'Ji bo çareseriya bingehîn divê tecrîd rabe'

  • rojane
  • 09:01 20 Îlon 2021
  • |
img

AMED - Hevserokên MED TÛHAD-FED û TÛHAY-DER'ê, diyar kirin ku bi dawîbûna tecrîdê re wê pirgirêk bi awayekî bingehîn bên çareserkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, di 27'ê mijdara 2020'an de hatibû destpêkirin di roja 290'an de bi dawî bû. Girtiyan, ji bo çalakiya xwe ku di çarçoveya kampanya "Dem dema azadiyê ye" de dabûn destpêkirin û di 12'ê îlonê de bi dawî kiribûn de ev daxuyanî dabûn: "Em ê bi çalakiyên cuda bizanebûn û birêxistinkirî tevlî pêngava azadiyê bibin." 
 
Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) Mehmet Emîn Guzel û Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya, derbarê pêvajoya çalakiya greva birçîbûnê ya ji nêz ve şopandin de nirxandinan kirin. 
 
TECRÎDÊ KIRIN ROJEV
 
Hevseroka MED TÛHAD-DER'ê Emîne Kaya, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê bi awayekî neyînî bandor li tenduristiya girtiyan dike û wiha got: "Rexmî vê rewşê jî girtiyan ji bo ku tecrîdê bikin rojevê çalakiya xwe domandin. Girtî di grevê de gihîştin armanca xwe, mirov dikare bibêje ku tecrîd kirin rojeva dinyayê. Em daxwaz dikin ku binpêkirinên mafan demildest bi dawî bibin. Em naxwazin ku dubare greva birçîbûnê bê destpêkirin. Divê hikumet û rêxistinên sivîl berpirsyariya dikeve ser milê wan pêk bînin."
 
PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ
 
Hevserokê TÛHAY-DER'ê Mehmet Emîn Guzel jî da zanîn ku rewşa girtiyên tevlî çalakiyê bûne ji malbatê wan hîn dibin û wiha got: "Ji ber ku berê jî tevlî grevê bûne û şertên girtîgehan, li girtiyan dibin sedema nexweşiyên mayînde. Di vê pêvajoyê de piranî med û gurçikên wan diêşên. Hejmara girtiyên bi van nexweşiyan ketine zêde bûne. Gelek girtî kîloyên wan kêm bûne. Malbat dibêjin, 'zarokên me heliyan e'. Niha girtî xwarinên ku dertên dixwin tu xureka teqviye nadine wan."
 
CEZAYÊN DÎSIPLÎNÊ Û HEVDÎTINÊ
 
Di berdewamê de Mehmet Emîn Guzel, bi lêv kir ku binpêkirinên mafan ên beriya grevê niha jî didomin û ev tişt anîn ziman: "Gaveke erênî nehat avêtin û gelek girtiyan avêtin hucreya yekkesî. Ji ber ku ketine greva birçîbûnê derbarê gelekan de jî lêpirsînên dîsiplînê hatine vekirin. Ji bo van cezayan hevdîtin hatine qedexekirin. Cezayê hucreyê û dîsiplînê dibin sedem ku înfaza girtiyan bê taloqkirin. Ji bo tespîtkirina binpêkirinên mafan divê rêxistinên sivîl û rêxistinên maf li girtîgehan lêkolînan bikin."
 
ÇARESERÎ OCALAN E
 
Guzel, destnîşan kir ku li welatê ku hiqûq û edalet tunebe wê demokrasî jî tunebe û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Daxwaza sereke ya girtiyan bidawîkirina tecrîdê bû. Lê tecrîd hê jî didome. Ev pergala tecrîdê li tevahiya girtîgehan belav bûye. Êdî civak jî vê pergalê hîs dike. Divê şert bên sererastkirin û li gorî rûmeta mirovan jiyan bê domandin. Çareserkirina bingehîn a vê pirsgirêkê bi destpêkirina hevdîtina bi Birêz Ocalan re dibe. Divê destpêkê hevdîtina parêzer û malbatê pêk bê. Piştre ji aliyê dewletê ve muzekere bên destpêkirin."
 

Sernavên din

20/09/2021
17:09 Girtiyê nexweş Şahîn: Mafê min ê tedawiyê tê astengkirin
16:44 Di bombebarana Tirkiyê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest da
16:36 Li Farqînê kesek hat binçavkirin
16:36 Doza Kobanê wê sibê berdewam bike
15:34 Îzol ê 4 ferdên malbata wan hatin qetilkirin dîsa ‘edalet’ xwest
15:31 Ji ber rengan fîstanê ‘dabeşkar’ nedan Leyla Guven!
15:29 Parêzerên jin piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:34 9 kurdên Rojhilatê Kurdistanê teslîmî OSO’yê hatin kirin
14:13 Di çalakiyên Kobanê de çend endamên YPG’ê hatin dermankirin?
14:10 Ji ciwanên HDP'ê bernameya li dijî tiryakê
13:58 Bûldan: Sûcdarên rastîn tên parastin
13:42 503 cenaze li goristanên bêkesan tên sekinandin
13:21 Îbrahîm Ayhan li ser gora xwe hat bibîranîn
13:06 Doza Kobanê: Parêzer têkildarî ûsûlê îtîraz dikin
12:30 Şenyaşar: Em ê vê zilmê bi piştevaniyê bi dawî bikin
12:23 Li Efrînê kurdî qedexe ye!
12:23 Ji bo danişîna Komkujiya Vartînîsê banga piştevaniyê
11:31 Danişîna rojnameger Durket Suren hat taloqkirin
11:18 Yenî Yaşam bi manşeta ‘Em pênûsa Apê Mûsa ne’ derket
11:15 Apê Mûsa li kuçeya lê hatibû kuştin hat bibîranîn
11:14 Di Doza Kobanê de rojnameger û temaşevan negirtin hûndir
10:21 Em ji kesên ku nûçegihaniya azad ji xwe re kirine derd re deyndarê spasiyê ne
10:19 Bi hêviya gelek salan...
09:26 Nûnera çapemeniya azad 4 salî ye!
09:15 MA bû dengê 'Ên din'
09:13 Heke hûn nebûna em ê biqediyana
09:01 Piştî 11 salan 18 hezar TL cezayê pere li faîlê pitik Ûytûn hat birîn!
09:01 Qedexeya Wanê di roja hezar û 764'emîn de ye: Walîtî bûye amîrê mulkî yê AKP'ê
09:01 'Ji bo çareseriya bingehîn divê tecrîd rabe'
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2021'AN
19/09/2021
21:04 Polisan xebatên Meclisa Ciwanan asteng kir
20:52 'Kesên dixwazin siyaseta kurdan asteng bikin xeyal dibînin'
19:09 Agir bi Baxçeyên Hewselê ket
18:58 Rênas Jiyan bi xwînerên xwe re hat cem hev
18:50 Komên girêdayî Tirkiyeyê 3 sivîl revandin
18:22 Li Amedê 9'emîn Tûra Bisiqlêtê ya Jinên Xemilandî
18:01 Li Stenbolê hevdîtina 'Em dimeşin azadiyê': Bila ji jinan bitirsin
16:12 Ceylan ê HDP’î: Ji bilî şikandina tecrîde tu alternatîf tuneye
15:38 Agirê li Çiyayê Gabarê belav dibe
14:31 Agirdir: Ji her 10 Kurdan wê 7 jê dengê xwe bidin HDP’ê
13:52 Gefên Îranê yên li ser Kurdan
13:41 Pasdarên Îranê kolberek qetil kirin
12:54 Mînîbusa karkeran wergeriya: Kesek mir, 15 kes birîndar bûn
12:41 Mirina zarokek bi şik
12:08 Vejîna Li Welatê Rojê: Romana Amara derket
11:52 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşaran di roja 195’emîn de ye
11:47 Sedema qedexeya li Mêrdînê: Musa Anter dê were bi bîranîn
10:52 Bi hinceta 'endamê YPG'ê’ girtin, bi îdîaya ‘endamê DAIŞ’ê ye’ bernadin
09:40 81 girtiyên di greva birçîbûnê de ne, daxwaza darizandinek adîlane dikin
09:01 Doza Kobanê dest pê dike: Me bi hev re tarîtî têk şikand, em dikarin bi hev re ronahiyê jî bi dest bixin
09:01 Dê Apê Mûsa di 29'emîn salvegera koça xwe de bê bibîranîn
09:00 Bêyî Îbrahîm Ayhan 3 sal: Di têkoşîna hevalên xwe de dijî
09:00 Dê di roja 200'emîn a têkoşîna ji bo edaletê de 200 parêzer biçin ber edliyeyê
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2021'Ê
18/09/2021
20:01 26 hezar û 161 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
19:36 Lal Laleş di 'Şevbihêrkên Payîzê' de pirtûka xwe îmze kir
17:02 Cotkarên ku pirsgirêka avê dijîn çalakî pêk anîn
16:41 Lahûr Şêx Cengî: Divê kujerên Bulut bên girtin
16:33 Bi hêceta “îxbar heye” konser hat qedexekirin
16:16 Cezayê hefsê li redkarê wijdanî Aksû hat birîn
16:06 Li Semsûrê 3 kes hatin girtin
15:50 AYM’ê girtina Rojnameya Ozgur Gundmê li dijî Destûra Bingehîn dît
15:49 ‘Divê mafê jiyanê yê girtiyan were parastin’
15:25 Dayika Devrîm Ayik: Naxwazim cenazeyê lawê min derkeve
15:06 Li Dîlokê zarokek hat kuştin
15:01 Xizmên windayan: Xwestin bersûcên Ozalp û Sancak bên dîtin
14:37 Ahmet Gurdegîr ê bi îşkenceyê hatibû binçavkirin hat girtin
14:11 Talîbanê Wezareta Jinê, kir ‘Wezareta Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê’
13:58 Wî li Torosa Spî siwar kirin û carek din agahî jê nehat girtin
13:45 Li Çiyayê Cudî şewat derket
13:37 Ji bo mîtînga 'Dem dema azadiya jinê ye' bang kirin
13:19 Parêzerên Doza Kobanê banga beşdariya dozê kirin
12:55 Meclîsa Jinan a HDP'ê kargeha 'Rêveberiya xwecihî ya azadîxwaziya jinan' li dar dixe
12:41 Kesên di şermezarkirina DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:01 Mûsa Orhan şahid anîn dadgehê!
12:00 Rayedarên girtîgehê rojname nedan rojnamevan
11:37 Muftuoglû: Ewilî demokrasî pişt re aborî
11:31 Malbata Şenyaşar: Yên ku zilmê dikin nikarin bibin parlamenterê gel
10:49 Kujerê Bulut winda ye, kujerê Kondu hat girtin
10:32 Jin wê li dijî zayendperestiyê bisiklêt bajon
10:26 Sonmez: Medya bi zimanek neyînî tundiyê teşwîq dike
09:15 Cihê ku eskeran penaber avêtibûn Çemê Merîçê hat tespîtkirin
09:05 Dayika girtiyê nexweş: Divê rojeva derve girtiyên nexweş be
09:04 Ekolojîst: Armanca şewatan koçberî û rant e
09:02 Prof. Dr. Kuçukosmanoglû: Bi hatina payizê re dibe ku hejmara pêketiyan zêde bibe
09:00 Bi çêkirina gopalan nahêlin kevneşopiya mezinên wan were jibîrkirin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2021'AN
17/09/2021
23:51 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter diyar bûn
21:28 237 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:14 Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê serdana gundan kir
18:07 Ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan: Demildest tevbigerin
16:58 Qubad Talibanî qetilkirina Yasîn Bûlût şermezar kir
16:35 Ji bo piştevaniyê serdana HDP’ê kirin
16:20 Mînîbusa karkerên demsalî qeza kir
16:18 Li Dersimê xwendekar ji wargehên KYK’ê hatin derxistin
16:07 Zilamê ku dest avêt du zarokên xwe hat girtin
15:50 Rapora ÎHD'ê: Îşkence li malbata Gurdegîr hatiye kirin
15:27 Polîsan giliyê xwendekaran kirin
15:12 Li Amedê bi polîsekê re tiryak hat girtin
14:47 Malbata Ocalan, serî li Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê da