ENQERE - Xebatkara HDP’ê Ece Şîmşek û kesê bi navê Devrîm Temel di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Xebatkara Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ece Şîmşek serê sibehê di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. Sedemê binçavkirina Şîmşek nehat zanîn û li mala wê lêgerîn pêk hatiye.
Li taxa Turkozu ya navçeya Mamakê Devrîm Temel jî serê sibê di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.