin
12:09 Li dijî talankirina daran biryara çalakiyê girtin
11:34 Malbata Şenyaşar 200 roj in li benda edaletê ye
10:04 Dixwaze herî dawî gundê xwe bibîne
09:51 Li Manavgatê agir bi daristanê ket
09:05 CÎSST: Karbidestiya darazê ket destê îdareyên girtîgehan
09:05 Ji bo zarok û mezinan tev de kursên kurdî
09:05 Waniyan got: Divê CHP zelal be û rola Ocalan neyê jibîrkirin
09:05 Xwendekarên ku starek bi dest wan neket: Heya daxwazên me neyên qebûlkirin em ê li kuçeyan bin
09:05 ‘Qezenca çar çêlekan ji karê erzan ê li metrepolan çêtir e'
09:02 Derbarê redkarê wijdanî de 14 doz
09:02 Pirtûka dîrokzan Bayrak a derbarê dîplomasiya kurdî de derket
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2021'AN
08:50 Meydana Galatasarayê dîsa dorpêç kirin
23/09/2021
23:09 Warê çûkan Dehla Nehilê dişewite: 34 saet in mudaxile nayê kirin
21:36 217 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:55 Kolberên di êrişa helîkopterê de hatin kuştin, spartin axê
16:49 Encu giliyê Savci Sayan kir
16:03 Lêpirsîna 'helîkopterê' li Midurê Karên Nivîsan ê ajansa me vekirin
15:52 Doza Kobanê taloqî 18'ê cotmehê hat kirin
15:30 Dadgehê 9 sal ceza li aktîvîsta TJA’yê Bîlgîn birî
15:30 Şewat belav dibe, mudaxile nayê kirin
15:03 4 girtî hatin sîrgûnkirin
14:47 Endama berê ya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat girtin