ŞIRNEX - HDP’iyên di çarçoveya kampanyaya “Dema azadiyê” de ji bo serdanan hatin navçeya Elkê, bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, di çarçoveya kampanyaya “Dema Azadiyê” deji bo serdana gel û esnafan hatin navçeya Elkê. HDP’iyên li gundê Bêrman ê navçeya Elkê bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin, bi şêniyên gund ên ew pêşwazî kirin re goveng gerandin. HDP’iyan pişt re serdana malbatan kirin. Şandeya HDP’ê piştî serdana malbatan bi konvoyê derbasî navenda navçeyê bû.