* Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe mezin dibe. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Sîlopiyayê bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan dan û gotin: "Mifteya aştiyê di destê Ocalan de ye."
* Mûrat Sarisaç ê HDP'î anî ziman ku dîwarên li sînorê Îran-Tirkiyeyê tên çêkirin û xendekên tên kolandin ne ji bo penabera ye û got: "Dixwazin kurdên li çar perçeyan bi temamî ji hev dûr bixin."
* Piştî DYA û NATO hêzên xwe ji Afxanistanê derxistin, tê nîqaşkirin ku vê carê hedefa wan Îran e.
* Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûsatafa Avci ku qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, diyar kir ku ji bo dizî û nelirîtiyên ên berê aşkere nebin cardin qeyûm tayinî şaredariyan hatine kirin û got: "Roj bê dê AKP û qeyûm biçin û dê hesabê diziyên hatine kirin bê pirsîn."
* Li deverên agir bi daristanan dikevin kurd hedef tên girtin. Amediyan bertek nîşanî vê yekê dan û destnîşan kirin ku ev lîstika îqtidarê ye û gotin: "Li cîhanê çi biqewime dixin stuyê kurdan."
* Li navenda Bedlîsê li devera ku bi biryara serokomartiyê wekî 'qada xetere' hatiye îlankirin, tu dibê qey qada şerî ye. Esnafan, anî ziman ku sozên hatine dayîn bi hatine jibîrkirin û li bara wan îqtidara AKP'ê ji niha de winda kiriye.
* Serlêdana xebatkarê tendûristiyê Selahattîn Barinç ê ku di sala 2016'an de bi KHK'ê hatibû îxrackirin piştî 3 salan şûn de ji hêla Komîsyona OHALê ve hat redkirin. Di biryara ku ji Barinç re hat şandî de, komeleyên wek ÎHD û Kurdî-Der wek komeleyên ku "alikariyê didin rêxistinê" hatin pênasekirin û endamtiya saziyan wek sûc hatiye dîtin.
* Îqtidar dibêje "krîza aborî tune ye." Jinan bertek nîşanî vê dan û diyar kirin ku rast e gava mirov ji qesrê ve lê mêze bike krîza aborî xuya nake, ji lew re naçin market û bazaran.
* Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Malbata Şenyaşar wê di roja 164’emîn de berdewam bike.
* Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran wê têkildarî encamên hevdîtinên “Ji xizaniya jinan re na” kul i herêma Marmarayê, Çûkûrovayê, Meletiyê û Mêrdînê serdana jinan kirin li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* HDP wê di çarçoveya kampanya "Dema Azadiyê ye" li navçeya Elkê ya Şirnexê hevdîtina gel li dar bixe. (11.00)
* Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Mêrsînê wê têkildarî êrişên nijadperest li avahiya xwe daxuyanî bide çapameniyê. (12.00)
* Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Wanê derbarê salvegera danîna qeyûmên ser sê şaredariyên bajarên mezin wê li avahiya xwe daxuyanî bide. (12.00)
* KESK wê li gelek bajaran têkildarî daxwazên xwe yên TÎS’ê daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00-17.30)