* Karkerên paqijiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, destnîşan kir ku şaredarî karê 150 kesî bi 23 kesan dide kirin.
* Parlementerê HDP'ê Erol Katircioglû, anî ziman ku piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gotiye "Ez ê pirsgirêka kurdî di nav hefteyekê de çareser bikim" polîtîkaya tecrîda giran ketiye dewrê. Katircioglû, destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîdê li ser neçareserkirinê hatiye avakirin.
* Aktivîsta Mafên Jinan Fatma Bostan Unsal, diyar kir ku di serî de jinên mihafizeker û bi giştî hemû jin divê li ber polîtîkayên îslamofobî û yên ku dîn wekî amûrekê bi kar tînin hatine û dijberî jinan e, rabin.
* Li Êlihê eleqeyeke mezin ji bo berên hişk ên bi destên jinan tên amadekirin, heye.
* Seroka MERÇED'ê Sabahat Aslan, li dijî krîza avhewayê bal kişand ser têkoşînê û got: "Talûke êdî ne li ber derî ye, ketiya nav malê."
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar, di roja 162’yemîn dewam dike.
* Rêxistina Demokratîk a Gelan (HDP), wê li navçeya Rezan a Amedê, serdana dikandaran bike. (17.00)