ŞIRNEX - Li herêmên Çala Nêriya û Geliyê Tozê yên Çiyayê Cudî şewat derket.
Li herêmê birîna daran û şewata daristanan bênavber didome. Li herêmên Çala Nêriya û Geliyê Tozê yên Çiyayê Cudî şewat derket. Nayê zanîn ku şewat ji ber çi derketiye û her ku diçe belavî qadeke berfirehtir dibe.
Her wiha şewata ku çend roja bêriya niha li gundê Spîndarok ê dikeve quntarên Çiyayê Cudî derketibû jî bi xwe vemirî.