MÊRDÎN - Ji ber şebekeya avê ya MARSÛ’yê ku avê dide Mêrdînê xera bû, navçeyên Artûklû û Qoserê bêav man.
Xeta îsaleyê ya Îdareya Av û Qenalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê (MARSÛ) a qeyûm tayinî wê hatiye kirin, dîsa xera bû. Ji ber xerabûna şebekeya avê navçeyên Artûklû û Qoserê yên nêzî 350 hezar mirov lê dijîn bêav man. MARSÛ têkildarî xerabûna şebekeyê hêj tu daxuyanî nedaye.
Li Mêrdînê di nava sala 2021’an de herî kêm 6 caran di heman xetê de arize derket. Ji ber xerabûna şebekeyê her du navçe carna j 3 carna jî ji 10 rojan zêdetir bêav mabûn.