DÎLOK - Tirkiyeyê ji bo tamîrkirina avahiyeke li bajarê El Bab ê Suriyeyê, bi ser 13’emîn Miduriyeta Herêmê ya Tapo Qedestroyê îlana îhaleya vekirî da.
Li bajarê El Bab ku di bin kontrola Tirkiyê û Artêşa Netewî ya Suriyeyê (SMO) de ye, têkildarî tamîrkirina avahiya Tapo Qedestroyê îhale hat vekirin. Îhale bi ser Platforma Standina Cemaweriyê ya Elektronîk (EKAP) a 13’emîn Miduriyeta Herêmê ya Tapo Qedestro ya li Dîlokê ku girêdayî Miduriyeta Giştî ya Tapo û Qedestro ya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, hat vekirin.
JI ÎHALEYÊ RE BERTEK
Nivîskar Aydin Sezer ê bertek nîşanî îhaleyê da, li ser hesabê xwe yê medya civakî ev peyam parve kir: “Tişteke ecêb e lê rast e. Li welatekî ku 180 caran me got em ji serweriya wê re rêzê digirin îhale vekiriye. Ser xêrê be.”