Parêzerê Ozkan: Hêzên tarî yên dewletê dixwazin Emîn Ozkan girtî bimîne

img

AMED - Parêzerê Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî yê 25 sal in di girtîgehê de Serdar Çelebî derbarê rewşa miwekîlê xwe de wiha got: “Hêzên dewletê yên bi komployê Ozkan weke faîlê vê bûyerê ceza kirin, dixwazin wiha bimîne.”

 
Endamekî îstîxbaratê yê kevin ku ji rojnameya Yenî Yaşamê re axivî, diyar kiribû ku Komkujiya Licê ya di sala 1993’yan de bi sûîkasta Tûxgeneral Bahtîyar Aydin dest pê kiribû, ji aliyê Fermandarê 7’emîn Kolordûyê Hasan Kûndakçi û alîkarê wî Serfermandarê berê Îlker Başbûg ve hatiye organîzekirin, delîlên sûc hatine windakirin û eskerên ku têkildarî vê bûyerê derbarê wan de doz hatin vekirin dan beraet kirin. Parêzerê Mehmet Emîn Ozkan (83) ku ji bûyerê 25 sal in girtî ye Serdar Çelebî têkildarî beyanên endamê îstîxbaratê yê kevin ên derbarê Komkujiya Licê, muwekîlê xwe û pêvajoya darazê de axivî. 
 
‘DI DÎROKA DARAZÊ DE CIHÊ XWE GIRT’
 
Çelebî, bi lêv kir ku muwekîlê wî di dema serî li polîtîkayên valakirina gundan hat dayîn de bi hêceta ewlehiyê mecbûr maye koçî Edeneyê kiriye û wiha got: “Li Edeneyê di sala 1994’an de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat binçavkirin û girtin. Cezayê muebbetê lê hat birîn û careke din nehat berdan hêj jî girtî ye. Bi îdiaiaya alîkariya rêxistinê hatibû binçavkirin lê pişt re bi delîlên zorî û beyanên îtîrafkaran -kî van îtîrafkaran pişt re di dadgehê de anîn ziman ku bi îşkenceyê ew îfade bi wan dane wergirtin û paş ve kişandin- weke kesê ji şewata Licê ceza lê hat birîn di dîroka darazê de cihê xwe girt.”
 
LÊPIRSÎNEKE BI BANDOR NEHAT BIRÊVEBIRIN
 
Çelebî, da zanîn ku ligel Ozkan ji bilî kurdî tu zimanên din nedizanî jî di asta lêpirsînê de beyanên wî bi tirkî hatin girtin û wiha berdewam kir: “Di hemû astên lêpirsînê de beyanên wî bi tirkî hatibûn wergirtin. Bêyî ku tercumanekê peyda bikin weke ku tirkî îfade daye girtek amade kiribûn. Qet tirkî nedizanî. Di dadgehê de bi tercûmanê tirkî parastina kurdî kiribû. Ozkan di her dadgehê de anî ziman ku ev sûc nekiriye lê dadgehê ew guhdar nekir. Di dosyayê de tu delîlên ku parastina wî bi derewînin jî tune ne. Beyanên du îtîrafkaran hebûn lê wan jî di pêvajoya dadgehê de îfadeyên xwe paş ve kişandibûn. Li gel ku îtîrafkaran îfadeyên xwe kişandin jî dadgehê guhdar nekir û bi hêceta beşdarî tevlîbûna şewitandina Licê bûye cezayê hefsê yê muebbetê lê birî. Îdiayên ku Licê ji aliyê hêzên tarî yên dewletê ve hatiye şewitandin her tim di rojevê de bûn. Lê tu demê lêpirsîneke bi bandor nehat birêvebirin.”
 
‘EM DIBÎNIN KU MUDAXILE NEHATIYE KIRIN’
 
Çelebî, bi bîr xist ku piştî şewitandina Licê ya 15 salan Serdozgeriya Komarê ya Amedê dosya careke din girt dest û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lêpirsîn têkildarî ku faîl bên dîtin bû. Di encama wê lêpirsînê derbarê du eskeran de îdianame hat amadekirin. Esas îdianameyeke delîlên bûyera şewitandina Licê û kuştina Bahtiyar Aydin ku ji aliyê hêzên tarî yên dewletê ve hatiye kirin danî holê û derbarê du eskeran de doz hat vekirin. Ligel vekirina wê dozê ji aliyê merciyên darazê ve hat tespîtkirin ku Ozkan tevlî vê bûyerê nebûye. Li ser vê yekê ji bo darizandineke jinûve me serlêdan kir û dadgehê daxwaza me qebûl kir. Lê ji ber înfaz ne sekinand Ozkan tu car nehat berdan. Em jî difikirin ligel van delîlên şênber çima nehat berdan. Lê em di beyanên endamên îstîxbaratê yê kevin dibînin ku mudaxaleyeke cidî li dozê hatiye kirin.”
 
‘HÊZÊN TARÎ DIXWAZIN DOZ WIHA BIMÎNE’
 
Parêzer Çelebî, beyanên endamê îstîxbaratê yê kevin ên derbarê mudaxilekirina darazê ya Îlker Başbûg û veguhestina dosya Licê ya ji Amedê jî nirxand û wiha pê de çû: “Veguhestina dosyayê ya ji Amedê girtin û birin Îzmîrê di encama mudaxale kirinê de pêk hat. Em hîn bûn ku beraet kirina her du eskerên ku li wir dihatin darizandin hatiye armanckirin. Dixwestin Mehmet Emîn Ozkan di hundir de bimîne û bûyera şewitandina Licê neyê ronîkirin. Hêzên dewletê yên bi komployê Ozkan weke faîlê vê bûyerê ceza kirin, dixwazin wiha bimîne.”
 
‘DIDE NÎŞANDAN KU DARAZA TIRKIYEYÊ DI ÇI HALÎ DE YE’
 
Çelebî, bi lêv kir ku beyanên endamê îstîxbaratê yê kevin dide nîşan dan ku daraza Tirkiyeyê di çi halî de ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di îtîrafan de tiştên eceb jî hene. Mesele hatiye tespît kirin ku hin kesên din jî beşdarî bûyera şewitandina Licê bûne lê li dosyayê zêde nekirine. Di bingeha pirsgirêkên li Tirkiyeyê diqewimin de daraz bi awayekî serbixwe tevnagere. Sedemê herî bingehîn ê neçareserkirina pirsgirêka kurd jî ji nedayîna biryarên ne li gor hiqûqê derdikeve holê. Hewce nake mudaxaleyî darazê were kirin. Ji xwe ew dizanin ku çi biryarê dê bidin. Dadgerê di van bûyeran de biryarên cuda bide, dizane wê çi were serê wî.”
 
 
 

Sernavên din

03/09/2021
19:57 MED-DER'ê sertîfîqayên kurdî da zarokan
19:40 Ayşe Gokkan ji bo şîna dayika wê li şûna gund birin navenda Rihayê
18:08 Li 6 nuqteyên Bestayê agir bi daristanan ket
17:58 Hevserokê HDP'a Kopê Can hat girtin
17:52 Doza 10'ê Cotmehê taloqî meha mijdarê bû
17:37 Walîtiya Mêrdînê salvegera qetilkirina Sîncar kir hinceta qedexeyê
16:57 Gurdegîr ê îşkence lê hat kirin û sê xwişk û birayên xwe hatin girtin
16:53 Şewata Bongilanê hat vemirandin
16:53 Endamê Meclîsa HDP’ê giliyê kesên ew revandin kir
16:45 Li Meletiyê di 4 salan de 867 serlêdanên ÇED’ê hatin kirin
16:31 Giliyê leşkerên ku penaberan avêtine ava çem hat kirin
15:52 ÎHD bi Gurdegîr re hevdîtin kir: Danîşanên îşkenceyê hene
15:30 Cenazeyê Dîcle Uzum dan malbatê
15:23 Wê îdianame ji 451 siyasetmedaran re were şandin
14:59 Malbat, wasî û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:59 Danişîna doza erdheja Îzmîrê dest pê kir
14:53 Hevserokê Meclîsa Mexmûrê Kaçan: NY hevkarê êrişan e
14:52 Genç: AKP bi xistina benda hilbajrtinê dixwaze ji MHP’ê xelas bibe
14:19 Kaplan: Divê perwerdehiya bi kurdî were destpêkirin
13:52 Jina ku got ‘min rizgar bikin’ û alîkarî xwest: Polîs jî di nava vî karî de ne
13:47 Li Karazê 3 kes hatin girtin
13:36 Danişîna Hevşaredara Geverê hat lidarxistin
13:29 Li Rihayê zarokek ji aliyê bavê xwe ve hat kuştin
12:44 Şahidê Komkujiya 10’ê Cotmehê: Di hizûra leşker û îstîhbaratê de bi fermandarê DAIŞ’ê re axivîm
12:00 Hat îdiakirin ku jinekê hewl da xwe bikuje
11:20 Ji bo 21 sivîlên li Cizîrê hatin qetilkirin xwestin Komîsyona Lêkolînê were avakirin
11:16 Şewata li Çemê Roj hat vemirandin
11:16 Malbata Şenyaşar: Hûn bi paldana qral tenê pêvajoyê dirêj dikin
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 281'emîn de dewam dike
09:13 Polîtîkaya desthilatê ya penaberan: Razemeniya siyasî û mudaxaleya li demografiyê
09:13 Rêvebirên kampanya kurdî li hev dicivin
09:12 Avahiya ku bi 600 hezar TL'yî nehat temîrkirin bi milyon û 879 hezar TL hat temîrkirin
09:11 Serlêdanên akademiyên Ma Muzîkê dest pê kirin
09:11 Giliyê birîna darên Bestayê kirin: Destê xwe ji xwezaya me bikişînin
09:10 Di cînayeta Sîncar de 28 sal: Hemû belge di arşîva dewletê de ne
09:09 Ji bo pitikê 35 rojî yê ku qetil kirin gotin 'terorîst'!
09:08 Salih Muslim: Kêşeyên Sûriyê li derdora maseyê dikarin werin çareserkirin
09:00 ROJEVA 3'Ê ÎLONA 2021'AN
08:54 Balafirên şer ên Tirk carek din Wargeha Mexmûrê bombebaran kirin
08:45 Mamosteyê Ma Muzîkê Guçmen hat binçavkirin
02/09/2021
21:37 Li Licê şewata daristanê
21:31 Li Bongilanê şewata daristanan derket
19:53 Artêşa Tirk gundê Barê yê Şengalê bombebaran kir
17:55 Şewata li Bestayê didome
15:42 Li 3 bajaran şewat: Mudaxile kême
14:36 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:03 OHD: 9 roj in di binçavan de îşkence li Gurdegîr tê kirin
14:02 Di Tebaxê de 5 kolber hatin qetilkirin
13:18 Ferda Cemîloglu hat veşartin
13:14 AYM’ê daxwaza dirêjkirina demê ya HDP’ê qebûl kir
13:02 Êrişî 8 rojnamevanan hat kirin, 211 nûçe hatin astengkirin
12:45 Malbata Şenyaşar: Gelo Wezîrê Dadê li kîjan welatî dijî?
12:44 Li Dersimê darên kevnar şewitîn
12:15 Romana 'Dengê Zê' ya Mehmet Akdogan der çû
12:00 Hat îdiakirin ku polîsekî xwe kuştî ye
11:45 DYA’yê agirbest bi bîra Tirkiyê xist
11:42 Wî xemsariya di komkujiya Konyayê de yek bi yek vegot
11:29 Di qenala avê de cenazeyê jinekê hat dîtin
11:26 Karkerê 20 salî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da
11:22 Ji bo şewata li Şemzînanê banga ‘lezgîn’ hat kirin
11:06 Li Şirnexê tecawizî zaroka 9 salî hat kirin
10:45 Kesên mudaxileyî şewatê dikin: Dersimê dişewitînin
10:44 'Mifteya aştî û azadiyê Ocalan e'
10:38 Parêzer Kuzu: Dewletê dît ku sûcdar e, ser dosyeyan girt
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 280'yemîn de dewam dike
09:19 Werza hilberîna îsotên Rihayê jî bi qasî tehma wê tûj e!
09:18 Ji Şanoya Bajar a Amedê perwerdeya şanoyê
09:17 Rexmî lihevhatina DNA'yê jî cenaze nayê dayîn
09:08 Îlham Ehmed: Heke Şam muzakereyan bixwaze em amade ne
09:08 'Pêwîstiya êzidiyan bi yekitî û têkoşîna hevpar heye'
09:07 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Li Başûr konsepta tasfiyekirinê hatiye amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2021'AN
01/09/2021
20:38 Ebru Gunay : Rêya aştiyê li Îmraliyê ye
20:22 'Em ê azadiyê mayînde bikin'
19:54 ‘Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe wê aştî were vî welatî'
19:15 Mîtînga Wanê bi meşa li dijî tecrîdê bi dawî bû
18:40 Bûldan: Pêdiviya gelan bi aştiyê heye
17:54 Li herêma şewatê, qalikên guleyên aydê MKE hatin dîtin
17:32 Li her derê daxwaza aştiyê
16:40 Li nêzî Zanîngeha Mûnzûrê agir bi daristanê ket
16:25 Di 4 mehan de 213 binpêkirinên mafên jinan qewimîne
15:53 Li Wanê mitînga aştiyê tê lidarxistin
15:50 Girtiyê nexweş Çelebî ku hatibû berdan rakirin nexweşxaneyê
15:37 KESK û DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:24 Baroyan ji bo Sala Edlî ya Nû daxuyanî dan: Ji bo her kesê edalet
15:12 Derbarê nûçegihana JinNewsê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:35 Li Şirnexê alîkarî weke ku kirine hatiye qeydkirin
13:37 Ayşe Gokkan neanîn merasîma cenazeyê dayika wê
13:08 Li Amedê di 4’ê îlonê de wê daxuyaniyek girseyî were lidarxistin
13:01 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Bedlîsê şewat didome: Bi hezaran hektar qad şewitî
12:14 ‘Em qedexeyê nas nakin, em ê di 5’ê îlonê de li Bakirkoyê bin’
11:48 Şewata ku dîsa dest pê kir ber bi jîngehan ve belav dibe
11:42 Malbata Şenyaşar 177 roj in li edaletê digere
11:22 Jinên elewî: Yên dişewitin ne dar in em in
11:09 Parêzerê Ozkan: Hêzên tarî yên dewletê dixwazin Emîn Ozkan girtî bimîne
10:44 Şûreya Dewletê ne dewletê, bav û law bi qisûr dît
10:31 35 roj in agahî ji Axabigepûr ê ji aliyê Îranê ve hat binçavkirin nayê wergirtin
10:03 Şêniyên Dersimê: Dewlet bi zanebûn daristanên me dişewitîne
09:44 Li Cizîrê ciwanekî întîhar kir