STENBOL - Bi hinceta binçavkirina nûçegîhanên me yên ku avêtina welatiyan a ji helîkopterê ji raya giştî re ragihandibûn derbarê Midurê Karên Nivîsan ê ajansa me Ferhat Çelîk de lêpirsîna "helîkopterê" hat destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Wanê, bi hinceta nûçeya me ya bi sernavê "Fermana binçavkirina rojnamegeran ji heman cihî ye" (http://mezopotamyaajansi35.com/search/content/view/113289) ya ji bo binçavkirina nûçegîhanên me yên ku avêtina welatiyan a ji helîkopterê ji raya giştî re ragihandibûn, derbarê Midurê Karên Nivîsan ê Ajansa Mezopotamyayê Ferhat Çelîk de bi angaşta "hedef nîşandina kesên bi rêxistinên re têdikoşin" lêpirsîna "helîkopterê" da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Çelîk çû Amîrtiya Navenda Polisan a Ferîkoyê û îfade da.
Çelîk, di îfadeya xwe de diyar kir ku bûyera mijara gotinê ye hêjayî nûçeyê ye kirine nûçe û sûcdariyên derbarê xwe de red kir.