STENBOL - Mehmet Alî Çelebî ku 28 salan ji ber nexweşînê ji hefsê hat berdan, rewşa wî giran bû û rakirin beşa venêrîna awarte ya nexweşxaneyê.
Mehmet Alî Çelebî yê 70 salî 28 sal di girtîgehê de ma û nexweş ketibû. Di 25’ê tebaxê de ji Girtîgeha Sîncana Enqereyê ji ber nexweşînên xwe hat berdan. Rewşa Çelebî giran bû û rakirin nexweşxaneyê û hildan beşa venêrîna awarte.
Çelebî piştî ku hatibû berdan li Nexweşxaneya Başakşehîrê hatibû tedawîkirin û hatibû tespîtkirin ku penceşêrê xwe berdaye pişikê wî. Hat zanîn ku duh êvarê rewşa wî giran bûye û rakirine nexweşxaneyê.
Me xwe gihand malbata Çelebî û malbatê ragihand ku rewşa wî giran e.