Di peymana AKP-PDK’ê de îdiaya '42 milyar dolar' heye

img

HEWLÊR - Siyasetmedarê ji Kurdistana Federe Polat Bozan, diyar kir ku 42 mîlyar dolarê ku ji petrolê hatiye stendin û li bankên Tirkiyeyê hatiye razandin li dijî malbata Barzanî hatiye bikaranîn û ji ber vê sedemê jî PDK di planên herêmê de bi Tirkiyeyê re li hev kiriye.

Operasyona ku Tirkiyeyê di 23’yê Nîsanê de li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê dabû destpêkirin ji 4 mehan zêdetir e ku dewam dike. Li gel operasyonên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê, êrişên li ser Kampa Mexmûr û Şengal ê jî berdewam dikin. Mexmûr di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye. Ev dever bi balafirên şer û Balafirên Bêmirov ên Çekdar (SÎHA) tê bombebarankirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev êriş piştî hevdîtina Amerîka û Tirkiyeyê û serdana Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî ya Şengalê pêk tên û zêde bûne. 
 
Siyasetmedarê ji Kurdistana Federe (Herêma Kurdistanê) Polat Bozan diyar kir ku ev êrişên hewayî yên li pey hev ên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê di hefteyên dawî de bi operasyona di 23'ê Nîsanê de hat destpêkirin ve girêdayî ye û Mexmûr û Şengal li pêşiya "projeya Tirkiyeyê ya dagirkirina Kurdistana Federe" asteng in.
 
TIRKIYE XETIMIYE 
 
Bozan destnîşan kir ku Tirkiye her roja ku diçe di pirsgirêka kurd de xitimînê kûrtir dike û wiha got: “Di encama vê xitimandinê de li her çar parçeyên Kurdistanê êriş tên kirin. Lê belê Tirkiye li her çar perçeyan ketiye xitimandinê. Polîtîkayên faşîst ên Tirkiyeyê yên derbarê pirsgirêka kurd de her ku diçe têk diçe. Operasyona Tirkiyeyê ya ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ji Nîsanê û vir ve dewam dike. Fikra Tirkiyeyê ya 'Ez ê di demeke kurt de qadên ku operasyon lê hatin kirin bi dest bixim' hebû, lê belê ev yek heta niha çênebû. Li sê eniyên operasyonê, Tirkiye tu pêşketin çênekir, berovajî vê, ket nav xitimandinê. Ji ber vê sedemê, her roj bi çekên kîmyewî yên qedexekirî êrişan dike. Ew êrişên tên kirin bêexlaqî ye.” 
 
‘XIYANETA’ PDK’Ê 
 
Polat diyar kir ku Tirkiye bi operasyonê dixwaze Herêma Kurdistanê ya Federe “dagir bike” û got: “PDK û malbata Barzanî di her warî de desteka herî mezin didin Tirkiyeyê. PDK ji bo ev êrîş pêk were bi Tirkiyeyê re di nava tifaqê de ye. Pir xerab e ku hêzek bi navê Kurdistan piştgirî dide hêzek dij-kurd. Têkiliya Tirkiye û PDK’ê tenê bi xiyanetê dikare were ravekirin. Di dîroka gelê kurd de xiyanet her dem bûye belayeke mezin. Kurteya tiştê ku îro diqewimin ev e. Îro PKK pêşengê azadiyê ye, PDK jî nûnerê xiyanetê ye." 
 
PEYMANA VEŞARÎ YA 50 SALΠ
 
Polat anî ziman ku di navbera Tirkiye û PDK’ê de pêwendiyek dîrokî heye û wiha got: “Ev têkilî her dem li dijî yekîtiya neteweyî ya kurdan hatiye bikaranîn. PDK her dem li dijî tevgerên azadiya kurd tê bikaranîn. PDK di salên 1992-95-97-98’an de li dijî PKK’ê û li Rojava wek leşker hatiye bikaranîn. Têkiliyên di navbera Tirkiye û PDK’ê de ne tenê tifaqeke leşkerî ye. Di her warî de hevkariya wan heye. Bi Tirkiyeyê re peymanek veşartî ya 50 salî hatiye îmzekirin. Di vê peymanê de çi heye nayê eşkerekirin. Dîsa, yek ji îdiayên ku li herêmê tên kirin ev e ku 42 mîlyar dolarên malbata Barzanî li bankayên Tirkiyeyê ne. Ev pereyên reş in. Barzanî ji nefta Kurdistanê 42 milyar bi dest xistiye û li bankeyên Tirkiyeyê razandiye. Ev ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî Barzanî tê bikaranîn.” 
 
ROLA ŞERÊ TAYBET
 
Polat anî ziman ku çapemeniya PDK’ê ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ye bi rola "şerê taybet" radibe û êdî pir zor e ku PDK’ê ji bin bandora Tirkiyeyê derkeve. Polat wiha got: “PDK bi vî rengî xwe radest kiriye ku di her warî de di bin bandora Tirkiyeyê de ye û derketina ji bin kontrola wê mimkin xuya nake. Hikumeta Herêma Kurdistanê di nava xeletiyê de ye. Hemî pêngavên ku Tirkiye daye destpêkirin ew e ku di sala 2023’yan de bi dawîbûna Peymana Lozanê êrişên xwe bi ser bixîne. Ji bo vê, ew her roj bandora xwe zêde dike. Divê Hikumeta Herêma Kurdistanê rê nede vê yekê. Pêşketina Tirkiyeyê ya li nava axa başûr tê wateya ku DAIŞ’ê û NATO Kurdistanê dagir bike.” 
 
MA / Erdogan Altan

Sernavên din

07/09/2021
09:00 Bavê Mîraç Mîroglu: Kurê min çû bila yê kesekê din neçe
09:00 Tîryakî: Pêwistiya muxalefetê bi yekitiyeke wêrektir heye
09:00 Hinceta cezayê stranên kurdî: Bi awayekî nepêwîst xwendina sirûdê
09:00 Kekê girtiyê nexweş Îverendî: Gelo li benda mirina birayê min in?
09:00 Mirina Mîraç encama nêzikbûna 'Kurdê herî baş kurdê mirî ye'
09:00 4 sal in 2 kurên xwe yên girtî nabîne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2021'AN
06/09/2021
20:58 Wê heyetek MSD'ê bi Amerîka û Rûsyayê re hevdîtin bike
20:49 Şewata li Rûbara Salê hat vemirandin
17:21 Rêveberên DEP’ê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
16:54 Malbata Mîroglu teklîfa ‘alîkariya’ qeymeqam red kir
16:51 Ji bo Çelebî şîn hat danîn
16:36 Baroya Şirnexê: Em ê heta dawiyê doza Mîraç bişopînin
16:33 'PDK ketiye nava şer'
16:25 Hevjîn û keça Dayika Aştiyê di qezaya trafîkê de mirin
15:59 HDP’a Amedê li dar xistina kongreya xwe ragihand
15:49 28 karkerên li Iraqê hatin xapandin hatin binçavkirin
15:34 DTSO: Em ê fabrîkayên hawirdorparêz ava bikin
15:34 Turnuwaya futbolê ya bi navê Denîz Poyraz wê li Edenê bê lidarxistin
14:56 Li Girtîgeha Amedê hevdîtina girtiyan hat qedexekirin
14:44 Aktivîstên ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin dest bi rojiya mirinê kirin
14:44 Danişîna Kaya û Aslan hat taloqkirin
14:17 Êrişên li ser Şengal û Mexmûrê di rojeva Meclîsê de ne
14:15 Polîsê Mîraç qetil kir, hat berdan
14:00 Dadgehê doza Mehmet Sîncar taloqî meha sibatê kir
13:47 Hevseroka DBP'a Amedê hat berdan
13:30 3 demsal derbas bûn, edalet nehat
13:21 Cenazeyê Amara ku ji aliyê bavê xwe ve hatibû kuştin, hat veşartin
13:04 MED-DER: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:03 Di peymana AKP-PDK’ê de îdiaya '42 milyar dolar' heye
12:28 Eskeran li Hênê bi ser malekê de girtin
11:35 Ji Soylû ew îdîa pirsîn: Raste ku ji ajokarê wesayîta zirxî re gotin ‘Were em ê îfadeya te bigirin?’
10:58 Hevseroka PYD'ê Hiso: Ev xiyanet e
10:35 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Îlonê aşkera kir
09:00 Li Rihayê di rojekê de zarokek û jinek hatin kuştin, du jin jî hewl dan xwe bikujin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 284'emîn de dewam dike
09:00 Di kuştina karsazê li Nisêbînê de ‘çetebûn’ hat piştguhkirin
09:00 Malbata Yildirim: Yên ku zarokan di xew de dikujin wê li kolanê jî sax nehêlin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2021'AN
05/09/2021
21:55 Li Stenbolê 33 kes hatin binçavkirin
20:59 269 kesên din jî ji Kovid-19'ê mirin
19:34 Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan hat vekirin
19:26 Baroyên herêmê: Divê ji bo bûyera Mîroglu lêpirsînek adil were destpêkirin
18:33 Ji bo Mîhraç Mîroglu meşiyan: Ev kuştineke bi zanebûn e
17:39 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya ‘Mitînga Aştiyê’ kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
17:04 Di Şêwra Jinên Kurd de banga pêşîlêgirtina êrişan û sazkirina yekîtiyê hat kirin
16:55 Li Efrînê teqînek rû da
15:39 Parêzerên Aysel Tugluk daxuyanî dan
14:51 Cenazeyê girtiyê nexweş Çelebî hat veşartin
13:50 Gunay: Em ê bi mezinkirina HDP’ê bersiva şer û tecrîdê bidin
13:19 Di tebaxê de 11 jê zarok 174 karkeran jiyana xwe ji dest daye
13:09 Axaftina bi telefonê li girtiyên bi koronayê ketine hat qedexekirin
13:09 HDP: Berpirsê mirina girtiyên nexweş îqtidar e
12:33 Şandeya CHP’ê li Hewlêrê ye
11:48 Malbata Şenyaşar: Ne li cem hêzê li cem mafdar cih bigirin
10:41 Leşkeran li cotkar û zarokên wî da
09:36 ‘Destûrê nadin em bi kurdî biaxivin’
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 283'yemîn de dewam dike
09:06 Cîranên malbata Mîroglu: Ewlehiya me û zarokên me tune ye
09:02 Emîne Çagirga: Her ku deriyê sarincê vedikim Cemîle tê bîra min
09:02 Li Rihayê jinek şoreşger: Bîrdariya cesaretê Lutfiye Gokkan
09:02 Xwendkarên Zanîngeha Bogazîçiyê meclîsa xwe ava dikin
09:01 Ûca: Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê bi biryara NATO'yê ne
09:00 Baroya Rihayê: Ziman rûmet, divê her kes xwedî rûmeta xwe derkeve
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2021'AN
04/09/2021
20:30 Di meha Tebaxê de 31 jin hatin qetilkirin
20:16 Ji Amedê banga aştiyê: Em guh bidin dengê li Îmraliyê
19:51 Girtiyê nexweş Mehmet Alî Çelebî yê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
17:16 Girtiyê nexweş ê cezayê wî qediya nayê berdan
16:52 Miduriyê got ji bo mîtîngê 'polîs tuneye', lê bi hezaran polîs şandin daxuyaniyê
16:37 Li Sêrtê qezaya trafîqê
16:30 Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar li malbata Mîraç geriya
16:21 Danişîna Berdevka TJA’yê Gokkan di 13’ê îlonê de ye
16:13 Li Mêrdînê zilamê ku bi şert hat berdan hevjîna xwe qetil kir
16:07 Girtiyê nexweş Ayik ê rewşa wî giran dibe nayê berdan
16:06 Gergerlîoglû pirsa kujerên zarokên kurdan ên li ser kar kir
15:31 Xizmên Windayan piştî 158 hefteyan li pêş Bîrdariya Mafê Jînê hatin gelhev
15:09 Tedawiya girtiyê nexweş Alici tê astengkirin
14:44 Mehmet Sîncar li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
14:35 Xwişka Bîlgînê ku 27 sal berê hat windakirin: Em ê pêşiya vê dozê bernedin
13:31 Dayika Mîhraç: Min ji polîsan pirs nekir ku çima ev tişt anîne serê kurê min
13:03 Malbata Şenyaşar bang li Wezîrê Dadê kir: Ev çerxeke çawa ye?
13:03 Ji ber di azmûnê de bi serneket întihar kir
12:39 Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wî bidomînin
11:09 Girtiyê nexweş Ozkan: Dewlet li benda cenazeyê min e
10:38 Bedêla nûçeyê: Ji 2 rojnamegeran 10 sal ceza û ji 4 rojnameran re jî doz
10:20 Li Tekîrdagê trênê li mînîbusê da: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
10:07 Uzum di bin dorpêça polîsan de hat definkirin
09:53 Li Mêrdînê gundekî din jî xistin bin karantînayê
09:42 Zarokê ku wesayîta zirxî lê dabû hat veşartin
09:21 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 282'yemîn de dewam dike
09:20 Rapora ATK'ê ya hestiyên ku li Kerboranê hatibûn dîtin amedê bû
09:20 Serlêdana ji bo xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter didome
09:19 Berteka Çat a ji bo astengkirina wî: Ditirsin
09:19 Şûraya Dewletê qereqola ku li Dakyanûsê hat lêkirin rawestand
09:14 Li Cizîrê 6 sal e hiqûq tune ye
09:13 Dive karker li dijî karsazan dengê xwe derbixin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2021'AN
03/09/2021
22:35 HDP: Ne qeza qetilkirin e
20:07 Zarokê ku maşîneya zirxî lê qelibî jiyana xwe ji dest da