ŞIRNEX - Li çoltera Çiyayê Gabarê yê Şirnexê operasyona eskerî hat destpêkirin.
Hat zanîn ku li qada di navbera bajaroka Findik û gundê Bana yên li quntarê Çiyayê Gabarê yê navçeya Basa ya Şirnexê operasyona eskerî hatiye destpêkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin operasyon beriya 3 rojan hatiye destpêkirin.
Hat ragihandin ku operasyon heta qadên Şêx Osman, Şeşçala, Çiyayê Bizinê, Newala Avîne û Bênatê belav bûye. Çavkaniyan diyar kir ku di operasyona bi piştevaniya hêzên hewayî didome de tu pêvçûn derneketine.