STENBOL - Hevjîn û keça Dayika Aştiyê Fahriye Bikim di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan. Dayika Aştiyê û keçek xwe jî birîndar bûn.
Wesayîta malbata endama Dayikên Aştiyê Fehmiye Bikim duh li Adapazariya Kocaeliyê qezaya trafîkê kir. Malbat bi wesayîta xwe ji Adapazariyê dihat Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê ku biçin Amedê. Wesayîtek ku şifêrê wê alkol bikar anîbû û xiza zêde kiribû ji paş ve li wesayîta malbata Bikim da.
Hevjînê Fehmiye Bikim, Fehmî Bikim (90) û keça wê Nîhal Bikim (54) di qezayê de jiyana xwe ji dest da.
Dayika Aştiyê Fehmiye Bikim û keça xwe Sîbel Kirmizi jî birîndar bûn û li Nexweşxaneya Dewletê ya Umraniyeya Stenbolê tê dermankirin. Hat zanîn ku rewşa tenduristiya Sîbel Kirmizi giran e.
Hat zanîn ku ew şifêre li erebeya malbata Bikim daye ji cihê bûyerê reviyaye û hêj nehatiye girtin.
Cenazeyê Fehmî Bikim û keçawî Nîhal Bikim li Goristana Yenîdogan a Sancaktepeya Stenbolê hat veşartin.
Wê şîna malbatê li gundê Kulikan ê bi ser navçeya Depê ya Xarpêtê ve were danîn.