Mexmûrî: Heqê kesî tune ye ku bi bombebaranan xewa zarokên me biherimînin

  • rojane
  • 09:07 22 Îlon 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên  Mexmûrê bertek nîşanî êrîşa Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) a li ser Mexmûrê dan û gotin: "Mafê tu kesî tune ye ku bi dengê bombeyan zarokên me ji xewê şiyar bikin." 

Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li restoranta Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê Osman Kose di êrîşekê de hatibû kuştin. Piştî vê bûyerê  wargeha Mexmûrê careke din bûbû hedefa êrîşan û asayîşa PDK'ê jî ew dorpêç kiribû. Wargeha ku nêzî 2 sal in di bin dorbêçê de ye, mafên wê yên mirovî hemû tên binpêkirin. Ji xeynî dorpêçê di 4 salên dawî de li hemberî Mexmûrê 6 caran êrişên hewayî pêk hatin. Di van êrişan de jî 12 kes hatin qetilkirin û 2 kes jî birîndar bûn. Di êrişa herî dawî de tu birîndar û mirî çênebûn, lê lê ziyaneke maddî ya zêde çêbû. Her wiha dengên bombeyan bandoreke mezin li zarokên kampê dike û wan ditirsînin. 
 
Şêniyên Mexmûrê têkildarî êrişên li ser kampê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn. 
 
'ÊRIŞEKE HOV BÛ' 
 
Şêniya Mexmûrê Ayten Bûlût, behsa roja ku bûyer qewimî kir. Bûlût, bilêv kir ku tu mafekî dewleta tirk tune ye ku êrişî wan bike û got: "Di sala 94'an de mal dihatin bombabarankirin, niha jî parqên zarokan tên bombebarankirin. Bûyera ku herî dawî li ser wargehê pêk hatî nayê qebûlkirin. Ew cihê ku hatiye bombabarankirin sêgoşeya vê taxê ye û cihê ku zarok lê dizlîzin. Heta derengê şevê zarok li vir dilîzin. Zarok li wir xwe rehet hîs dikin û li wir lîstîk dileyzin. Heger bûyer êvarê yan jî piştî nîvro bûna, wê komkujiyeke mezin çêbûbûna. Her tim dixwaze tahdê li me bike. Wê serê sibehê em hemû di xew de bûn. Di wê saetê de mafê tu kesî tune ye ku li deriyê kesekî bixe. Lê di wê saetê de bombardiman ne tiştekî exlaqî ye. Heger di qanûnên mafê mirovan de jî bê nirxandin, ev li hemberî zarokan bêmafiyeke herî mezin e. Heger wê kêliyê min zaroka xwe ji landikê dernexistibûna îhtîmaleke mezin wê zaroka min niha ne sax bûna. Dema ku min zaroka xwe ji landikê derxist û hê di destê min de bû ew cam bi ser me de hat. Dayika ku xwarin çêdikir, ew cam çûn nav xwarina wê. Ev êrîşeke hovane bû. Kes nikare vê êrişê rewa bibîne. Me çav bernedaye mafê tu kesî û me tu kes nekuştiye, û talan nekiriye. Em li mafê xwe û zarokên xwe digerin. Heger hûn di nexşên cîhanê de jî bigerin ev cihê ku em li ser bi cih bûne, tu eleqeya wê bi dewleta tirk re tune ye. Tu mafekî wê yê wisa jî tune ye ku bibêje hûn li ser axa me bi cih bûne."
 
'HEQÊ KESÎ TUNE YE ZAROKÊN ME BI BOMBEYAN ŞIYAR BIKIN'
 
Bûlût di berdewamiya axaftina xwe de, anî ziman ku ev êriş bi awayekî plankirî pêk hatiye û wiha dom kir: "Dewleta tirk vê hêzê ji ku digire? Ev tê wê wateyê ku hevkarên wan hene. Xwediyên vê axê rê dide van êrişan. Ji ber dema ku em li qanûnan jî dinêrin heger destûr neyê dayîn kes nikare êrişî li ser axa dewleteke din bike. Ev bêmafî ye. Hem hikûmeta Iraqê, hem hikûmeta Kurdistanê bi giştî kesên ku dibêjin ev axa min e divê xwedî li vê axê derbikevin. Piştî bûyerê sê şande hatin. Li cihê bûyerê lêkolîn kirin û pişt re daxuyaniyek jî nedan û çûn. Mirov wisa difikire ku agahiya wan ji vê êrişê hebû. Ji ber wê jî em bang li her çar perçeyên Kurdistanê dikin ku guh bidin penaberên wargeha Mexmûrê. Em ji kêfa xwe nehatine vê derê.  Ji ber wê, heqê kesî tune ye ku bi dengê bombeyan zarokên me ji xewê şiyar bikin. "
 
'DIVÊ KURD BÊDENG NEMÎNIN' 
 
Ji welatiyan Beşîr Taş jî bilêv kir ku armanca êrişan bêzarkirina têkoşîna gelê kurd e, lê zext û gef çi dibin bila bibin wê serê xwe netewînin û got: "Li ku derê kurdek li ber xwe bide hedef tê nîşandin. Heger îro hevkarên van êrişan nebûna kesekî nedikarî êrişî Mexmûrê bike. Dijmin cesaretê ji hevkarê xwe distîne. Êrişa ku herî dawî pêk hatî jî girêdayî konsepta tasfîyekirina gelê kurd e. Ev ne cara ewil e ku dewleta tirk êrişî Mexmûrê dike. Hemû jî bi heman armancan pêk tên. Di van êrişan de şehîdên me çêbûn. Lê şûna şînê hêrsa me zêdetir bû. Ev êriş me qels nakin, bihêz dikin. Heger ew bombe li baxçeyê mala me biketena dibe ku niha ez ne sax bûma. Li hemberî zilm û zordariyê û hemû nebaşiyan bi salane em li ber xwe didin. Dixwazin vê berxwedana me lawaz bikin. Bi van êrişan armanc dikin ku Mexmûrê vala bikin û me ji doza me dûr bixin. Lê ev daxwaziya wan pêk nehat. Berê jî êriş pêk dihatin, lê tu êrişan bi qasî vê bandor li ser zarokên me nekirin. Bêgûman ev êrişên dewleta tirk wê berdewam bikin. Lê divê gelê kurd li hemberî van êrişan bêdeng nemîne. Heger em dengê xwe dernexin wê qetlîamên mezin çêbibin."
 
'EM TUNE BIBIN WÊ EW TUNE BIBIN' 
 
Medîne Kara jî destnîşan kir ku ew ê li dijî hemû êrişan heya dawiyê li ber xwe bidin û nerazîbûna xwe ya ji bo êrişên hewayî bilêv kir: "Bi salan e dewleta tirk êrişî me dike. Her roj bi balafirên xwe wargeha me bombardiman dike. Bi şev zarokên me nikarin ji ber dengê balafiran razên. Em bi xwe ji balafirên wan natirsin. Ew sed carên din jî wargehê bombebaran bikin, dê nikaribin bandorê li fikira me bikin. Her kes jî dizane ku tenê 2 salên Erdogan mane. Ew ê biçe. Bila em bi tifaq bin, bila em bi hev re bimirin. Ji bo ku di siberojê de zarokên me ji me re nebêjin ku we em bêwelat hiştin, em soz didin ku heta ku dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li ber xwe bidin. Dewleta tirk li hemberî her kesî şer dike. Bi xwedê em tune bibin, wê ew jî tune bibin. PKK nebe Başûrê Kurdistanê jî namîne."

Sernavên din

23/09/2021
14:38 Ceza ji hunermend Çat re hat xwestin
14:03 Înfaza 3 girtiyan şewitandin
13:13 Doza Kobanê: Vê dozê dema xwe tije kiriye
13:13 Danişîna Suheyla Taş taloq bû
12:54 Ji ber nebûna wergerê kurdî danişîna Aslan û Muçel taloq bû
12:42 Li endamê MYK’a ÎHD’ê Çaglayan 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
11:54 Xwe wek endamên MÎT’ê dan nasîn û sîxuriyê li HDP’iyan ferz kirin
11:47 Li herêma şewatê tevgera hewayî heye
11:39 Danişîna gardiyanê Dîlan qetil kir, hat taloqkirin
11:13 Parêzerê Malbata Şenyaşar hempîşeyê xwe vexwend ber edliyê
11:13 Di doza zarokên ku 15 sal berê hatibûn qetilkirin de biryar derneket
10:47 Turkdogan: Tirkiyê di bersiva da Komîteyê de ‘hîleya hiqûqî’ kir
10:36 Kurê Ozcan ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da: Em sedemê mirina wî nizanin
10:31 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar e kampanya îmzeyan hat destpêkirin
10:06 Li Fransayê navê Hevrîn Xelef li qadekê hat danîn
10:02 Ozturk: Muxatab Ocalan e, navnîşana çareseriyê jî Parlamento ye
09:21 Rêya ku 4 sal in nayê çêkirin gundiyan rakir ser piyan
09:20 Malbatek li xwendekare ku li derve ma xwedî derket
09:20 Endamên meclîsê yên AKP'î ji bo qereqolê erse stendin
09:19 Temenekî di rêça têkoşînê de: Mehmet Saît Uçlu
09:18 Ji ber hişkesaliyê asta ava Gola Wanê 3 metre kêm bûye
09:17 Piştî biryara DMME'yê giliyê eskeran kirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2021'AN
22/09/2021
23:01 Kesê ku DEDAŞ'ê ceza lê birî mala xwe şewitand
21:19 242 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:40 Şewata li Çiyayê Gabarê berbelav dibe
16:16 Îşkence li zarokê 11 salî yê cîranê xwe kir
15:51 Parlamenterê CHP'î Tûtdere serdana Şenyaşaran kir
15:39 Doza bobelata keştiyê taloq bû
15:24 Li Cizîrê jinekî xwest întîhar bike
15:24 Li Feraşînê di lêgerîna neftê de kevir bi ser konê welatiyan de gêr bû
14:26 Endama Akademiya Jinê Fîgen Aras hat berdan
14:16 SGDF’ê meşa piştevaniya ji bo xwendekaran li dar xist
14:10 Dosya Hankûlû ji ATK'ê re hat şandin
13:57 DFG’ê serdana ajansa me kir
13:51 TUHAY-DER’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da
13:23 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Bêyî Ocalan axaftina Pirsgirêka Kurd ne çareserî ye
13:17 Dadgeha Bilind cezayê rojnamevan Orûç xera kir
13:14 PEN'a Melbourneyê endamtiya rûmetê da Turfent
12:55 Derbarê Gokkan de lêpirsîna dîsiplînê hat destpêkirin
12:48 Jinek li Edeneyê hat qelkirin
12:48 Doza Ferhat Tunç hat taloqkirin
12:47 Danişîna Leyla Guven ji ber arîzeya SEGBÎS'ê nehat dîtin
12:38 Li Şirnexê bêyî ÇED 22 herêm ji lêgerîna medenê re hatin vekirin
11:59 Ocalan: Çareserî bi azadiya jinê dibe
11:39 Malbata Şenyaşar ji bo roja înê bangî baroyan kir
11:31 Şewata daristanê ya li Licê hat vemirandin
11:30 Dorpêça li ser Meydana Galatasarayê hat rakirin
11:18 Piştevanên herî mezin ê Emîne Şenyaşar jin in
10:22 Kurê Laçîn ê ku anîn ber HDP'ê: Bi salan tundî li me kir
10:21 Cenazeyê Kaya û Danişman piştî 4 mehan şûn de dan malbatên wan
10:17 OHD’ê ji bo piştgiriya malbata Şenyaşar bang li parêzeran kir
10:16 Ozsoy: Biryarên DMME’yê neyê sepandin wê nîqaşên avêtina ji Konseyê dest pê bikin
09:34 Greva birçîbûnê kirin hêceta ‘endamtiya rêxistinê’
09:19 Bavê Uytunê 18 mehî yê eskeran ew kuşt: Ger edalet ev be, ez vê edaletê qebûl nakim
09:11 Hûrînaz Arikbaşli ku 50 sal in karê tûtinê dike: Em salowext dixebitin
09:10 Fatûreya ceyranê ya 3 mehan a malbateke 3 kesan, 3 hezar û 533 lîre hat
09:09 Qeyûmê Amedê bi darê zorê 45 karker teqawid kirin
09:09 Li Amedê rêjeya aşîkirinê zêde dibe, hejmara pêketiyan kêm dibe
09:08 Li Çelê paleyiya çeltûkê dest pê kir
09:08 Namzeta serbixwe Mecîd: Divê êdî Iraq bi hişmendiya jinê bê birêvebirin
09:07 Mexmûrî: Heqê kesî tune ye ku bi bombebaranan xewa zarokên me biherimînin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2021'AN
21/09/2021
22:47 Li Licê agir bi daristanê ket
22:45 260 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:53 Hat îdiakirin ku li Hezexê jinekê hewl daye xwe bikuje
16:55 ÎHD: Li Egeyê di 4 mehan de 6 hezar û 383 binpêkirinên mafan qewimîne
16:48 Kujerê Efe Tektekîn beşdarî dozê nebû
16:24 Bavê penaberê avêtine Çemê Merîçê bang li rayedaran kir
15:31 Danişîna Rojnamevan Eser û Topaloglû hat taloqkirin
14:59 Dayikên Aştiyê û TJA’yê serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:54 Sancar ji MA’yê re axivî: Navnîşana çareseriyê Parlamento ye, divê tu aktorek neyê paşguhkirin
14:27 Li Duzceyê nijadperestan êrişî karkerên kurd kirin
14:08 Dayikên Aştiyê li Silêmaniyê civiyan
13:59 Daxwaza sekinandina darizandina Temel û Dundar hat redkirin
13:40 TJA beriya serdema nû bi jinan re hat gel hev
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:11 Doza Kobanê taloqî 23’yê îlonê hat kirin
12:47 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyan lêgerîna devê wan tê ferzkirin
12:18 Emîne Şenyaşarê banga piştevaniyê li parêzeran kir
12:18 Derbarê bersûcê Komkujiya Vartinisê de biryara girtinê hat dayîn
11:56 Qeyûm tenûrên taxê dan hilweşandin
11:55 Kesê ji sedî 98 astengdar hat girtin
11:48 Maçoglû: Ew belge were lêkolînkirin dê were dîtin ku Doza Kobanê komplo ye
11:00 Cenazeyên kolberên ku hatin qetilkirin bi saetan di bin tavê de man
10:39 9 sal zêdetir ceza dan girtiyê ku înfaza wî hat şewitîn
09:50 Li 3 bajaran serdegirtinên malan: 9 kes hatin binçavkirin
09:12 RJAK: Ji ber tundiyê di mehekê de hezar û 42 jinan serî li me da
09:12 Jin amadekariyên mîtîngê dikin: Em ji bo azadiya xwe ji malê derdikevin
09:12 Di 6 îhaleyên bi 15 milyon TL'yî de nelirêtî
09:12 Sergardiyan daxwaznameyên girtiyan nadin îdareyê!
09:12 Muzîka bi zimanê zikmakî bi rengan hîn dibin
09:02 Her du çavên wî kor bûn, wezaretê got 'muhtacî îspatkirinê ye'
09:01 Xebata 'Gevera Nû' naqede!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2021'AN
20/09/2021
21:30 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:06 Xelatên Mûsa Anter hatin dayîn: Çapemeniya azad bû navê têkoşîna azadiyê
18:42 Şewata li Çiyayê Gabarê belav dibe
18:36 Li Cizîrê hevdîtinên 'dem dema azadiyê ye' didomin
17:18 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn