Polîsan xebatkarê kargoyê revand û lêdan

  • rojane
  • 13:57 20 Tebax 2021
  • |
img
COLEMÊRG - Eyup E. yê li Colemêrgê di şîrketa kargoyekê de dixebite, li ser giliyê hevjîna polîsekî ku kargo teslîmî wê kir, çû miduriyeta polîsan îfade da û piştî derket ji aliyê kesên hatin diyarkirin polîsên sivîl in ve hat revandin û lêdan. Eyup E. yê rapora lêdanê wergirt, giliyê van kesan kir. 
 
Li navçeya Serêkaniya Rihayê Mûstafa Bektaş bi xeletî pêl li zingila deriyê polîsekî kiribû û polîsî bi lêdanê lingê wî şikandibû. Bûyereke weke vê, vê carê li Colemêrgê qewimî. Eyup E., yê 15 sal in di şîrketeke kargoyê ya taybet de dixebite, duh di saetên nîvro de ji bo ku kargoyê teslîm bike, çû lojmanên polîsan ên li navênda bajêr. 
 
Hevjîna polîs a kargo teslîm girt, piştî demekî çû Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê û bi hêceta ku Eyup E. bi devkî ew tacîz kiriyê giliyê wî kir. Eyup E.’yê gazî miduriyeta polîsan hat kirin, di îfadeya xwe de sûcdarî red kir. Eyup E. piştî îfadeyê bi wesayîta polîsan li cihekî nêzî mala xwe hat danîn. Dûre pêşiya Eyup E. bi wesayîteke markaya Fîat Doblo hat girtin û ji aliyê 4 kasên bi maske ve bi darê zorê li wesayîtê tê siwarkirin û di nava wesayîtê de lêdan.
 
Eyup E., yê ku tiştên bi serê wî hatin wiha vegotin: “Nêzî 14 sal in ez di fîrmaya kargoyekê de dixebitim. Kargoyeke aîdî polîsekî tîmên taybet hebû. Ez çûm navnîşanê, min çend caran li derî xist lê kesê derî nevekir. Ez jî telefona xwediyê kargoyê geriyam. Jineke bi navê Aybuke telefon vekir. Min jî jê re got ‘Hûn li malê ne, kargoyeke we heye ez ê teslîm bikim.’ Pişt re derî vekir min kargo teslîm kir û ji wir veqetiyam. Piştî demekî kurt şîrket li min geriya û got divê ez biçim miduriyeta polîsan îfade bidim. Dema ez çûm îfade bidim, ji min re gotin min qise gotina jina ku min kargo teslîm kiriye. Ez hîn bûm ku giliyê min kiriye.”
 
‘POLÎSAN LI MIN DA’
 
Eyup E. diyar kir ku piştî îfadeya miduriyeta polîsan, bi wesayîta polîsan nêzî mala xwe hatiye danîn û wiha axivî: “Ez sed mîtroyan nêzî mala min danîn. Piştî ez ji wesayîtê peya bûm wesayîteke spî ku bi markaya Fîat Doblo em dişopandin, pêşiya min girt. Çar polîsên ku bi cilên sivîl û bi maske jê peyabûn, li min dan û bi darê zorê ez li wesayîtê siwar kirin. Di wesayîtê de du polîsan ez derb kirim. Di wê navberê de kurê min tiştên qewimîn dît û got ‘bavê min berdin’. Kurê min qîr kir û ji şêniyên taxê alîkarî xwest. Piştî ku şêniyên taxê kom bûn polîsan ez ji wesayîtê avêtim û ji wê derê dûr ketin. Ez çend deqîqeyan di wesayîtê de derb kirim. Dev û difina min di nav xwînê de man, pişta min hêj diêşe. Hevalên min û xizmên min ez birim nexweşxaneyê. Piştî 4 saetan di bin kontrolê de mam, rapora derbê min girt û ji nexweşxaneyê hatim derxistin. Ev hemû di rapora bijîşk de hene.”
 
GILÎ KIR
 
Eyup E. bi lêv kir ku giliyê polîsan ku li wî dane kiriye û got: “Ev yek min heq nekiri bû. Ji ber vê yekê min nexwest bijîşk difina min pansûman bikin. Min xwest vê zilmê li hemberî kamerayan herkes bibîne. Min giliya polîsên ku li min dan, ji hevjîna polîsê ku bêbextî li min kir û polîsî bi xwe kir. Min bi gotina 'xanimefendî' bang li hevjîna polîs kir. Min qet gotin jê re negotin.”
 

Sernavên din

25/08/2021
09:09 Li gorî şaredarê AKP'î krîza aborî tune ye
09:07 'Girtî nayên tedawîkirin'
09:07 Girtiyê nexweş ê 70 salî hefteyê 5 rojan li nexweşxaneyê ye
09:06 Li quntarên Çiyayê Gabarê dema çêkirina dimsê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2021'Ê
24/08/2021
21:52 Li Mereşê hevdîtina bi gel re: Dê gel AKP'ê têk bibin
17:03 HDP: Ziman ne azad be civak tu carî azad nabe
15:18 Ji ber lêgerîna tazî qebûl nekir lêdan
14:26 Li Rihayê jinek hat binçavkirin
14:19 Li Amedê wê ‘Mitînga Aştiyê’ were lidarxistin
13:46 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:37 Profesor Nadir Nadirov koça dawî kir
13:37 Goristana ermenan hat tarûmarkirin
13:29 Li 11 gundên Mêrdînê biryara karantînayê hat ragihandin
13:29 Bavê ku tecawizî keça xwe kir hat girtin
12:54 ‘Ji bo çareseriyê hûn mecbûr in tecrîdê rakin’
12:23 Malbata Şenyaşar: Werin em bêedaletiyê bi hev re ji holê rakin
11:52 Lêpirsîna ji ber stranên kurdî di rojeva Meclîsê de ye
11:24 Balafirên Tirkiyê çoltera Pêncwênê bombebaran kirin
10:35 Hejmara 13'an a Psychology Kurdî derket
09:57 8 girtiyên nexweş li heman qawîşê kom kirin: Dixwazin em birizin
09:00 Di dema nirxandina înfazê de pirsa 'Tu ji Ocalan hez dikî?'
09:00 Wênesazên jin bîrê bi zimanê hunerê bi ruh û can dikin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 271'emîn de dewam dike
09:00 Ji ber Dadgeha Bilind biryar nedaye, nayê berdan
09:00 Belgefîlma penaberê afxan ên li Amedê çêkir
09:00 'Polîtîkaya bêmirovbûnê bi talankirina xwezayê tê domandin'
09:00 Rojnamevan Îbrahîm Êzidî: Dixwazin bi van êrişan heyfa DAIŞ’ê bistînin
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2021'AN
23/08/2021
22:59 Mîhrîcana Jinan bi dawî bû: Heya tecrîd bê şikandin em ê bitêkoşin
16:18 ÎHD’ê rapora 6 mehan eşkere kir: Binpêkirina mafan û îşkence zêde bûye
16:13 Jin di atolyeya dramê de hatin gelhev
14:37 6 rojin Xozat dişewite
13:57 Akademîsyenên Bogazîçiyê li dijî 'rektorê qeyûm’ meşiyan
13:38 Bi boneya ku ji ber qeyûm ve ranebû pêya sirgûnî Yozgatê hat kirin
13:04 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:23 Piştevaniya Bogazîçiyê, bang li pêkhateyên zanîngehê kir
12:07 Malbata Şenyaşar: Her rojek li vir ji bo edaleta Tirkiyê deqek reş e
11:05 Berdevkê YPG'ê: Tirkiye ji bo Rojhilata Navîn xetereyek mezin e
10:46 Dayika berxweder a Şengalê Şemê Remo: Em ê axa xwe nefiroşin dagirkeran
10:09 Hunermend Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 270'yemîn de dewam dike
09:04 Jinên kedkarên nava malê ewlehiya xwe dixwazin
09:04 Yildirim a mala wê li Sûrê hilweşiya: Dewletê em xistin nava vê xizantiyê
09:02 Ger neyê dermankirin wê ker û kor bibe
09:02 Qezenca wan têra debara wan nake
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2021'AN
22/08/2021
18:35 Bavê Yuksekdag hat definkirin
16:12 Jinan li ber Sefaretxaneya Afxanistanê Talîbanê protesto kir
15:24 Festîvala Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê di roja 2’yemîn de didome
14:32 Derbarê Guven û 8 girtiyan de ji ber stranên kurdî lêpirsîn hat destpêkirin
14:08 Li Geverê 8 kes serbest hatin berdan
14:02 Yuksekdag beşdarî merasîma cenazeyê bavê xwe bû
13:47 Balafirên Tirkiyê Batîfa bombebaran kir: 2 turîstên ji Iraqê hatin kuştin
11:01 Malbata Şenyaşar: Helbet wê rojekê daraz ji bin kontrola we derkeve
10:29 Dûymaz ê bi gotina ‘Hard kapîtalîzm’ tê nasin: Em natirsin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 269'emîn de dewam dike
09:07 Jinên afxan: Em Talîbanê qebûl nakin, bila tu welat jî wê qebûl neke
09:06 Xizmên girtiyan: Ji destê me çi bê divê em bikin
09:05 Şûraya Dewletê betal kir, lê AKP'iyan plana îmarê guherand ji bo projeya HES'ê
09:04 7 meh in cîranên wan aliyê wan dikin
09:03 'Tiştek bê serê jinên afxan, berpirsiyar welatên emperyalîst in'
09:03 Ji bo Ayancikê koma piştevaniyê ava kirin
09:02 Li Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa T'yê îşkence
09:01 Rojên zehmet li benda sewalvanan e
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2021'AN
21/08/2021
19:21 Sancar ji Botanê bang kir: Bêyî HDP'ê guherîn nepêkan e
17:50 Mîhrîcana Çand, Huner û Xwezayê ya Jinê dest pê kir
16:20 Karkerên çandiniyê yên li Karataşê ji konên xwe tên derxistin
15:42 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Badûr bê berdan
15:28 29 sal in ji Akyildiz ê 16 salî agahî nayê girtin
15:13 Bavê Fîgen Yuksekdag jiyana xwe ji dest da
14:55 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî bang li rayedaran kirin
13:22 Li Wanê ji bo mîtînga 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:12 Pirsa aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz kirin
12:22 Sancar û Aydenîz li Botanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin
12:03 27 sal in tu agahî ji Çalik û Fîdan nayên girtin
11:03 Malbata Şenyaşar: Hûn mehkûmî windakirinê ne
10:25 Li Metîna ji ber zêdebûna windahiyên eskerî 200 cerdevanan îstifa kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 268'emîn de dewam dike
09:06 Serokê GOÇ-DER a Çûkûrovayê: Êrîş bi destê îqtidarê tên birêxistinkirin
09:05 Berxwedana karkerên Bel Karperê: Em doza jiyanek mirovane dikin
09:04 Esnafên pîşesaziya Ayancikê: Divê wezîr di pratîkê de tiştina bikin
09:03 ‘Ji bo pêşvebirina herêmî divê jin daxilî nav qada kar bibin'
09:02 Ûca: Li Şengalê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
09:01 Çîroka jinek afxan: Xwestin keça min a 8 salî bifiroşin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2021'AN
20/08/2021
21:02 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê: Dê berpirsiyar bên darizandin
16:59 Temel: Divê sibê gelê Botanê biherike qada azadiyê
15:15 Siyasetmedar bi tilîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin
15:05 Şewata daristanê ya li Şemzînanê xwe bi xwe vemirî
14:17 DÎSK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:57 Polîsan xebatkarê kargoyê revand û lêdan
13:31 ‘Kulîlkên di 8’ê Adarê de hatin kirîn bûn hinceta girtinê'
13:21 Li Derya Reş hejmara kesên di lehiyê de mirin derket 79’an
12:49 Zaroka ku danîn ber nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
12:49 Malbat, wasî û parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:47 Li Mêrdînê cînayeta kar
12:13 Li Sûrê 80 mal di karantînayê de ne, kes alîkarî nake
11:57 ‘Em li ser Çemê Zorava HES’ê naxwazin’