‘Heger li Başûrê Rojhilat aştî tune be, dê aştî neyê Behra Reş jî'

  • rojane
  • 09:07 29 Tebax 2021
  • |
img

ARTVÎN – Nûnerên partiyên siyasî yên Herêma Behra Reş, bal kişandin ser bandora polîtîkayên şerî ya li ser herêmê û welêt. Serokê Halkevleriyê yê Şaxa Kemalpaşayê Olcay Mûtî got: "Heger îro ro li Başûrê Rojhilat aştî tune be, dê aştî neyê Behra Reş jî." 

 
Nûnerên partiyên siyasî yên Herêma Behra Reş, beriya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, bal kişandin ser bandorên polîtîkayên şer ên li ser herêmê û seranserê welêt. Serokê Halkevleriyê yê Şaxa Kemalpaşayê Olcay Mûtî, got: "Heger îro ro li Başûrê Rojhilat aştî tune be, dê aştî neyê Behra Reş jî." 
 
BEDÎRKÛRÛM A HDP'Î: ÇI QAS ZAROKÊN ME YÊN JI BEHRA REŞ MIRINE! 
 
Hevberdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Herêma Behra Reş Nûray Bedîrkûrûm, diyar kir ku aştî ji bo gelên Behra Reş pir girîng e û di dema şer de herî zêde zarokên xizanan mirine. Bedîrkûrûm ku got "Heger pereyê ji bo şer tê xerckirin ji bo tiştên din bê xerckirin, ma dê ev qas ferdên Behra Reş biçin eskeriya biheq?" got: "Ciwanên ku diviyabû nanê hev li hev payê bikin, mirinê li hev payê dikin." 
 
Bedîrkûrûm, bal kişand ser bihurên bi navê eskerên mirî û got: "Çi qas zarokên me yên ji Behra Reş mirine! Heger aştî hebûna, ma dê ev kes bimirana? Me di dema pêvajoya çareseriyyê de, atmosfereke bêşer dît. Me dît ku bi çareseriyeke demokratşk xwîn tê sekinandin." 
 
Bedîrkûrûm, destnîşan kir ku ji bo aştiyê dijberiya şer tenê têr nake û got: "Heger têr bikirana, dê jin wekî xenîmeta şer nehatan berpêşkirin. Di vî warî de berxwedanê xwe daye der. Jina ku bi destên xwe welatê xwe, warê xwe û mala xwe ava kiriye, dê çawa terka vana bike? Ji dêvla bibe perçeyek vê sirgûnê, berxwedanê dibijêre. Me ev yek di dîroka nêz de, li Rojavayê li dijî DAIŞ'a barbar dîtç Jinên berxwedêr bi ser ketin û li wir hêviya jiyana bi hev re cardin vejandin." 
 
‘AŞTÎ ÇÊBIBE DÊ SELTENATA WAN BIRÛXE'
 
Bedîrkûrûm, anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo aştiyê destê xwe dirêj kiriye, lê belê bi destê wî nayê girtin û got: "Heger ne ber bi şer, ber bi aştiyê ve çûbûna, ma em ê li heman welatî bi awayekî wekhev bi hev re nejiyana? Em ê bijiyana. Me yê nanê xwe li hev payê bikira. Hêzên ji pirsa 'Aştî çêbibe dê çi bibe?' ditirsin, hewl didin şer bidomînin. Yan na gel ne ji bo sedsalî, ji bo bi hezaran salan ji bo aştiyê amade ne. Ma aştî çêbibe dê çi bibe? Qey ê qiyamet rabe? Ma aştî çêbibe, dê nan biçûk bibe, ma aştî çêbibe dê ciwan betal bimînin, ma aştî çêbibe dê şerê min û te çêbibe? Aştî çêbibe dê selteneta wan birûxe, tişta jê re dibêjin pirsgirêka bekayê ev e." 
 
ONGÛNYÛRTÊ SKYP'Î: GELÊN BEHRA REŞ HATIN BIŞAVTIN
 
Nûnerê SYKP'ê yê Ordûyê Cahît Ongûnyûrt jî bal kişand ser pirnasnameyîbûna Behra Reş û got: "Îqtidarên siyasî gelên bi awayekî aştiyane bi hev re dijiyan, bera hev dan. Mînaka herî berbiçav jî dema Şerê Cîhanê yê Yekê û piştî wê; komkujiya ermenî û rûman e. Hê jî ermeniyên li herêma me ku hejmara wan pir hindik e, xwe ewle hîs nakin. Her wiha welatiyên elewî jî bi awayekî azad nikarin nasnameya xwe aşkere bikin. Laz û gurcî jî hatin asîmlekirin. Lewma têgiha aştiyê ji bo hemû gel û baweriyên herêma me pir girîng e." 
 
Ji HALKEVLERIYÊ MÛTÎ: ŞER DIBE SEDEMA XIZANIYÊ
 
Serokê Halkeveleriyê yê Şaxa Kemalpaşayê Olcayy Mûtî jî anî ziman ku aştî ji bo gelên Behra Reş tê wateya "jiyana bi hev re". Mûtî, diyar kir ku li Behra Reş gelek komên etnîk hene û ev komên etnîk bi zextên dewletê ji bêgavî xwe li dewletê digirin. Mûtî, destnîşan kir ku gelê herêmê ne tirk e, lê xwe wekî tirkan bilêv dikin û sedema vê jî, ji bo dewlet dest nede wan. 
 
Mûtî, destnîşan kir ku polîtîkayên şer, dibin sedema xizaniyê û got: "Heya aboriya dewletê bi awayekî wekhev neyê payêkirin, dê xizanî hebe. Piraniya aboriyê ji bo pîşesaziya şer tê xerckirin. Têgiha aştî û şer, û aborî û jiyanê têkildarî hev in. Li civakeke aştî lê hebe, dê hilberîn qewî be. Dê mirov bi îşkenceyan nemirin û di binçavan de kes winda nebe. Yanî dê aramî hebe. Dê di atmosfereke wisa de mirov bi awayekî zêde daxilî nav hilberînê bibin. Ji lew re hêviya ku dê heqê keda xwe bistînin, dê hebe." 
 
TÊKOŞÎN JI BO AŞTIYÊ 
 
Mûtî ku got "Ji bo aştî bê ewilî divê tu gelên xwe bomberan û guleberan nekî" û got: "Heger îro ro Ji jiyana bi hev re xweştir tiştek tune ye. Ji Amedê heta Edîrneyê, ji Kemalpaşayê heta Samsûnê divê gel bi hev re bijîn û ji bo aştiyê bitêkoşin." 
 
MA / Tolga Guney

Sernavên din

01/09/2021
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 279'emîn de dewam dike
09:04 Li Şirnexê talankirina daristanan: Devereke bidar nehêlin!
09:04 Şaredarî û DEDAŞ'ê tax û kûçe serobino kirin: Êdî em bêzar bûn
09:04 Tahmaz: Gava têkoşîna ji bo aştiyê di şertên giran de bê bilindkirin watedar dibe
09:04 Avahiyên kavilbûyî bûne navenda tiryakêşan
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2021'AN
08:15 Li Kerboranê du gund xistin bin karantînayê
31/08/2021
19:37 Li Çiyayê Cûdiyê şewat
16:37 TJA’yê ji Ayşe Gokkan re sersaxî xwest
16:24 TJA: Qêrîna herî bihêz di daxwaza jinê ya di aştiyê de veşartiye
15:56 Gundiyan nehişt ku DEDAŞ trafoya wan rake
15:52 Platforma Jinên Kurd ji malbata Cemîloglû re sersaxî xwest
15:50 Baregeha leşkerî ya li herêma şewatê tê tehliyekirin
15:35 Wan ji mitînga 1'ê Îlonê re amade ye
15:09 Şewata li Geliyê Mûnzûrê berbelav dibe
14:59 Ahmet Tokay ê Hediye Tokay bi îşkenceyê qetil kir hat girtin
14:40 Dayika Ayşe Gokkan jiyana xwe ji dest da
14:26 Wezîra Jinan a Afganistanê ji welat reviya
14:09 Li 4 bajaran daristan dişewitin
14:06 Ciwanê ku îltîca kir tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
14:03 Li Mersînê banga 1'ê Îlonê
13:33 Li Şirnexê tundiya zilam
13:21 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:51 Karsaza kurd Ferda Cemîloglû jiyana xwe ji dest da
12:21 Ji 8 kesên ku li Karazê hatibûn binçavkirin 2 jê hatin berdan
11:10 ‘Em 176 roj in ji bo edaletê qîr dikin’
11:03 Parêzer li girtîgehê bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
10:58 Amed xwe ji bo ‘Mitînga Aştiyê’ amade dike
10:57 Ocalan: Divê 1'ê Îlonê bibe mîlada aştî û çareseriyê
10:01 Li Enqereyê jinek hat kuştin
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 278'emîn de dewam dike
09:01 Li Şirnexê di 4 mehan de 21 şewatên daristanan
09:01 Ji bo aştiyê bedelên giran dan ber çavên xwe
09:00 Dayîka Muhlîse Sîdar: Çi çek di destê keça min de nebûn
09:00 Peyama Behra Reş a ji bo 1'ê Îlonê: Em dixwazin bi hev re bijîn
09:00 Nerazîbûna ji bo fatûreyên ceryanê: Zemê li gorî qafê xwe dikin
09:00 Jin bi awayekî palûteyî dest bi haziriyên zivistanê kirin
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2021'AN
30/08/2021
23:43 TSK'ê kampa êzidî lê dimînin bombebaran kir
17:14 Şewata li Korxolê ber bi jîngehan ve belav dibe
16:59 Li Rihayê mirina bi guman a jinekê
16:57 Balafirên şer ên Tirkiyê wesayîteke gundiyan bombebaran kirin
15:43 Li Herêma Bestayê şewat berdewam dike
15:25 Ji ber stranên Kurdî, cezayê hevdîtin û ragihandinê li girtiyan birîn
15:23 Dayikên Şemiyê û ÎHD: Dawî li îşkenceyê bînin
15:20 PDK’ê nûnerê Rêveberiya Xweser girt
14:55 Li Bedlîsê agir bi daristanê ket
14:23 Komeleya Dersimiyan: Bi lezgînî ji hewayê ve mudaxaleyî şewatê bikin
14:04 Eskeran li ser sînor ciwanek bi îşkencê kuştin
13:59 Banga beşdariya mitînga ‘Aştî dide jiyandin’ li xelkê Serhedê hat kirin
13:40 Nûnerên Hêzên Ked û Demokrasiyê: Dixwazin bi şewatan herêmê bêmirov bihêlin
13:40 Şewata li Korxol dewam dike
13:24 Li Çemê Zoravayê lêkolîn: Divê projeya HES’ê were betalkirin
12:49 Li Dêrsimê, li gelek cihan şewata daristanan didome
12:35 Konserên Amîdayê ya 6’emîn diyarî Aram Tîgran û 1’ê Îlonê tê kirin
11:54 Malbata Şenyaşar: 290 wekîlên AKP'ê berpirsiyarên komkujiyê ne
11:10 Li Girtîgeha Bafrayê pêkanînên keyfî
11:09 Leşkerekî di operasyona li Başûr de birîndar bûbû mir
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 277'emîn de dewam dike
09:03 Ji ber ku pere ji xizmên xwe girtî re şandin hatin sûcdarkirin
09:03 Şaredariya MHP’ê û CHP’ê ji taxên kurdan re xizmetguzariyê nakin
09:03 25 sal in ev malbat karê mahserê dike
09:03 Çalakvanê 81 salî: Pêwîste tifaqa me hebe
09:03 Ewilî sînorên sûnî niha jî sînorên beton hatine çêkirin
09:03 Li girtîgehên Wanê nêzîkatiyên cuda nîşanî girtiyan tên dayîn
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2021'AN
29/08/2021
20:32 255 kesên din jî ji ber koronayê mirin
20:24 Qeydên HTS'ê hatin lêkolînkirin: Kuştina Poyraz ji aliyê rêxistinek pilansazkirî ve pêk hatiye
19:12 Başaran: Di şer de bedela herî giran jin didin
17:40 Li Girtîgeha Akçadagê girtî hatin îşkencekirin
16:53 DBP û HDP’iyên çûn Dersimê: Şewat encama polîtîkayên dijminantiyê ne
16:28 Li Alanyayê girtî bi vîrûsê ketin
15:38 Cenazeyê li nexweşxanê tê girtin nayê nas kirin
14:55 Li Mala Cemê ya Ana Fatma aşûre hat parvekirin
14:05 Ceza dan girtiyên guvend gerandin
13:10 81 rojin agahî ji nûnerê Rêveberiya Xweser nayê girtin!
12:14 Malbata Şenyaşar: Rojek zû yan dereng wê edalet bi ser bikeve
12:14 Esker li Avaşînê daran dibirin
11:51 Piştî 13 rojan mudaxileyî şewata li Dersimê kirin
11:33 Li Bestayê agir bi daristanek din ket
11:19 Kaya: Gelo Bîlal Erdogan ji qada xezînê çi dibe?
10:25 Tûran ê di teqîna cismekî de mir, hat definkirin
10:02 Gulsum Elvan: Qebûl dikin ku kuştin e
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 276'emîn de dewam dike
09:08 Girtîgeh bûne navenda bêhiqûqîtiyê
09:07 ‘Heger li Başûrê Rojhilat aştî tune be, dê aştî neyê Behra Reş jî'
09:06 Li Êlihê 350 hezar kes aşî nebûne
09:06 Li Xozatê li mêrga gundiyan bi awayekî 'bêusûl' kana mermeran tê çêkirin
09:05 'Rêxistinbûyîna karkerên motorkurye ji bo karkerên din jî bû hêvî'
09:01 Dayika Aştiyê Denîz: Em ê nehêlin laçikên me bên reşkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2021'AN
28/08/2021
19:59 Pêşkeşvanê Stêrk TV'yê Şêrko Celal ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
16:35 ÎHD’ê aqûbeta Eren ê di bin çavan de hat windakirin pirsî
16:01 Li aqûbeta Çelîk ê di 94'an de hat kuştin, pirsîn
15:31 Divê nexweşê penceşêrê Kaymaz ê ji sedî 95 astengdare bê dermankirin
15:31 ‘Heta Roboskê neyê ronîkirin demokratîkbûyîn çênabe’
14:49 Keça Huseyîn Aydemîr: Bila goreke me hebe
14:29 Şewata li Xozatê gehişt gundên Pulurê
13:59 Divê girtiyê nexweş Kose bi lezgînî bê berdan
13:56 DFG’ê rojnamevan Safyettîn Tepe bi bîr anî