81 girtiyên di greva birçîbûnê de ne, daxwaza darizandinek adîlane dikin

  • rojane
  • 09:40 19 Îlon 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Federe ya Kurdistanê 81 girtiyên ku aktivîst, mamoste û rojnameger jî di nav de hene, ji bo darizandineke adîlane 14 rojin di greva birçîbûnê de ne. Malbatên girtiyan, diyar kirin ku divê demildest ev daxwaza girtiyan bê qebûlkirin.  

 
Li Herêma Federe ya Kurdistanê, 81 girtiyên ku aktîvîst, mamoste û rojnameger jî di nav de heyîn, par ji ber şermezarkirinên pêkanînên antîdemokratîk ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatibûn girtin. Girtiyên ku bi  daxwaza "darizandina adîlane" dest bi greva birçîbûnê kirin, 14 rojin di greva birçîbûnê de ne. Malbatên girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê kirin, derbarê pêkanînên girtîgehê û çalakiya girtiyan de, axivîn. 
 
'DAXWAZ DIKIN BI CPT'Î RE HEVDÎTINÊ BIKIN' 
 
Birayê rojnamegerê girtî Qehreman Berwarî yê ku di greva birçîbûnê de ye, Arî Bedel Berwarî, diyar kir ku girtî bi neheqiyeke mezin re rû bi rû ne û wiha axivî: "Piştî ku ji Qehreman re 7 sal cezayê girtîgehê hat birîn,  cara yêkem çarşema borî min pê re hevdîtin kir.  Pişt camê me hevdû dît. Bi hinceta nexweşiya koronayê nehiştin ku em rûbirû hevdîtin bikin. Daxwaza wî ew bû ku bi şêwazeke adîlane bê darizandin. Di heman demê de daxwaz kir ku CPT'î biçe girtîgehê û bi wan re hevdîtinê bike û ew cezayê ku ji wî re hatiye birîn bê betalkirin. Ji ber ku hikûmeta desthilatdar daxwazên wan pêk nayîne, dest bi greva birçîbûnê kirin. Wan dest bi greva birçîbûnê kirin da ku hikûmet dev ji kiryarên xwe yên antîdemokratîk berde û gav biavêje. "
 
BANGAWAZÎ
 
Berwarî, anî ziman  ku ew weke malbatên girtiyan piştgiriyê didin çalakiya girtiyan û wiha got: "Divê demildest daxwazên girtiyan bên bersivandin. Em heta dawiyê piştgiriyê didin çalakiya wan û bi wan re ne. Ji ber ku me piştevanî da birayê min pereyê kargeha me desteserkirin. Em weke malbata Qehreman ji rêxistinên mafê rojnamegeran daxwaz dikin ku li dijî vê rewşê bêdeng nemînin. Di rojên borî de, gelek rojnameger hatin binçavkirin û ev pêkanînên li dijî rojnamegeran li herêma Behdînan hê jî didomin. Mixabin ku desthilatdariyek Kurd vê tîne serê hemwelatiyê xwe."
 
'REWŞA WAN BER BI XETERIYÊ VE DIÇE' 
 
Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de ye mamosteyê Dibistana Seretayî Bedel Abdulbaqî Barwary ê 56 saliye. Mamosta Barwary ji ber ku xwestibû her mehê mûçeyên wan bên dayîn tevlî çalakiya şermezarkirinê bibû û hatibû girtin.
 
Kurê Barwary, Arî Bedel Barwary derbarê rewşa bavê xwe de axivî. Barwary, da zanîn ku bavê wî bêsûc hatiye girtin û wiha got: “Rewşa wan her ku diçe ber bi xeteriyê ve diçe. Bavê min bêgûneh hat girtin. Tenê ji bo ku got, ‘em daxwaza mafê xwe dikin’ hat girtin. Daxwaziya wî ew bû ku hikûmet her mehê mûçeyên wan bide wan. Bavê min hatiye girtin heta niha 3 carin darizandina wî bi hincetên vala tê taloqkirin. Bavê min jî ji bo ku ev neheqî bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kir. 3 roj beriya niha danişîna bavê min bû. Dadger jê re got, ‘em ê dadgeha te taloq bikin.’ Wî jî ji dadger re got, ‘ez ê dest bi rojiya mirinê bikim.’ Ev li dijî vê pergalê gazinceke. Bavê min ev sal û meheke di girtîgehê de ye û hîna jî bi awayek adîlane nehatiye darizandin. Ev cara sêyemîne ku dadgeha wî taloq dikin. Her carê jî bi hincetekî tê taloqkirin. Ji ber ku ev nêzikatiya dadgehê û hikûmetê qebûl nekir dest bi greva birçîbûnê kir.”
 
DARIZANDINEK ADÎLANE DIXWAZIN
 
Barwary, qala hevdîtinên bi bavê xwe re kir û wiha bilêv kir: “Bavê min salek û meheke girtiye, lê min tenê 2 caran wî ditiye. Di wan herdû caran de jî, derfetên me tunebûn ku em rewşa wan bipirsîn. Ji ber ku li ser serê me sekinî bûn û me nekarî em pirsekê jî jê bikin. 
 
Bawary, xwest bavê wî bi awayekê adilane bê darizandin û wiha bi dawî kir: “Rewşa girtiyan a tendûristî û derûniyê xerabû ye. Pêwîste demeke nêz de bi awayekî adîlane bên darizandin. Ew dibêjin ku heta mafê wan ê darizandinê pêk neyê, ew ê dev ji grevê bernedin.”
 
MA /Zaynep Dûrgût
 

Sernavên din

20/09/2021
17:09 Girtiyê nexweş Şahîn: Mafê min ê tedawiyê tê astengkirin
16:44 Di bombebarana Tirkiyê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest da
16:36 Li Farqînê kesek hat binçavkirin
16:36 Doza Kobanê wê sibê berdewam bike
15:34 Îzol ê 4 ferdên malbata wan hatin qetilkirin dîsa ‘edalet’ xwest
15:31 Ji ber rengan fîstanê ‘dabeşkar’ nedan Leyla Guven!
15:29 Parêzerên jin piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:34 9 kurdên Rojhilatê Kurdistanê teslîmî OSO’yê hatin kirin
14:13 Di çalakiyên Kobanê de çend endamên YPG’ê hatin dermankirin?
14:10 Ji ciwanên HDP'ê bernameya li dijî tiryakê
13:58 Bûldan: Sûcdarên rastîn tên parastin
13:42 503 cenaze li goristanên bêkesan tên sekinandin
13:21 Îbrahîm Ayhan li ser gora xwe hat bibîranîn
13:06 Doza Kobanê: Parêzer têkildarî ûsûlê îtîraz dikin
12:30 Şenyaşar: Em ê vê zilmê bi piştevaniyê bi dawî bikin
12:23 Li Efrînê kurdî qedexe ye!
12:23 Ji bo danişîna Komkujiya Vartînîsê banga piştevaniyê
11:31 Danişîna rojnameger Durket Suren hat taloqkirin
11:18 Yenî Yaşam bi manşeta ‘Em pênûsa Apê Mûsa ne’ derket
11:15 Apê Mûsa li kuçeya lê hatibû kuştin hat bibîranîn
11:14 Di Doza Kobanê de rojnameger û temaşevan negirtin hûndir
10:21 Em ji kesên ku nûçegihaniya azad ji xwe re kirine derd re deyndarê spasiyê ne
10:19 Bi hêviya gelek salan...
09:26 Nûnera çapemeniya azad 4 salî ye!
09:15 MA bû dengê 'Ên din'
09:13 Heke hûn nebûna em ê biqediyana
09:01 Piştî 11 salan 18 hezar TL cezayê pere li faîlê pitik Ûytûn hat birîn!
09:01 Qedexeya Wanê di roja hezar û 764'emîn de ye: Walîtî bûye amîrê mulkî yê AKP'ê
09:01 'Ji bo çareseriya bingehîn divê tecrîd rabe'
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2021'AN
19/09/2021
21:04 Polisan xebatên Meclisa Ciwanan asteng kir
20:52 'Kesên dixwazin siyaseta kurdan asteng bikin xeyal dibînin'
19:09 Agir bi Baxçeyên Hewselê ket
18:58 Rênas Jiyan bi xwînerên xwe re hat cem hev
18:50 Komên girêdayî Tirkiyeyê 3 sivîl revandin
18:22 Li Amedê 9'emîn Tûra Bisiqlêtê ya Jinên Xemilandî
18:01 Li Stenbolê hevdîtina 'Em dimeşin azadiyê': Bila ji jinan bitirsin
16:12 Ceylan ê HDP’î: Ji bilî şikandina tecrîde tu alternatîf tuneye
15:38 Agirê li Çiyayê Gabarê belav dibe
14:31 Agirdir: Ji her 10 Kurdan wê 7 jê dengê xwe bidin HDP’ê
13:52 Gefên Îranê yên li ser Kurdan
13:41 Pasdarên Îranê kolberek qetil kirin
12:54 Mînîbusa karkeran wergeriya: Kesek mir, 15 kes birîndar bûn
12:41 Mirina zarokek bi şik
12:08 Vejîna Li Welatê Rojê: Romana Amara derket
11:52 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşaran di roja 195’emîn de ye
11:47 Sedema qedexeya li Mêrdînê: Musa Anter dê were bi bîranîn
10:52 Bi hinceta 'endamê YPG'ê’ girtin, bi îdîaya ‘endamê DAIŞ’ê ye’ bernadin
09:40 81 girtiyên di greva birçîbûnê de ne, daxwaza darizandinek adîlane dikin
09:01 Doza Kobanê dest pê dike: Me bi hev re tarîtî têk şikand, em dikarin bi hev re ronahiyê jî bi dest bixin
09:01 Dê Apê Mûsa di 29'emîn salvegera koça xwe de bê bibîranîn
09:00 Bêyî Îbrahîm Ayhan 3 sal: Di têkoşîna hevalên xwe de dijî
09:00 Dê di roja 200'emîn a têkoşîna ji bo edaletê de 200 parêzer biçin ber edliyeyê
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2021'Ê
18/09/2021
20:01 26 hezar û 161 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
19:36 Lal Laleş di 'Şevbihêrkên Payîzê' de pirtûka xwe îmze kir
17:02 Cotkarên ku pirsgirêka avê dijîn çalakî pêk anîn
16:41 Lahûr Şêx Cengî: Divê kujerên Bulut bên girtin
16:33 Bi hêceta “îxbar heye” konser hat qedexekirin
16:16 Cezayê hefsê li redkarê wijdanî Aksû hat birîn
16:06 Li Semsûrê 3 kes hatin girtin
15:50 AYM’ê girtina Rojnameya Ozgur Gundmê li dijî Destûra Bingehîn dît
15:49 ‘Divê mafê jiyanê yê girtiyan were parastin’
15:25 Dayika Devrîm Ayik: Naxwazim cenazeyê lawê min derkeve
15:06 Li Dîlokê zarokek hat kuştin
15:01 Xizmên windayan: Xwestin bersûcên Ozalp û Sancak bên dîtin
14:37 Ahmet Gurdegîr ê bi îşkenceyê hatibû binçavkirin hat girtin
14:11 Talîbanê Wezareta Jinê, kir ‘Wezareta Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê’
13:58 Wî li Torosa Spî siwar kirin û carek din agahî jê nehat girtin
13:45 Li Çiyayê Cudî şewat derket
13:37 Ji bo mîtînga 'Dem dema azadiya jinê ye' bang kirin
13:19 Parêzerên Doza Kobanê banga beşdariya dozê kirin
12:55 Meclîsa Jinan a HDP'ê kargeha 'Rêveberiya xwecihî ya azadîxwaziya jinan' li dar dixe
12:41 Kesên di şermezarkirina DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:01 Mûsa Orhan şahid anîn dadgehê!
12:00 Rayedarên girtîgehê rojname nedan rojnamevan
11:37 Muftuoglû: Ewilî demokrasî pişt re aborî
11:31 Malbata Şenyaşar: Yên ku zilmê dikin nikarin bibin parlamenterê gel
10:49 Kujerê Bulut winda ye, kujerê Kondu hat girtin
10:32 Jin wê li dijî zayendperestiyê bisiklêt bajon
10:26 Sonmez: Medya bi zimanek neyînî tundiyê teşwîq dike
09:15 Cihê ku eskeran penaber avêtibûn Çemê Merîçê hat tespîtkirin
09:05 Dayika girtiyê nexweş: Divê rojeva derve girtiyên nexweş be
09:04 Ekolojîst: Armanca şewatan koçberî û rant e
09:02 Prof. Dr. Kuçukosmanoglû: Bi hatina payizê re dibe ku hejmara pêketiyan zêde bibe
09:00 Bi çêkirina gopalan nahêlin kevneşopiya mezinên wan were jibîrkirin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2021'AN
17/09/2021
23:51 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter diyar bûn
21:28 237 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:14 Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê serdana gundan kir
18:07 Ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan: Demildest tevbigerin
16:58 Qubad Talibanî qetilkirina Yasîn Bûlût şermezar kir
16:35 Ji bo piştevaniyê serdana HDP’ê kirin
16:20 Mînîbusa karkerên demsalî qeza kir
16:18 Li Dersimê xwendekar ji wargehên KYK’ê hatin derxistin
16:07 Zilamê ku dest avêt du zarokên xwe hat girtin
15:50 Rapora ÎHD'ê: Îşkence li malbata Gurdegîr hatiye kirin
15:27 Polîsan giliyê xwendekaran kirin
15:12 Li Amedê bi polîsekê re tiryak hat girtin
14:47 Malbata Ocalan, serî li Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê da