ÇEWLIG - Şewata li çoltera navçeya Korxol rû da, dewam dike.
Hat îdîakirin ku li gundikê Xarsak a girêdayî gundê Conag a navçeya Korxol a Çewligê, duh ji ber xeta voltaja bilind, agir bi daristanê ketiye û ji ber bayê li herêmê belav bûye. Hat ragihandin ku ji ber rêyek nêzî nuqteya ku şewat lê çêbûye tune ye, mudaxeleya ji bejahiyê ve pir zor û zehmet dibe.
Li herêma daristanî, her ku diçe dûman bilind dibin.