Polîtîkaya desthilatê ya penaberan: Razemeniya siyasî û mudaxaleya li demografiyê

img

STENBOL - Endama Komîsyona Penaberan a HDP'ê Ayfer Fatma Çelîk, diyar kir ku desthilat penaberan weke "razemeniyeke siyasî" dibîne û wê wan ji bo guhertina demografiyayê bi kar bîne.

 
Penaberên ku bi salan e Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan wan li dijî welatên Ewropa bi kar tîne, piştî ku rêveberiya Afganistanê ket destê Talîbanê careke din ketin rojevê. Erdogan, di 19'ê tebaxê de di hevdîtina xwe ya bi telefonê ku bi Serokê Konseya Yekitiya Ewropayê (YE) Charles Michel re kir de diyar kir ku Tirkiye malovaniya 5 milyon penaberî dike. 
 
 AFGANISTAN DI RÊZA YEKEMÎN DE YE
 
Li gorî daneyên fermî yên Miduriyeta Giştî ya Îdareya Koçê, ji Afganistanê ku 20 salên bênavber şer lê didome bi giştî 129 hezar û 300 penaber hatine Tirkiyeyê. Erdogan jî di 20'ê tebaxê de ragihandibû ku 300 hezar afganistanî derbasî Tirkiyeyê bûne. Li gorî daneyên Miduriyeta Giştî ya Îdareya Koçê yên 26'ê tebaxê, tenê di nav sala 2021'an de 90 hezar û 300 penaber hatine girtin. Ji vana 38 hezar û 341 kes jê afganistanî ne û 12 hezar û 909 kes jî ji Sûriyeyê hatine. 
 
TUNDÛ Û ÎSTISMAR...
 
Penaber li Tirkiyeyê bi binpêkirinên mafan ên micid re rû bi rû ne. Di destpêka van binpêkirinan de êrişên nîjadperest, gotinên nefretê û kedxwarin tên. Li gorî rapora Binpêkirina Mafên Penaberan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Sala 2020'an, di salekê de mafê 658 penaberan hatiye binpêkirin. Di raporê de destpêkê binpêkirinên mafan ên mîna tundiya li ser jinê, îstismara zayendî, binpêkirinên mafên zarokan, kedxwarin, cûdakarî, xwegihandina edaletê û mafê xebatê tên rêzkirin.  
 
'RAZEMENIYA SIYASÎ'
 
Endama Komîsyona Koçê û Penaberan a Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê Ayfer Fatma Çelîk, polîtîkaya Tirkiyeyê ya penaberan û binpêkirinên mafan ên penaberan nirxand û diyar kir ku desthilata AKP'ê penaberan li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne. Çelîk, da zanîn ku desthilata penaberan weke "razemeniyeke siyasî" dibîne û diyar kir ku ji ber polîtîkayên şaş pirsgirêka penaberan mezin dibe. Çelîk, bal kişand ser gotinên nîjadperest ku bi pirsgirêka penaberan re zêde dibin û di mijara penaberan de CHP'a ku got "sînor namûs e" jî rexne kir. 
 
HEMÛ WELAT BERPIRSYAR IN
 
Çelîk, destnîşan kir ku ji ber dewletên emperyal welatê wan kirine rewşa ku mirov nikare lê bijî mirov neçar dimînin ku welatê xwe terk bikin û ev tişt got: "Berpirsên vê qet ne ew mirov in. Berpirsyar hemû welat in. Di mijarê de para Tirkiyeyê jî heye. Me dît ku Sûriyeyê kirin çi rewşê. Divê mirovên ji şer direvin bê qebûlkirin. Êja 'Sînor namûs e' çî ye, dûrişmeyeke wiha dibe? Wê demê we yê dema ku welatê wan dihat dagirkirin detûr nedaya. Ev mirov heta van deran tên û dibêjin ku dixwazin bijîn. Di rastiyê de 'bênamûsî" negirtina hundir e."
 
MUDAXALEYA LI DEMOGRAFIYÊ
 
Têkildarî armanca polîtîkaya penaberan a desthilatê jî Çelîk, bi lêv kir ku desthilat penaberan ji bo demografiyê bi kar tîne û weke cih jî erdnîgariya kurdan ji bo vê armancê hatiye hilbijartin. Çelîk, îşaret bi guhertina demografiya bajarê Efrîyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û têkildarî mijarê ev nirxandin kirin: "Vê li Rojilata Navîn, li Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê kirin. Ji Ewropayê pere terxan dikin û piştre li Herêma Kurdistanê bi cih dikin. Wextê kurdan ji gundê wan derxistine û li her dera Tirkiyeyê belav kirine. Daxwaza desthilatê ya şikandin û xeslkirina yekitiya kurdan heye. Em ne xerîbê bûyerên bi vî rengî ne. Ji avabûna komarê ev polîtîka tê meşandin."
 
Çelîk, got ku pirsgirêk tenê dikarin bi polîtîkayên aştiyane bên çareserkirin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: "Divê di rastiyê de dûrişmeya me ya bingehîn aştî be. Divê niha hemû gel qêrîna xwe ya aştiyê berz bikin. Dem ew deme ku li dijî desthilata ji aştiyê ditirse em bi awayekî herî bilind dengê xwe yê aştiyê bilind bikin."
 
TIŞTÊN PENABER DIJÎN
 
Endamê Komeleya Şopandina Koçê (GÖÇİZDER) Halît Karahan jî qala pirsgirêkên ku penaber li Tirkiyeyê dijîn kir û wiha axivî: "Penaberên ku tên ne homojen in. Kesên xizan di rewşeke perîşan de ne. Penaberên ku li wargehan dimînin dema ku firsend dibînin ji wan derdikevin. Li wir tundî li wan tê kirin, di şertên ne baş de tên xebitandin û di warê hiqûqî de şertên wan ên parastinê tune ne. Destpêkê jin û zarok ji vê rewşê bi bandor dibin. Ev her du beş hem neheqî li wan tê kirin hem jî tên îstismarkirin. Şertên wargehan zor û zehmet in. Di xwarin û tenduristiyê de pirsgirêkên mezin hene. Ew der ne cihê ku mirov lê bijî." 
 
ÊRIŞA LI ALTINDAGÊ
 
Karahan, got ku ji bo desthilat bibêje, 'Ez li penaberan dinêrim û bi polîtîkaya xwe wan bi awayekî baş bi rê ve dibim' divê destpêkê li pratîkên xwe binêre û şerm bike û destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên şaş pisgirêkên ku bi hezaran penaber dijîn mezintir bûne. Karahan, her dawî ev tişt gotin: "Penaber her roj li behran dixeniqin, ji wargehan direvin û li ser sînoran dimirin. Polîtîkayeke çawa ya penaberan heye? Tişta ku weke serkeftin nîşan didin ev in? Li Altindaga Enqerê ya dilê Tirkiyeyê êrişî penaberan kirin û milkê wan talan kirin. Ev polîtîkayeke çawa ya serfkeftî ye? Ev çawa welateke model e? Bila kes nikare qala çîroka 'Em bi awayekî zêde bi pirsgirêka penaberan re eleqedar dibin û baş bi rê ve dibin' neke."

Sernavên din

03/09/2021
19:57 MED-DER'ê sertîfîqayên kurdî da zarokan
19:40 Ayşe Gokkan ji bo şîna dayika wê li şûna gund birin navenda Rihayê
18:08 Li 6 nuqteyên Bestayê agir bi daristanan ket
17:58 Hevserokê HDP'a Kopê Can hat girtin
17:52 Doza 10'ê Cotmehê taloqî meha mijdarê bû
17:37 Walîtiya Mêrdînê salvegera qetilkirina Sîncar kir hinceta qedexeyê
16:57 Gurdegîr ê îşkence lê hat kirin û sê xwişk û birayên xwe hatin girtin
16:53 Şewata Bongilanê hat vemirandin
16:53 Endamê Meclîsa HDP’ê giliyê kesên ew revandin kir
16:45 Li Meletiyê di 4 salan de 867 serlêdanên ÇED’ê hatin kirin
16:31 Giliyê leşkerên ku penaberan avêtine ava çem hat kirin
15:52 ÎHD bi Gurdegîr re hevdîtin kir: Danîşanên îşkenceyê hene
15:30 Cenazeyê Dîcle Uzum dan malbatê
15:23 Wê îdianame ji 451 siyasetmedaran re were şandin
14:59 Malbat, wasî û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:59 Danişîna doza erdheja Îzmîrê dest pê kir
14:53 Hevserokê Meclîsa Mexmûrê Kaçan: NY hevkarê êrişan e
14:52 Genç: AKP bi xistina benda hilbajrtinê dixwaze ji MHP’ê xelas bibe
14:19 Kaplan: Divê perwerdehiya bi kurdî were destpêkirin
13:52 Jina ku got ‘min rizgar bikin’ û alîkarî xwest: Polîs jî di nava vî karî de ne
13:47 Li Karazê 3 kes hatin girtin
13:36 Danişîna Hevşaredara Geverê hat lidarxistin
13:29 Li Rihayê zarokek ji aliyê bavê xwe ve hat kuştin
12:44 Şahidê Komkujiya 10’ê Cotmehê: Di hizûra leşker û îstîhbaratê de bi fermandarê DAIŞ’ê re axivîm
12:00 Hat îdiakirin ku jinekê hewl da xwe bikuje
11:20 Ji bo 21 sivîlên li Cizîrê hatin qetilkirin xwestin Komîsyona Lêkolînê were avakirin
11:16 Şewata li Çemê Roj hat vemirandin
11:16 Malbata Şenyaşar: Hûn bi paldana qral tenê pêvajoyê dirêj dikin
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 281'emîn de dewam dike
09:13 Polîtîkaya desthilatê ya penaberan: Razemeniya siyasî û mudaxaleya li demografiyê
09:13 Rêvebirên kampanya kurdî li hev dicivin
09:12 Avahiya ku bi 600 hezar TL'yî nehat temîrkirin bi milyon û 879 hezar TL hat temîrkirin
09:11 Serlêdanên akademiyên Ma Muzîkê dest pê kirin
09:11 Giliyê birîna darên Bestayê kirin: Destê xwe ji xwezaya me bikişînin
09:10 Di cînayeta Sîncar de 28 sal: Hemû belge di arşîva dewletê de ne
09:09 Ji bo pitikê 35 rojî yê ku qetil kirin gotin 'terorîst'!
09:08 Salih Muslim: Kêşeyên Sûriyê li derdora maseyê dikarin werin çareserkirin
09:00 ROJEVA 3'Ê ÎLONA 2021'AN
08:54 Balafirên şer ên Tirk carek din Wargeha Mexmûrê bombebaran kirin
08:45 Mamosteyê Ma Muzîkê Guçmen hat binçavkirin
02/09/2021
21:37 Li Licê şewata daristanê
21:31 Li Bongilanê şewata daristanan derket
19:53 Artêşa Tirk gundê Barê yê Şengalê bombebaran kir
17:55 Şewata li Bestayê didome
15:42 Li 3 bajaran şewat: Mudaxile kême
14:36 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:03 OHD: 9 roj in di binçavan de îşkence li Gurdegîr tê kirin
14:02 Di Tebaxê de 5 kolber hatin qetilkirin
13:18 Ferda Cemîloglu hat veşartin
13:14 AYM’ê daxwaza dirêjkirina demê ya HDP’ê qebûl kir
13:02 Êrişî 8 rojnamevanan hat kirin, 211 nûçe hatin astengkirin
12:45 Malbata Şenyaşar: Gelo Wezîrê Dadê li kîjan welatî dijî?
12:44 Li Dersimê darên kevnar şewitîn
12:15 Romana 'Dengê Zê' ya Mehmet Akdogan der çû
12:00 Hat îdiakirin ku polîsekî xwe kuştî ye
11:45 DYA’yê agirbest bi bîra Tirkiyê xist
11:42 Wî xemsariya di komkujiya Konyayê de yek bi yek vegot
11:29 Di qenala avê de cenazeyê jinekê hat dîtin
11:26 Karkerê 20 salî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da
11:22 Ji bo şewata li Şemzînanê banga ‘lezgîn’ hat kirin
11:06 Li Şirnexê tecawizî zaroka 9 salî hat kirin
10:45 Kesên mudaxileyî şewatê dikin: Dersimê dişewitînin
10:44 'Mifteya aştî û azadiyê Ocalan e'
10:38 Parêzer Kuzu: Dewletê dît ku sûcdar e, ser dosyeyan girt
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 280'yemîn de dewam dike
09:19 Werza hilberîna îsotên Rihayê jî bi qasî tehma wê tûj e!
09:18 Ji Şanoya Bajar a Amedê perwerdeya şanoyê
09:17 Rexmî lihevhatina DNA'yê jî cenaze nayê dayîn
09:08 Îlham Ehmed: Heke Şam muzakereyan bixwaze em amade ne
09:08 'Pêwîstiya êzidiyan bi yekitî û têkoşîna hevpar heye'
09:07 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Li Başûr konsepta tasfiyekirinê hatiye amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2021'AN
01/09/2021
20:38 Ebru Gunay : Rêya aştiyê li Îmraliyê ye
20:22 'Em ê azadiyê mayînde bikin'
19:54 ‘Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe wê aştî were vî welatî'
19:15 Mîtînga Wanê bi meşa li dijî tecrîdê bi dawî bû
18:40 Bûldan: Pêdiviya gelan bi aştiyê heye
17:54 Li herêma şewatê, qalikên guleyên aydê MKE hatin dîtin
17:32 Li her derê daxwaza aştiyê
16:40 Li nêzî Zanîngeha Mûnzûrê agir bi daristanê ket
16:25 Di 4 mehan de 213 binpêkirinên mafên jinan qewimîne
15:53 Li Wanê mitînga aştiyê tê lidarxistin
15:50 Girtiyê nexweş Çelebî ku hatibû berdan rakirin nexweşxaneyê
15:37 KESK û DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:24 Baroyan ji bo Sala Edlî ya Nû daxuyanî dan: Ji bo her kesê edalet
15:12 Derbarê nûçegihana JinNewsê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:35 Li Şirnexê alîkarî weke ku kirine hatiye qeydkirin
13:37 Ayşe Gokkan neanîn merasîma cenazeyê dayika wê
13:08 Li Amedê di 4’ê îlonê de wê daxuyaniyek girseyî were lidarxistin
13:01 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Bedlîsê şewat didome: Bi hezaran hektar qad şewitî
12:14 ‘Em qedexeyê nas nakin, em ê di 5’ê îlonê de li Bakirkoyê bin’
11:48 Şewata ku dîsa dest pê kir ber bi jîngehan ve belav dibe
11:42 Malbata Şenyaşar 177 roj in li edaletê digere
11:22 Jinên elewî: Yên dişewitin ne dar in em in
11:09 Parêzerê Ozkan: Hêzên tarî yên dewletê dixwazin Emîn Ozkan girtî bimîne
10:44 Şûreya Dewletê ne dewletê, bav û law bi qisûr dît
10:31 35 roj in agahî ji Axabigepûr ê ji aliyê Îranê ve hat binçavkirin nayê wergirtin
10:03 Şêniyên Dersimê: Dewlet bi zanebûn daristanên me dişewitîne
09:44 Li Cizîrê ciwanekî întîhar kir