AMED - Polîsan li Licê mudaxileyî xelkê taxê ku li dijî derxistina saetên ceryanê ya ser dîrekan a DEDAŞ’ê derketin kirin.
Polîsan li taxa Yenîşehîr a navçeya Licê ya Amedê mudaxileyî xelkê taxê ku li dijî derxixstina saetên ceyranê ya ser dîrekan a Tîmên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) derket. Polîsan bi ava şid û gaza îsotê êrişî welatiyan kir. Welatiyan jî bi keviran bersiv da polîsan.
Gengeşiya li taxê didome.