COLEMÊRG- Li navçeya Geverê, eskeran bi ser malan de girtin û 6 kes binçav kirin.
Li gundê Dêlezî yê girêdayî navçeya Geverê ya Colemêrgê, eskeran bi ser malan de girtin. Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Evliya Alkan jî di nav de 6 kes hatin binçavkirin.
Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Cevdet Bulbun, Evliya Alkan, Erdem Eraydin, Merhmet Reşat Ozdemîr, Cengîz Ozdemîr û Seyhan Ozdemîr.”
Hat diyarkirin ku kesên hatin binçavkirin, birin Qereqola Cendirmeyan a Kisikliyê.