Polîs ji welatiyên ku DEDAŞ şermezar kirin re got: Herin Bakurê Iraqê

  • rojane
  • 13:58 17 Îlon 2021
  • |
img
AMED - Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Licê Yûsûf Peker, diyar kir ku li Licê polîtîkayên taybet tên meşandin û polîsan ji welatiyên ku DEDAŞ şermezar kirine re gotiye “Herin Bakurê Iraqê, herin hin cihên din.”
 
Tîmên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku li herêmê bi fatûrayên bilind û birîna ceyranê dibe nîvenda şermezarkirinan, vê carê jî bi polîsan re hewl didin li navçeya Licê ya Amedê saetên ceyranê bibin ser dîrekan. Polîsan bi gaza îsotê êrişî welatiyên ku destûrê nadin pêkanînên tîmên DEDAŞ’ê kiribûn. Piştî êrişê polîsan bi ser malên welatiyên ku beşdarî çalakiya şermezarkirinê bûbûn de girtibûn û gelek kes binçav kiribûn. Welatiyan êrişên polîsan û tiştên hatine serê wan vegotin. 
 
Şukran Yildirim bi lêv kir ku dema li ber deriyê mala xwe rûdiniştin polîsana bi gaza îsotê êriş kirine û wiha got: “Me hewl da alîkariya welatiyên ku êriş li wan hat kirin bikin. Du welatiyên pîr li pêş deriyê me ketin erdî min ew kaşkirin û girtin mala xwe. Nêviyê min li dibistanê bû dema ez çûm wî bigirim polîsan bi gaza îsotê êrişî min kir. Ez ser devî ketim erdî ciwanan ez rakirim. Dûyê gazê heta nava malê hat. Zarokên me li derve man. Derî şikandin, ji jinan re xeber gotin. Bi salane vê zilmê dikin. Em her mehê fatûrayên xwe yên ceyranê bi rêkûpêk didin. Wê saetên ceyranê bibin ser dîrekan, em nabînin. Çi binivîsin em ê heqê wê bidin.”
 
PÊKANÎNEKE TAYBET TÊ MEŞANDIN 
 
Gulseher Kumran jî da zanîn ku polîsan ava şid berdaye nava baxçeyê wan û wiha axivî: “Gaza îsotê heta nava malên me hat. Nêviyê min nû ji dayik bûye. Bê bêhn ma. Me got dê bimire ji ber wê bi lez û bez bir mala cîranan. Dema zarokên me hatin malê direcifîn. Divê evqas zilmê li mirovan nekin. Ji ber em kurd in vê zilmê dikin. Li tu deran nehatiye dîtin ku saetên ceyranê dibin ser dîrekan, tenê li me kurdan dikin. Bi taybetî jî li Licê pêk tînin. Li kî dera cîhanê saetên ceyranê birine ser dîrekan. Em ji xwe di bin zextan de ne. Vê carê jî hewl didin ku bi her awayî me bitepisînin.”
 
DERÎ ŞIKANDIN
 
Meyase Erdînç jî da zanîn ku saet di 05.00’an de polîsan bi ser mala wan de girtine, derî şikandine û wiha got: “Bi awayekî tund li deriyê me xistin. Em ji cihê rabûn me lê nêrî ku hewl didin deriyê me bişkînin. Me got ‘temam derî neşikînin em ê vekin’ lê ji ber derî asê mabû nevebû. Heta ku derî vebû bi mircî li derî dan. Piştî ku derî vebû em hemû bi ser devkî dirêjî erdî kirin. Dûre gotin ‘Em xelet hatine, em da biçin mala Ferdî.’ Di nava malê de li Ferdî xistin. Difna wî şikandin û di nav xwînê de ew binçavkirin. Zarokên me tirsiyan. Cîranê me Ferdî loqanteya xwe girtibû û hatibû malê.”
 
POLÎS: HERIN BAKURÊ IRAQÊ
 
Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Navçeya Licê Yûsûf Peker jî anî ziman ku hefteyeke dest bi derxistina saetên ceyranê ya ser dîrekan hatiye kirin û wiha axivî: “Li Licê polîtîkayeke taybet tê birêvebirin. Gelê Licê ev 5 sal in tejî bûye. Zext, zor, pêkanînên kêfî, qeyûm heta ku ketine nava me. Ev meseleya ceyranê jî bû çirîskek. Mirovan êdî nikarî xwe bigirin. 7 salî heta 70’ê salî bertekên xwe nîşan dan. Polîsan welatiyên ku bi kamerayan tespît kirin û yên di kolanê de derbas dibûn binçavkirin. Kesên li wir neyî jî binçav kirin. Dema mirovan bertek nîşanî polîsan da ji wan re gotin “Ji vir herin çi karê we li vir heye, herin Bakurê Iraqê, herin hin cihên din.’ Hewl didin welatiyan bidin koç kirin. Kirin û gotinên wan gelek zor bûn. Gel ne nezane li dijî van pêkanînan nikare bêdeng bimîne.”
 
MA / Ayşe Surme
 

Sernavên din

17/09/2021
14:47 Malbata Ocalan, serî li Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê da
14:31 Konseya Ewropayê derbarê Demîrtaş û Kavala de biryar da
14:12 Parêzer Bek: Mehmet Emîn Ozkan carek din terkî mirinê hat kirin
13:58 Serokê dadgehê ji bo cezayê Racî Bîlîcî şerh danî
13:58 Polîs ji welatiyên ku DEDAŞ şermezar kirin re got: Herin Bakurê Iraqê
13:23 Gunay: Em ê bi ‘Belgeya Banga Demokrasiyê’ vebijêrkek nû pêşkêş bikin
12:41 Tiryakî: Namzetek ku HDP piştevaniyê nedê nikare bibe serokkomar
12:11 Li Stenbolê kargehên Jineolojiyê dest pê dikin
11:33 Siyasetmedarê kurd Bulut di encama êrişek çekdarî de hat kuştin
10:50 Malbata Şenyaşar bang li dozger kir: Heke tu nikarî edaletê pêk bînî îstîfa bike
09:05 Îstinafê cezayê nîjadperestên peyker bi zorê dabûn maçîkirin 'guncav' dît
09:05 Mamlê: Îro ji her rojê bêtir pêwistî bi yêkitiya gelê kurd heye
09:05 Li nav çiyayan wextê mehseran e
09:05 Bersûc li xwe mikur hat, lê darazê ser sûcê nefretê nixumand!
09:05 Li Îranê ji 2017'an heya niha 22 kurd bi îşkenceyê hatine kuştin
09:02 Eleqeya ji bo destkariyê kêm dibe
09:01 Betal doza hilbijartina pêşwext dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2021'AN
16/09/2021
20:20 262 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:26 Daxwaza ji bo girtina failê destdirêjiyê Mûsa Orhan hat redkirin
16:56 Çalakiya hîndekaran didome
16:56 Baroya Amedê ji bo guhdarkirina Davûtoglû serlêdan kir
16:29 Dayikên Aştiyê: Divê Barzanî nebe şirîkê vî şerî
16:16 Di doza 5'ê Hezîranê de ji 10 polisan re ceza hat xwestin
15:56 Bavê leşkerê ku dixwest teslîm bibe û hat kuştin: Agahî nadin me
15:20 Cara duyemîn 8 girtî xistin karantînayê
15:15 Girtiyê nexweş Ozkan dîsa nehat berdan: Nikare we fêm bike û bibihîze
14:49 Doza tecawizkar Mûsa Orhan dest pê kir
14:17 Şandeya HDK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:06 HDP'ê qurbaniyên komkujiya Şatilla û Sabrayê bi bîr anî
13:33 Nivîsên nijadperest hatin jêbirin û derbarê midurê dibistanê de lêpirsîn hat destpêkirin
13:15 Derbarê rojnamevan Tolu de daxwaza beraetê hat kirin
12:34 Ferît Şenyaşar: Ew kesê keleşnîkof di destê wî de ye kî ye?
12:33 Lêpirsîna "qirkirina ermeniyan" derbarê parêzerê ÎHD'ê de hat destpêkirin
11:58 Nasnameya eskerê dema dixwest teslîm bibe hat kuştin, aşkere bû
11:36 Hayriye Dogan a li cenazeyên zarokên xwe digeriya koça dawî kir
11:34 Şaredarê Şalpazariyê ji ber hilberandina 'Şewqên Kurdistanê' êrişî kargehekê kir
11:13 Polîsan li ber Navenda Giştî ya HDP’ê êrişî parlamenteran kir
11:04 Welatiyên ku DEDAŞ'ê şermezar kiribûn hatin binçavkirin
10:32 81 kesên ku PDK'ê ew girtin di greva birçîbûnê de ne
10:29 Li Amedê jinek hat kuştin
09:27 Heyeta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana Moskovayê kir
09:06 Di tevahiya îhaleyên 450 milyonî yên qeyûm de nelirêtî heye
09:06 Bi qehwa kizwana tevlî jiyana kar bû
09:06 Ev etar bi mîqrefona xwe balê dikişine ser zeman
09:06 Ji baxçeyê 4 milyon TL’yî tenê çop ma
09:06 Rexmî rapora ‘Nikare li girtîgehê bimîne’ jî 10 sal wî dan razandin
09:06 Hezkirina bizinan a çiya!
09:06 Li Şengalê di bin barandina bombeyan de ber bi hilbijartinê ve
09:00 ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2021’AN
15/09/2021
21:03 Midurê Giştî yê MARSÛ’yê ji peywirê hat girtin
20:55 Hesabên banqayê yên Şaredariya Panosê hatin bloqekirin
16:18 Polîsan li Licê mudaxileyî xelkê kir
16:10 Polîsan nehiştin ku doktor rapora lêdanê bide
16:04 Dadger destûr neda Guven û Alokmen ku bi kurdî parastina xwe bikin
15:38 Hevşaredên Êlihê: Qeyûm li dijî mewzûatê îhaleyan çêdike
15:34 Başaran: Xizankirina jinan polîtîkayek dewletê ye
15:04 Rexneyên ji bo sendîkaya wan tên, arasteyî SES’ê dikin
14:26 Çalakvanê kurd li Îranê bi îşkenceyê hat kuştin
13:51 Jinên HDP’î ji bo hevdîtinên ‘Ji Xizaniya Jinan Re Na’ li Dîlokê ne
13:24 DEDAŞ vê carê bi polîsan re çû taxê
13:00 Malbata Şenyaşar di roja 191’emîn de jî li pêş edliyeyê ye
12:50 Ji rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen re ceza hat xwestin
12:02 Li Şirnexê ciwanekî întîhar kir
11:53 Duh ‘Bîngol şewitî’ serbest bû, îro ‘Serhildan jiyan e’ qedexe ye!
11:21 Çeko Mîmkara: Ciwan çiqas bi rêxistin bibin civak jî ewqas bi rêxistin dibe
10:58 Qaçaxçiyên mirovan penaber xapandin
10:09 Parêzera Ayşe Gokkan: Helwesta dadger dewama polîtîkaya çewisandinê ye
09:48 Li Enqereyê 11 endam û rêveberên ESP’ê hatin berdan
09:04 Gundê 150 mal bêav ma
09:04 AYM'ê serlêdana ji bo Sedat Baran red kir
09:04 Naveroka danezana HDP'ê ji qadê hatiye amadekirin
09:04 Li Tûrgûtlûyê kursa kurdî dest pê dike
09:00 Dîmenên nû derketin holê: Êrişkarê bikeleşnîkof di dosyayê de tune ye
09:00 Apê Nemir: Kobanê ji Erdogan re bû derd
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2021'AN
08:38 DYA: Em piştgiriyê didin diyaloga navbera kurdên Rojava
14/09/2021
21:26 Li Aydinê li 8 kesan 50 sal ceza hat birîn
21:02 Giliya mamosteyê ku gotinên nîjadperest gotibûn hat kirin
19:28 Li herêma operasyonê ya Gabarê agir bi daristanê ket
16:51 Malbata Îzol jî li pêş Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
16:22 Emîne Şenyaşar bang li parêzeran kir
15:59 Li Amedê wê mitînga 'Dem dema azadiya jinê ye' were lidarxistin
15:46 Çala ku qeyûm vekirî hişt zarok birîndar kir
15:46 Saît Uçlu û Îrfan Guler jiyana xwe ji dest dan
15:29 DMME’yê derbarê Bakirhan de biryara binpêkirinê da
15:23 Danişîna Meryem Soylû hat taloqkirin
15:16 Daxwaza girtina kujerê Recep Hantaş hat redkirin
14:51 Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin
14:51 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
14:41 Eskeran darên li derdora xwe şewitandin
14:21 Rêxistinên ekolojiyê ber bi Dersimê ve dikevin rê
14:18 Ji bo lêpirsîna lêgerîna tazî biryara dozvenekirinê hat dayîn
14:05 ÎHD’ê bertek nîşanî deqkirina malbata kurdên elewî da
13:51 Ferdên malbata Gurdegîr bi lêdanê hatin binçavkirin
13:36 Doza parêzerên Ocalan dest pê kir: Ev doz komplo ye
12:58 Li Qoserê 9 gund xistin karantînayê
12:58 Midurê Giştî yê TCDD’ê Atîk îstîfa kir
12:42 Li Pîranê 2 kes hatin girtin
12:41 Berxwedana ku sînor bê wate kir: Kobanê û Pirsûs