ŞIRNEX - Agirê ku hefteyek berê li Çiyayê Gabarê bi daristanê ketibû, her diçe berbelav dibe.
Operasyona eskerî ku hefteyek berê li qadên Şêx Osman, Şeşçala, Çiyayê Bizinê, Êwan û Bênatê yên Çiyayê Gabarê dest pê kiribû, hê jî didome. Ji ber operasonê hefteyek berê li derdora gundê Bûnisra yê li herêma Gabarê û li Çiyayê Bizina agir bi daristanê ketibû. Agirê bi daristanê ketiye her diçe berbelav dibe.
Ji ber ku çûna herêmê hatiye qedexekirin bi tu awayî mudaxileyî şewatê nayê kirin.