XARPÊT - Hevserokê berê yê HDP'a Desimê Soner Oz û 2 girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa K a Karakoçanê girtî ne, bi hinceta cezayên wan ên dîsiplînê yên berê berdana wan hat taloqkirin.
Pêkanîna "Şewitandina înfazê" ya li dijî girtiyên siyasî vê carê jî li Girtîgeha Tîpa K a Karakoçanê pêk hat. Hevserokê berê yê HDP'a Desimê Soner Oz, Erîn Kûtdenûr û Alî Asker Pamûkçû ku li bendê bû bên berdan, bi hinceta cezayê wan ê dîsiplînê înfaza wan hat şewitandin û berdana wan ji bo 6 mehan hat taloqkirin.