NAVEND NÛÇEYAN - Tirkiyeyê Kampa Katya ku êzidî lê dimînin bombebaran kir. Hat diyarkirin ku mirî û birîndar hene.
Li gor nûçeya Rojnewsê, SÎHA'yên Tirkiyeyê Kampa Katyayê ku li Zaxoyê ye û êzidiyên ji Şengalê lê dimînin, bombebaran kiriye. Hat diyarkirin ku mirî û birîndar hene.
Hat ragihandin ku gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hatine kirin û ceryana kampê jî bi temamî hatiye birîn.