Li Şengalê di bin barandina bombeyan de ber bi hilbijartinê ve

  • rojane
  • 09:06 16 Îlon 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Hevserokê MXDŞ'ê Heso Îbrahîm bal kişand ser êrişên li dijî Şengalê pêk tê û amadekariyên ji bo hilbijartina Iraqê tên kirin û got: "Heger em dengê xwe baş bikar bînin, wê hêza me heye ku em bikaribîn rewşa siyasî biguherînin.” 

Di 16'ê tebaxê de balafirên şer ên Tirkiyê bombe li Sûka Kevn a Şengalê xistin û di encama bombebarandinê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 17'ê tebaxê de jî li ser Nexweşxaneya Gundê Sikêniyê ya Şengalê 4 jê xebatkarên tendûristiyê bi giştî 8 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di 30 tebaxê de jî Tirkiyeyê, Kampa Katya ku êzidî lê dimînin bombebaran kir û di 2’ê îlonê de jî  balafireke bêmirov a Tirkiyeyê nuqteyeke Asayîşa Êzîdxanê ya li gundê Barê yê bi ser Şengalê bombebaran kir. Di mehekî de li ser Şengalê 4 êrişên hewayî çêbûn. Talûka li ser Şengalê ku hê didome. Li aliyekê gef û êrişên li ser Şengalê berdewam dikin li aliyekî din jî Şengal xwe ji bo hilbijartina pêşwext a Iraqê ya wê di 10'ê cotmehê de were lidarxistin amade dike. 
 
Cîgirê Hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Îbrahîm êrişên li ser Şengalê û hilbijartinê ji ajansa me re nirxand. 
 
'HEYFA DAIŞ'Ê DIGIRIN' 
 
Heso Îbrahîm, anî ziman ku Tirkiyeyê careke din bi êrişên hewayî ragihand ku hebûna dewleta  Iraqê nas nake û wiha axivî: "Ev êriş ne êrişên yekem in û ne jî dê bibin yên dawî. Ji ber ku dewleta tirk ji bav û kal de dijminê me yê dîrokê ye. Çiqas ji destê wan bê ew ê êriş bikin. Di vir de em gazina ji dijminê xwe nakin. Niha dewleta ku em jê gazinan dikin dewleta Iraqê ye. Di vê demê de bêdengiya dewleta Iraqê wisa xuya dike ku ji Tirkiyeyê re gulopa kesk pêxistiye. Dewleta Iraqê nikare ji dewleta Tirkiyeyê re bibêje nekeve axa min. Lê bi van êrişan dewleta tirk ji Iraqê re vekirî dibêje ku ez hebûna te nas nakim û rêz û hûrmeta min li hemberî te tune ye. Tenê navê dewleta Iraqê heye, ji bilî wê giraniyeke wê tune ye û nema ye. Ev êriş ne li dijî me, li dijî Iraqê çêbû. Di van êrişên dawî de, pêşengên ku di êrişa hewayî de hatin kuştin kesên ku ji hêla dewleta Iraqê ve hatin naskirin bûn. Ev kes deh caran bi dewletê re rûniştiye. Di dema DAIŞ'ê de kesê ku dewlet aniye Şengalê hevalê Seîd bû. Lê ew şexs li ber çavê wê dewletê hat qetilkirin. Diyare ku Iraqê bi erêkirina van êrişan heyfa DAIŞ'ê ji van mirovan digire.” 
 
'BAZAREK HEYE' 
 
Îbrahîm, bi lêv kir ku her gavên ku Tirkiye davêje sûc e û li ser axa Kurdistanê di navbera dewletên navnetewî û Tirkiyeyê de bazarek heye û wiha got: "Her êrişa hewayî ya li ser Şengalê û Başûr sûc e. Ma ne sûce ku dewleta tirk îro xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike? Ma ne sûc bû ku dewleta tirk li ser Rojava êrişan pêk anî û zarok û pitik qetil kirin? Ma li Cizîra Botan dewleta tirk sûc nekir? Hiqûq nema ye, mafê mirovan nema ye. Mafên mirovan ji bo wan pîroz in dema ku berjewendiyên wan ên kesane û dewletî hebin. Dema ku DAIŞ’ê Şengalê ji girt, me dît civaka netewî çav û guhê xwe girtin. Lê diyare ku li ser vir bazar kirine. Wexta ku min tiştek da te tu nikarî bibêjî te çima ji min bir.  Li ser vir bazarek heye û li dijî vê jî civaka navnetewî jî ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî mafê mirovan esas nagire. "
 
'BÊDENGIYA IRAQÊ SÛC E'
 
Îbrahîm, diyar kir ku gelên herêmê bi êrişên hewayî yên li Başûr re di salên 80'î de rastî pêkanînan hatine û wiha berdewam kir: "Mirov nikare êdî bibêje Başûrê Kurdistanê. Mirov bibêje Başûrê Tirkiyeyê çêtire. Çimkî hemû bûne baregehên Tirkiyeyê û hemû bûne însanê Tirkiyeyê. Tirkiyê başûr dagir kiriye û her roj jî xaka wan dagir dike û bi bombarandinan xelkê herêmê qetil dike. Yên mayîn jî weke salên 80'an koçber dibin. Lê li hemberî van pêkanîna bêdengiya Iraqê sûc e. Lê di rastiyê de Iraq ji nikare deng bike. Çimkî di Iraqê de deh serî hene û her yek ji van jî sûc diavêje ser yê din. Iraq deh alî ne û her yek ji van jî berjewendiyên xwe yên şexsî diparêzin." 
 
'DIVÊ CIVAKA ÊZIDÎ HILBIJARTINA XWE BAŞ BIKE' 
 
Îbrahîm, bal kişand ser hilbijartina parlamentoya Iraqê ya ku wê di 10'ê cotmehê de li seranserî Iraqê were lidarxistin û wiha got: “Divê civaka êzidî di hilbijartinê de tercîheke baş bike. Li Şengalê gelek aliyên siyasî hene. Ji bo me hilbijartinek girîng e. Em hêvî dikin ku êzidiyên dê biçin dengê xwe bidin, bila gelê xwe bifikire. Em bi nêzîkatiyek kesane nêzî hilbijartinê nebin û tercîhên şaş nekin. Kî bikaribe vê civakê temsîl bike em wê hilbijêrin. Em weke MXDŞ’ê bang li êzidiyan dikin ku baş bifikirin. Nehêlin ku dengê wan tine biçin.” 
 
'HÊZA ME YA GUHERTINÊ HEYE' 
 
Îbrahîm, da zanîn ku hilbijartina bê kirin dê guhertinên pir girîng bi xwe re bîne û got: "Iraq êdî ji hilbijartina bêzar bûye. Deh caran bêtir hilbijartin kirine, lê heqê welatiyên Iraqî hatiye windakirin. Heger weke berê em dîsa dengê xwe bidin partiyên weke PDK'ê wê guhertin çênebe. Heger vê carê bi riheke êzdayî dengê xwe bikar bînin, wê demê wê bikaribin guhertinekê pêk bînin. Heger hilbijartineke baş bê kirin bêgûman wê bandorên hilbijartinê yên êrênî li ser civaka êzidî çêbibin. Li Iraqê kirîn û bazara dengan heye. Dibêjin ‘ez ê vir de vê kursiyê bidim te tu ya din bide min’. Ev bandorê li ser civaka êzidî dike. Divê di vê mijarê de civaka me hişyar be. Heger em dengê xwe baş bikar bînin, em ê ew kesên ku bazara dengan dikin pûç bikin. Ji ber ku îro hêza me heye ku em bikaribin rewşa siyasî biguherînin." 
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

17/09/2021
14:47 Malbata Ocalan, serî li Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê da
14:31 Konseya Ewropayê derbarê Demîrtaş û Kavala de biryar da
14:12 Parêzer Bek: Mehmet Emîn Ozkan carek din terkî mirinê hat kirin
13:58 Serokê dadgehê ji bo cezayê Racî Bîlîcî şerh danî
13:58 Polîs ji welatiyên ku DEDAŞ şermezar kirin re got: Herin Bakurê Iraqê
13:23 Gunay: Em ê bi ‘Belgeya Banga Demokrasiyê’ vebijêrkek nû pêşkêş bikin
12:41 Tiryakî: Namzetek ku HDP piştevaniyê nedê nikare bibe serokkomar
12:11 Li Stenbolê kargehên Jineolojiyê dest pê dikin
11:33 Siyasetmedarê kurd Bulut di encama êrişek çekdarî de hat kuştin
10:50 Malbata Şenyaşar bang li dozger kir: Heke tu nikarî edaletê pêk bînî îstîfa bike
09:05 Îstinafê cezayê nîjadperestên peyker bi zorê dabûn maçîkirin 'guncav' dît
09:05 Mamlê: Îro ji her rojê bêtir pêwistî bi yêkitiya gelê kurd heye
09:05 Li nav çiyayan wextê mehseran e
09:05 Bersûc li xwe mikur hat, lê darazê ser sûcê nefretê nixumand!
09:05 Li Îranê ji 2017'an heya niha 22 kurd bi îşkenceyê hatine kuştin
09:02 Eleqeya ji bo destkariyê kêm dibe
09:01 Betal doza hilbijartina pêşwext dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2021'AN
16/09/2021
20:20 262 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:26 Daxwaza ji bo girtina failê destdirêjiyê Mûsa Orhan hat redkirin
16:56 Çalakiya hîndekaran didome
16:56 Baroya Amedê ji bo guhdarkirina Davûtoglû serlêdan kir
16:29 Dayikên Aştiyê: Divê Barzanî nebe şirîkê vî şerî
16:16 Di doza 5'ê Hezîranê de ji 10 polisan re ceza hat xwestin
15:56 Bavê leşkerê ku dixwest teslîm bibe û hat kuştin: Agahî nadin me
15:20 Cara duyemîn 8 girtî xistin karantînayê
15:15 Girtiyê nexweş Ozkan dîsa nehat berdan: Nikare we fêm bike û bibihîze
14:49 Doza tecawizkar Mûsa Orhan dest pê kir
14:17 Şandeya HDK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:06 HDP'ê qurbaniyên komkujiya Şatilla û Sabrayê bi bîr anî
13:33 Nivîsên nijadperest hatin jêbirin û derbarê midurê dibistanê de lêpirsîn hat destpêkirin
13:15 Derbarê rojnamevan Tolu de daxwaza beraetê hat kirin
12:34 Ferît Şenyaşar: Ew kesê keleşnîkof di destê wî de ye kî ye?
12:33 Lêpirsîna "qirkirina ermeniyan" derbarê parêzerê ÎHD'ê de hat destpêkirin
11:58 Nasnameya eskerê dema dixwest teslîm bibe hat kuştin, aşkere bû
11:36 Hayriye Dogan a li cenazeyên zarokên xwe digeriya koça dawî kir
11:34 Şaredarê Şalpazariyê ji ber hilberandina 'Şewqên Kurdistanê' êrişî kargehekê kir
11:13 Polîsan li ber Navenda Giştî ya HDP’ê êrişî parlamenteran kir
11:04 Welatiyên ku DEDAŞ'ê şermezar kiribûn hatin binçavkirin
10:32 81 kesên ku PDK'ê ew girtin di greva birçîbûnê de ne
10:29 Li Amedê jinek hat kuştin
09:27 Heyeta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana Moskovayê kir
09:06 Di tevahiya îhaleyên 450 milyonî yên qeyûm de nelirêtî heye
09:06 Bi qehwa kizwana tevlî jiyana kar bû
09:06 Ev etar bi mîqrefona xwe balê dikişine ser zeman
09:06 Ji baxçeyê 4 milyon TL’yî tenê çop ma
09:06 Rexmî rapora ‘Nikare li girtîgehê bimîne’ jî 10 sal wî dan razandin
09:06 Hezkirina bizinan a çiya!
09:06 Li Şengalê di bin barandina bombeyan de ber bi hilbijartinê ve
09:00 ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2021’AN
15/09/2021
21:03 Midurê Giştî yê MARSÛ’yê ji peywirê hat girtin
20:55 Hesabên banqayê yên Şaredariya Panosê hatin bloqekirin
16:18 Polîsan li Licê mudaxileyî xelkê kir
16:10 Polîsan nehiştin ku doktor rapora lêdanê bide
16:04 Dadger destûr neda Guven û Alokmen ku bi kurdî parastina xwe bikin
15:38 Hevşaredên Êlihê: Qeyûm li dijî mewzûatê îhaleyan çêdike
15:34 Başaran: Xizankirina jinan polîtîkayek dewletê ye
15:04 Rexneyên ji bo sendîkaya wan tên, arasteyî SES’ê dikin
14:26 Çalakvanê kurd li Îranê bi îşkenceyê hat kuştin
13:51 Jinên HDP’î ji bo hevdîtinên ‘Ji Xizaniya Jinan Re Na’ li Dîlokê ne
13:24 DEDAŞ vê carê bi polîsan re çû taxê
13:00 Malbata Şenyaşar di roja 191’emîn de jî li pêş edliyeyê ye
12:50 Ji rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen re ceza hat xwestin
12:02 Li Şirnexê ciwanekî întîhar kir
11:53 Duh ‘Bîngol şewitî’ serbest bû, îro ‘Serhildan jiyan e’ qedexe ye!
11:21 Çeko Mîmkara: Ciwan çiqas bi rêxistin bibin civak jî ewqas bi rêxistin dibe
10:58 Qaçaxçiyên mirovan penaber xapandin
10:09 Parêzera Ayşe Gokkan: Helwesta dadger dewama polîtîkaya çewisandinê ye
09:48 Li Enqereyê 11 endam û rêveberên ESP’ê hatin berdan
09:04 Gundê 150 mal bêav ma
09:04 AYM'ê serlêdana ji bo Sedat Baran red kir
09:04 Naveroka danezana HDP'ê ji qadê hatiye amadekirin
09:04 Li Tûrgûtlûyê kursa kurdî dest pê dike
09:00 Dîmenên nû derketin holê: Êrişkarê bikeleşnîkof di dosyayê de tune ye
09:00 Apê Nemir: Kobanê ji Erdogan re bû derd
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2021'AN
08:38 DYA: Em piştgiriyê didin diyaloga navbera kurdên Rojava
14/09/2021
21:26 Li Aydinê li 8 kesan 50 sal ceza hat birîn
21:02 Giliya mamosteyê ku gotinên nîjadperest gotibûn hat kirin
19:28 Li herêma operasyonê ya Gabarê agir bi daristanê ket
16:51 Malbata Îzol jî li pêş Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
16:22 Emîne Şenyaşar bang li parêzeran kir
15:59 Li Amedê wê mitînga 'Dem dema azadiya jinê ye' were lidarxistin
15:46 Çala ku qeyûm vekirî hişt zarok birîndar kir
15:46 Saît Uçlu û Îrfan Guler jiyana xwe ji dest dan
15:29 DMME’yê derbarê Bakirhan de biryara binpêkirinê da
15:23 Danişîna Meryem Soylû hat taloqkirin
15:16 Daxwaza girtina kujerê Recep Hantaş hat redkirin
14:51 Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin
14:51 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
14:41 Eskeran darên li derdora xwe şewitandin
14:21 Rêxistinên ekolojiyê ber bi Dersimê ve dikevin rê
14:18 Ji bo lêpirsîna lêgerîna tazî biryara dozvenekirinê hat dayîn
14:05 ÎHD’ê bertek nîşanî deqkirina malbata kurdên elewî da
13:51 Ferdên malbata Gurdegîr bi lêdanê hatin binçavkirin
13:36 Doza parêzerên Ocalan dest pê kir: Ev doz komplo ye
12:58 Li Qoserê 9 gund xistin karantînayê
12:58 Midurê Giştî yê TCDD’ê Atîk îstîfa kir
12:42 Li Pîranê 2 kes hatin girtin
12:41 Berxwedana ku sînor bê wate kir: Kobanê û Pirsûs