Di dema nirxandina înfazê de pirsa 'Tu ji Ocalan hez dikî?'

  • rojane
  • 09:00 24 Tebax 2021
  • |
img

ÎZMÎR - Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Îzmîrê Ahmet Çîçek, anî ziman ku îdareya girtîgehê pirsên wekî "Tu ji Abdullah Ocalan hez dikî?" û "Tu misilman î?" ji girtiyan dipirse û bi vî awayî berdana wan taloq dike. 

Li girtîgehan binpêkirinên mafan didomin. Bi taybetî jî piştî çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, binpêkirinên mafan zêde bûn. Girtiyên înfaza xwe temam kirine, nayên berdan. 
 
Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê Ahmet Çîçek, binpêkirinên mafan û tecrîdê nirxand. 
 
Çîçek, diyar kir ku ji Girtîgeha Şakranê girtiya têkildarî binpêkirinên mafan name ji wan re şandine. Çîçek, anî ziman ku girtiyan raghandiye ku îdareya girtîgehê di dema nirxandina "rewşa baş" de pirsên kêfî ji wan dikin. Çîçek, destnîşan kir ku piştî vê nirxandinê girtî nayên berdan. 
 
PÊKANÎNEKE KÊFÎ
 
Çîçek, bibîr xist ku ev pêkanîn di meha Çileyê de ketiye meriyetê û got: "Li girtîgehê heyet hatiye çêkirin. Girtiyên dema wan a kontrola edlî hatiye diçin cem vê heyetê. Li gor nameyên ku girtiyan ji me re şandine, heyet van pirsan dipirse; 'Tu ji Abdullah Ocalan hez dikî? Tu di nav rêxistinê de yî? Pêxemberê te kî ye? Tu misilman î?' Bi van pirsan dema berdana girtiyan 8 mehan taloq dikin. Ev pêkanîneke kêfî ye, di hiqûqê de tune ye. Dewlet, li hemberî girtiyên siyasî guh li hiqûqê nake, bi ya xwe dike." 
 
TECRÎD
 
Çîçek, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku di hiqûqê de tu cihekî vê tecrîdê tune ye û dewlet bi hincetan dixwaze wê rewa bike. Çîçek, diyar kir ku divê daxwazên ji bo hevdîtinê yên parêzerên Ocalan bên qebûlkirin ûdi şexsê Ocalan de binpêkirinên mafan ên li ser girtiyên siyasî bi dawî bibin. 
 
Çîçek, anî ziman ku bi hinceta şewbê binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyên siyasî tên zêdekirin û got: "Piştî pandemiyê gelek binpêkirinên mafan rû dan û hê jî didomin. Bi hinceta pandemiyê gelek mafên girtiyan hatin astengkirin. Nahêlin werzîşê bikin, sohebtê qedexe kirine, atolye qedexe kirine. Hevdîtinên vekirî tune ne û yên girtî jî mehê carekê tên kirin." 
 
Çîçek, diyar kir ku di dema çûn û hatine nexweşxaneyê de jî tahde li girtiyan tê kirin û piştî wan ji nexweşxaneyê tînin 15 rojan dixin qawîşa karantînayê. 
 
Çîçek, bal kişand ser pêkanînên kêfî yên li Girtîgeha Şakranê ya Jinan jî û got: "Hemû kevçî û têfikên qawîşa jinan berhev kirine û yên plastîk dane wan. Ên ji ber plastîkê alerjiya wan çêdibe hene. Her wiha ev amûrên plastîk ku maddeyeke kanserojan dihewîne, ji bo tenduristiya mirovan nebaş e." 
 
DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE
 
Çîçek, çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2018'an bibîr xist ku bi Pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven dest pê kiribû û 200 rojî dewam kiriye û gelek girtî dawî li jiyana xwe anîbûn û tenduristiya gelek girtiyan jî xirab bûbû. Çîçek, anî ziman ku ji bi heman tişt cardin çênebin demildest divê dewlet daxwazên girtiyan qebûl bike. Çîçek, destnîşan kir ku daxwazên girtiyan pir aşkere ne û xwest tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. 

Sernavên din

25/08/2021
09:09 Li gorî şaredarê AKP'î krîza aborî tune ye
09:07 'Girtî nayên tedawîkirin'
09:07 Girtiyê nexweş ê 70 salî hefteyê 5 rojan li nexweşxaneyê ye
09:06 Li quntarên Çiyayê Gabarê dema çêkirina dimsê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2021'Ê
24/08/2021
21:52 Li Mereşê hevdîtina bi gel re: Dê gel AKP'ê têk bibin
17:03 HDP: Ziman ne azad be civak tu carî azad nabe
15:18 Ji ber lêgerîna tazî qebûl nekir lêdan
14:26 Li Rihayê jinek hat binçavkirin
14:19 Li Amedê wê ‘Mitînga Aştiyê’ were lidarxistin
13:46 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:37 Profesor Nadir Nadirov koça dawî kir
13:37 Goristana ermenan hat tarûmarkirin
13:29 Li 11 gundên Mêrdînê biryara karantînayê hat ragihandin
13:29 Bavê ku tecawizî keça xwe kir hat girtin
12:54 ‘Ji bo çareseriyê hûn mecbûr in tecrîdê rakin’
12:23 Malbata Şenyaşar: Werin em bêedaletiyê bi hev re ji holê rakin
11:52 Lêpirsîna ji ber stranên kurdî di rojeva Meclîsê de ye
11:24 Balafirên Tirkiyê çoltera Pêncwênê bombebaran kirin
10:35 Hejmara 13'an a Psychology Kurdî derket
09:57 8 girtiyên nexweş li heman qawîşê kom kirin: Dixwazin em birizin
09:00 Di dema nirxandina înfazê de pirsa 'Tu ji Ocalan hez dikî?'
09:00 Wênesazên jin bîrê bi zimanê hunerê bi ruh û can dikin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 271'emîn de dewam dike
09:00 Ji ber Dadgeha Bilind biryar nedaye, nayê berdan
09:00 Belgefîlma penaberê afxan ên li Amedê çêkir
09:00 'Polîtîkaya bêmirovbûnê bi talankirina xwezayê tê domandin'
09:00 Rojnamevan Îbrahîm Êzidî: Dixwazin bi van êrişan heyfa DAIŞ’ê bistînin
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2021'AN
23/08/2021
22:59 Mîhrîcana Jinan bi dawî bû: Heya tecrîd bê şikandin em ê bitêkoşin
16:18 ÎHD’ê rapora 6 mehan eşkere kir: Binpêkirina mafan û îşkence zêde bûye
16:13 Jin di atolyeya dramê de hatin gelhev
14:37 6 rojin Xozat dişewite
13:57 Akademîsyenên Bogazîçiyê li dijî 'rektorê qeyûm’ meşiyan
13:38 Bi boneya ku ji ber qeyûm ve ranebû pêya sirgûnî Yozgatê hat kirin
13:04 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:23 Piştevaniya Bogazîçiyê, bang li pêkhateyên zanîngehê kir
12:07 Malbata Şenyaşar: Her rojek li vir ji bo edaleta Tirkiyê deqek reş e
11:05 Berdevkê YPG'ê: Tirkiye ji bo Rojhilata Navîn xetereyek mezin e
10:46 Dayika berxweder a Şengalê Şemê Remo: Em ê axa xwe nefiroşin dagirkeran
10:09 Hunermend Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 270'yemîn de dewam dike
09:04 Jinên kedkarên nava malê ewlehiya xwe dixwazin
09:04 Yildirim a mala wê li Sûrê hilweşiya: Dewletê em xistin nava vê xizantiyê
09:02 Ger neyê dermankirin wê ker û kor bibe
09:02 Qezenca wan têra debara wan nake
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2021'AN
22/08/2021
18:35 Bavê Yuksekdag hat definkirin
16:12 Jinan li ber Sefaretxaneya Afxanistanê Talîbanê protesto kir
15:24 Festîvala Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê di roja 2’yemîn de didome
14:32 Derbarê Guven û 8 girtiyan de ji ber stranên kurdî lêpirsîn hat destpêkirin
14:08 Li Geverê 8 kes serbest hatin berdan
14:02 Yuksekdag beşdarî merasîma cenazeyê bavê xwe bû
13:47 Balafirên Tirkiyê Batîfa bombebaran kir: 2 turîstên ji Iraqê hatin kuştin
11:01 Malbata Şenyaşar: Helbet wê rojekê daraz ji bin kontrola we derkeve
10:29 Dûymaz ê bi gotina ‘Hard kapîtalîzm’ tê nasin: Em natirsin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 269'emîn de dewam dike
09:07 Jinên afxan: Em Talîbanê qebûl nakin, bila tu welat jî wê qebûl neke
09:06 Xizmên girtiyan: Ji destê me çi bê divê em bikin
09:05 Şûraya Dewletê betal kir, lê AKP'iyan plana îmarê guherand ji bo projeya HES'ê
09:04 7 meh in cîranên wan aliyê wan dikin
09:03 'Tiştek bê serê jinên afxan, berpirsiyar welatên emperyalîst in'
09:03 Ji bo Ayancikê koma piştevaniyê ava kirin
09:02 Li Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa T'yê îşkence
09:01 Rojên zehmet li benda sewalvanan e
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2021'AN
21/08/2021
19:21 Sancar ji Botanê bang kir: Bêyî HDP'ê guherîn nepêkan e
17:50 Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê dest pê kir
16:20 Karkerên çandiniyê yên li Karataşê ji konên xwe tên derxistin
15:42 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Badûr bê berdan
15:28 29 sal in ji Akyildiz ê 16 salî agahî nayê girtin
15:13 Bavê Fîgen Yuksekdag jiyana xwe ji dest da
14:55 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî bang li rayedaran kirin
13:22 Li Wanê ji bo mîtînga 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:12 Pirsa aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz kirin
12:22 Sancar û Aydenîz li Botanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin
12:03 27 sal in tu agahî ji Çalik û Fîdan nayên girtin
11:03 Malbata Şenyaşar: Hûn mehkûmî windakirinê ne
10:25 Li Metîna ji ber zêdebûna windahiyên eskerî 200 cerdevanan îstifa kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 268'emîn de dewam dike
09:06 Serokê GOÇ-DER a Çûkûrovayê: Êrîş bi destê îqtidarê tên birêxistinkirin
09:05 Berxwedana karkerên Bel Karperê: Em doza jiyanek mirovane dikin
09:04 Esnafên pîşesaziya Ayancikê: Divê wezîr di pratîkê de tiştina bikin
09:03 ‘Ji bo pêşvebirina herêmî divê jin daxilî nav qada kar bibin'
09:02 Ûca: Li Şengalê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
09:01 Çîroka jinek afxan: Xwestin keça min a 8 salî bifiroşin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2021'AN
20/08/2021
21:02 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê: Dê berpirsiyar bên darizandin
16:59 Temel: Divê sibê gelê Botanê biherike qada azadiyê
15:15 Siyasetmedar bi tilîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin
15:05 Şewata daristanê ya li Şemzînanê xwe bi xwe vemirî
14:17 DÎSK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:57 Polîsan xebatkarê kargoyê revand û lêdan
13:31 ‘Kulîlkên di 8’ê Adarê de hatin kirîn bûn hinceta girtinê'
13:21 Li Derya Reş hejmara kesên di lehiyê de mirin derket 79’an
12:49 Zaroka ku danîn ber nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
12:49 Malbat, wasî û parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:47 Li Mêrdînê cînayeta kar
12:13 Li Sûrê 80 mal di karantînayê de ne, kes alîkarî nake
11:57 ‘Em li ser Çemê Zorava HES’ê naxwazin’