RIHA - Li navçeya Eyyubiye zaroka keçik a 13 salî ji aliyê bavê xwe ve hat kukştin.
Li taxa Şêxmahsût a navçeya Eyyubiyê ya Rihayê zaroka keçik a 13salî bi navê A.D. ji aliyê bavê xwe Mohammad D. hat kuştin.
Mohammad D., ewilî tundiyê li A.D. kir û pişt re jî bi madeyek sotemenî wê şewitand. Şêniyên derdorê agahî dan û polîs û tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. A.D. rakirin nexweşxaneyê û tevî hemû mudaxileyan jî nehat rizgarkirin.
Piştî bûyerê Mohammad D. û apê wî hatin binçavkirin.