Doza Kobanê: Vê dozê dema xwe tije kiriye

  • rojane
  • 13:13 23 Îlon 2021
  • |
img
ENQERE - Endamê MYK’a HDP’ê Alp Altinors di Doza Kobanê de parastina xwe kir û got: “DMME’yê bêsûciya me tomar kiriye. Tevî vê yekê jî hûn me mehkûm dikin. Vê dozê hem di warê hiqûqî û hem jî di warê siyasî de dema xwe tije kiriye.” 
 
Rûniştina 4’emîn a Doza Kobanê ku 20 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin di roja sêyemîn de li 22’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye berdewam dike. 
 
Ev 108 siyasetmedar ji 29 heb sûcên cuda bi giştî ji wan re 38 caran cezayê girankirî yê heta hetayê û 19 hezar û 680 sal cezayê hefsê ji wan re tê xwestin. 
 
DEMÎRTAŞ BEŞDAR NEBÛ 
 
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin li ewyana danişînê amade bûn. Selahattîn Demîrtaş ê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê beşdarî hêcet nîşan da û beşdarî danişînê nebû. Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Gulser Yildirim ji Girtîgeha Kandirayê bi SEGBÎS’ê, Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Zekî Çelîk ji Edremîtê, Berfîn Ozgu Ozkose û Zeynep Olbecî ji Girtîgeha Bakirkoyê, Gulfer Akkaya ji 7’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê, Parlamentera HDP’ê ya berê Emîne Beyza Ustun ji Dadgeha Datçayê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.
 
SEROKÊ DADGEHÊ BI KORONAYÊ KETIYE 
 
Hat ragihandin ku testa Kovîd-19’ê ya serokê 22’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pozîtîf derketiye û li şûna wî şandeyek demkî hat bicihkirin. Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pêk ir. Ewilî parêzeran dest bi parastina miwekîlên xwe kirin. 
 
SIYASETMEDARAN PARASTINA XWE NEKIR 
 
Siyasetmedarên li eywana danişînê amade bûn diyar kirin ku ew naxwazin parastina xwe bikin. Siyasetmedarên bi rêya SEGBÎS’ê jî beşdar bûn jî dan zanîn ku ew naxwazin parastina xwe bikin. 
 
DOZGER XWEST SIYASETMEDAR GIRTÎ WERIN DARIZANDIN 
 
Şandeya dadgehê ya demkî mafê axaftinê da dozger. Dozger ango meqamê îdiayê rewşa heyî ya dosyeyê û gengaziya reva bersûcan esas girt û xwest siyasetmedar girtî werin darizandin. 
 
Parêzer Mavîş Aydin got ji ber doza girtina HDP’ê ku wê hin miwekîlên wan dema parastina wan li ber çavan were girtin û xwest roja danişînê taloqî piştî 7-8’ê mijdarê were kirin. 
 
Parêzer Kenan Maçoglû jî divê hemû şertên girtina miwekîlên wan li ber çavan were girtin û daxwaza berdana wan kir. 
 
‘BILA BIRYARA DMME’YÊ WERE SEPANDIN’ 
 
Siyasetmedarên girtî jî derbarê biryara dewama girtina xwe de axivîn. Siyasetmedar Nazmî Gur ewilî axivî û xwest biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ji bo Demîrtaş daye ji bo wan jî derbasdar e û divê biryar were sepandin û li ber çavan were girtin. 
 
‘DMME’YÊ BANGÊ WEK SÛC NEDÎT’ 
 
Kubîlay Gunay jî destnîşan kir ku DMME’yê di biryara xwe de gotiye ku banga ji bo çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ne sûc e û ew dixwazin şandeya dadgehê biryara DMME’yê nas bike. Gunay xwest ku dadgeh dev ji cotstandardiyê berde û ew daxwaz dike ew hemû werin berdan. 
 
‘DMME’YÊ BÊSÛCIYA ME TESCÎL KIR’ 
 
Endamê MYK’a HDP’ê yê niha Alp Altinors ku girtî tê darizandin jî bi bîr xist ku salek e ew girtî ye û got: “Ji destêpêkê ve ev dosye dosyeyek mirî ye. DMME’yê di biryara Demîrtaş de pir bi eşkereyî gotiye ku tewîta hatiye parvekirin tundî têde nîne û nabe bibe sedema girtinê û ev yek hatiye tomarkirin. DMME’yê bêsûciya me tomar kiriye. Tevî vê yekê jî hûn me mehkûm dikin. Ev salek e hûn me li vir digirin. Ev girtinek û helwestek polîtîk e.Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di biryara xwe de raste rast navê dadgeha we anî ziman. Bila biryara DMME’yê were sepandin. Ev doz hem di warê hiqûqî de û hem jî di warê siyasî de jî dema xwe tije kiriye. Ez wek navê xwe bi bawerim ku wê dozên wiha polîtîk bi beraetê encam bibe. Çima ez ê birevim. Hûn bi israr me girtî didin darizandin.”
 
Danişîn berdewam dike. 
 

Sernavên din

27/09/2021
10:27 Sirri Sakik: Gotinên xweş têrê nakin, pêwîstî bi gavên şênber heye
10:10 Gotin ‘gihîşt malbata xwe’ lê cezayê muebetê lê hat birîn
09:00 Kanar: Divê Konseya Ewropa ambargoya li ser Tirkiyeyê bike rojeva xwe
09:00 Xelkê Rihayê ji ber krîza aborî bêzar bûye
09:00 Dadgehê salek û 3 meh ceza da manşeta rojnameya Bildê
09:00 27 sal in girtî ye, nabihîze, nabîne û lingek wî astengdar e
09:00 Awirên Ceylanê 12 sal in li kujeran û edaletê digere…
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2021'AN
26/09/2021
21:19 Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê bi dawî bû
21:06 Ciwanên HDP'ê li dijî tiryakê xelkê agahdar kirin
20:21 Ji ber Kovîd-19'ê 228 kesên din mirin
20:13 Di hilbijartina Elmanyayê de SPD li pêş e
19:04 Yek ji lîderên EGRF’ê Xalida Jarrar hat berdan
15:12 Li Tahranê girtiyek Kurd bi îşkenceyê hat qetilkirin
14:24 Ji 12 salî heya 16 saliya xwe hat tecawizkirin
12:51 Sancar: Em dixwazin hemû pirsgirêkên Tirkiyê çareser bikin
12:05 Di êrişa DAIŞ'ê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:57 Ahmet Turk: Mûxatap gelê Kurd û aktorên wê ne
11:09 Malbata Şenyaşar: Edalet tenê di lewhê de cih digire
10:56 Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê dest pê kir
10:28 Li Girtîgeha Maltepeyê 3 girtî bi vîrûsa koronayê ketin
09:30 Nobedarê Miduriyeta Polîsan jinek qetil kir
09:01 Beriya hevdîtina Soçiyê amadekarî: Salvoyê Qirimê
09:01 Elîaçik: Erdogan dixwaze bi Erbaş, rayan zêde bike
09:00 Xwendekarên 'bêstare': Madem hûn nikarin çareser bikin, ji ser wan qoltixan rabin
09:00 Dê Ardanûç bi lewenteyê bê ser hemdê xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2021'Ê
25/09/2021
23:57 'Bi rêxistinbûyînê em ê karibin civaka xwe azad bikin'
17:17 Binbanê avahîyeke TOKÎ'yê hilweşiya
17:05 Ji Wezaretê parastina ‘Li Îmraliyê binpêkirin nînin’ hat pirsîn
16:49 Aydenîz: Mûxatabê çareseriyê Ocalan e
16:19 Di 2 salan de 63 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
16:19 Şewata li Gabarê bi xwe vemirî
15:46 Li Tûşbayê lehî: Binesazî tune ye
15:45 ‘Eroglû yê 26 sal in winda ye li ku ye?’
15:33 Li girtîgehê di 28 salan de 5 caran mîda wî xwînîbû
15:17 Malbata ku 5 zarokên wan heye 8 meh in bêceyran e
14:50 Parêzerê malbata Dedeoglû Karabûlût: Dozger, peyamên watsappê ji me vedişêre
14:43 Li Amed û Êlihê, aqûbeta kesên hatin windakirin pirsîn
14:34 Babacan jî tevlî nîqaşa Pirsgirêka Kurd bû
14:28 Giliya ferzkirina sîxurtiyê kirin
14:08 Dayikên Şemiyê: Dagirkeriya li Galatasarayê bi dawî bikin
13:33 Rojhilatiyekî ku radestî MSO'yê hatibû kirin qeyda dengê xwe ji malbata xwe re şand
12:56 Hevdîtinên Rêveberiya Xweser ên bi Amerîkayê re dest pê kirin
12:50 Li Wanê ji ber barana zêde lehî rabû û mal û dikan di bin avê de man
12:25 Bûldan: Modela hevserokatiyê ji bo jinan destkeftiyek sedsalê ye
12:12 Îpekyuz tayînkirina tenê 3 mamosteyen kurdî bir rojeva meclisê
11:57 Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê dest pê kir
11:29 Kirkazak: Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji Tirkiyeyê nexşerê dixwaze
11:10 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna maf, hiqûq, edaletê mezin dibe
10:45 Jina ku têkoşîna xizanî û ekolojiyê kiriye yek: Wangari Maathai
10:17 Tirkiye bi Firatê aramiya Sûriyeyê hedef digire!
10:12 Jin wê biryara red a Şûreya Dewletê îtîraz bikin
09:45 Li gundê Erzanixê yê Hezexê şewat derket
09:29 Di dema birîna daran de eskerek mir
09:05 ‘Îqtidar li ber xetereya tiryakê xwe li bêdengiyeke teşwîqkar daniye'
09:00 Dê biryara AYM'ê ya derbarê Ozgur Gundemê de bişînin DMME'yê
09:00 'Pereyê di berîka me de her roj dihele'
09:00 Esker û cerdevan ji wargeha xwendekaran dernakevin
09:00 Ekolojîst Işikli: Ji bo xweza zû bê talankirin, raporên ÇED'ê nadin
09:00 Mehmet Ocalan: Rêya çareseriyê di Îmralî û meclîsê re derbas dibe
09:00 Salek e li benda cenazeyên zarokên xwe ne
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2021'AN
24/09/2021
22:50 HDP'iyên li Kadikoyê kom bûn: Xizanî ne qeder e
20:39 27 hezar û 197 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin, 221 kesên din jî mirin
19:44 Bûrhan Sonmez bû serokê PEN Internationalê
18:15 Li Şirnexê girtiyek sewqî Rîzeyê kirin
16:12 200 parêzer di Nobeta Edaletê de ne: Daxwaza malbata Şenyaşar daxwaza me ye
15:43 Dayikên Aştiyê: Em li dijî dagirkeriyê bibin yek
15:03 Dadgehê giliyê Tosûn kir
14:12 Malbata Denîz Poyraz giliya kesên alîkarî dane kujerê keça wan kir
13:44 'Ji bo jiyan û ekolojiyê bikeve tevgerê'
13:34 Roja 200’emîn a Nobeta Edaletê: Dest danîn ser pankartê
13:04 Gunay: Divê rola Ocalan ji nedîtî ve neyê
12:41 Dersa Jineolojiyê li dersên dibistana amadehiyê zêde kirin
12:40 Li Mêrdînê di qezaya trafîkê de 2 kes mirin
12:40 Ji girtiyê ji sedî 98 astengdar Guven agahî nayê girtin
12:09 Li dijî talankirina daran biryara çalakiyê girtin
11:34 Malbata Şenyaşar 200 roj in li benda edaletê ye
10:04 Dixwaze herî dawî gundê xwe bibîne
09:51 Li Manavgatê agir bi daristanê ket
09:05 CÎSST: Karbidestiya darazê ket destê îdareyên girtîgehan
09:05 Ji bo zarok û mezinan tev de kursên kurdî
09:05 Waniyan got: Divê CHP zelal be û rola Ocalan neyê jibîrkirin
09:05 Xwendekarên ku starek bi dest wan neket: Heya daxwazên me neyên qebûlkirin em ê li kuçeyan bin
09:05 ‘Qezenca çar çêlekan ji karê erzan ê li metrepolan çêtir e'
09:02 Derbarê redkarê wijdanî de 14 doz
09:02 Pirtûka dîrokzan Bayrak a derbarê dîplomasiya kurdî de derket
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2021'AN
08:50 Meydana Galatasarayê dîsa dorpêç kirin
23/09/2021
23:09 Warê çûkan Dehla Nehilê dişewite: 34 saet in mudaxile nayê kirin
21:36 217 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:55 Kolberên di êrişa helîkopterê de hatin kuştin, spartin axê
16:49 Encu giliyê Savci Sayan kir
16:03 Lêpirsîna 'helîkopterê' li Midurê Karên Nivîsan ê ajansa me vekirin
15:52 Doza Kobanê taloqî 18'ê cotmehê hat kirin
15:30 Dadgehê 9 sal ceza li aktîvîsta TJA’yê Bîlgîn birî
15:30 Şewat belav dibe, mudaxile nayê kirin
15:03 4 girtî hatin sîrgûnkirin
14:47 Endama berê ya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat girtin